Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Enîta Lame ya Nepalî cil û bergên Kurdî didirû

26/01/2025
in JIN
A A
Enîta Lame ya Nepalî cil û bergên Kurdî didirû
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Enîta Lame ya Nepalî 5 sal in li Silêmaniyê dirûtina cilûbergên Kurdî dide wiha axivî: “Bandora çanda Kurdî li ser min heye. Cêwaziyek zêde navbera çanda Kurdî û Nepalî nîne.”

Jina bi navê Enîta Lame (29) ya ku ji Nepalê ye, 11 sal in li Başûrê Kurdistanê dijî. Enîta Lame niha li bajarê Silêmanî dijî û karê dirûtina cilûbergan dike. Enîta Lame li ser çîroka hatina xwe û karê xwe axivî. Lame anî ziman ku ji sala 2013’an ve li Silmaniyê dijî û got: “Piştî ku sala 2019’an zewicîm, li gel ciwanekî Kurd fêrî dirûtina cilûbergên Kurdî bûm û li gel hevjînê xwe dikanek danî. Ev bû 5 sal li Silêmanî karê dirûtinê dikim. Girîngî didim dirûtina cilûbergên Kurdî û Hindî. Birîn û dirûtina cilûbergên Kurdî ji yên Hindî hêsantire ji bo wê girîngiyek hîn zêdetir didin cilên Kurdî.”

Enîta Lame diyar kir ku dema biryara zewacê daye, Hîtler naskir û biryar dan ku bi hev re bijîn. Lame anî ziman ku xelkê Kurdistanê piştgiriya jinan dikin ji bo ku kar bikin, pêşî lê nagirin û ev anîn ziman: “Bandora çanda Kurdî li ser min heye. Cêwaziyek zêde navbera çanda Kurdî û Nepalî nîne.” Pir kêfxweşim ku li Başûrê Kurdistanê dijîm. Mixabin ji ber paşketina mûçe jiyana welatiyan zêde baş nîne, ji bo wê ye ku welatê xwe diterikînin. Her wiha nedayîna mûçe bandorek li bazar û karê me jî dike.”

Lame daxwaz ji jinên Kurd kir ku bibin xwedî aboriyeke serbixwe û got: “Derfetên kar ji bo xwe bidin avakirin û kêrhatiyên xwe zêdetir bikin.” Enîta Lama qala cilûbergên Hindî jî kir û ev anî ziman: “Qumaşên ji bo cilûbergên Hindî ji Hindistanê tînim, nirxê wê jî pir erzane. Destek cilên Kurdî piştî 4 saetan diqede. Ew kesên sardana dikanê dikin, zêdetir daxwaza cilûbergên Kurdî dikin. Hîtler Heval têkildarî karê hevjîna xwe vê dibêje: “Tim piştgirî û piştevaniya hevjînê xwe dikir, ji bo bi heskirin karê dirûtinê bike. Armanca min jî ew bû ku bibe xwediyê karê xwe.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.