Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi şerê gelê şoreşgerî em ê mayîndeya şoreşa xwe misoger bikin’

26/01/2025
in JIN
A A
‘Bi şerê gelê şoreşgerî em ê mayîndeya şoreşa xwe misoger bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Qamişlo

Fermendara YPJ’ê Nisrîn Ebdullah diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û hewildide wê dagir bike, lê şervanên me di çeperên şer bi sekna xwe dîrokê dinvîsin û bi şerê gelê şoreşgerî dest bi vê şoreşê kirine û ew ê bi şerê gelê şoreşgerî mayîndeya şoreşa xwe misoger bikin.

Di derbarê berxwedaniya ku hêzên leşkerî li bendava Tişrînê dikin û armanca dagikeriya Tirk ji hedefgirtina wê ji bendavê re Fermendara YPJ’ê Nisrîn Ebdullah bersiva pirsên Rojnamya me da, hevpeyîvîn wiha bû:

Êrişên Dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamin û bi taybet di vê dema dawî de êrişî bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê dike, armanca dagirkeriyê ji van êrişan çiye?

Ji destpêka Şoreşa Rojava ve heya roja îro êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamin. Di her pêvajoyekî de bi bihaneyên vala êriş dike, di heman demê de ji 27’ Mjidarê ve êrişîn wê li ser bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê dest pê kir û heya roja îro jî berdewame. Pêvajoya rewşa Sûriyê hat guhertin lewma pêwîstî hebû ku em rê li pêşiya van êrişan bigrin. Hertim armanca dewleta Tirk ya bingehîn dagirkerî bû û bi dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serê kaniyê hat diyar kirin ku armanca wê parçekirina Sûriyayê ye. Carek din sînorên Osmaniyan ji nû ve li ser rûyê erdê pêk bîne, ev yek di êriş û dagirkeriya ku destpêkirî ji 27’ê Mijdarê ve xuya dibe. Dewleta dagirker û çeteyên wê him êrişî bendava Tişrînê dikin û him jî berê xwe didin aliyên Şamê jî ji xwe armanc zelale ew jî dagirkeriye û ev yek bi şêwaz û rêbazên cûda tê meşandin. Ev rêbazên ku dagirkeriya tirk dide meşandin dixwaze bi vê yekê ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirbike, herwiha tevahiya axa Sûriyê dagirbike. Herêma ku li ber plana dagirkeriya tirk li ber xwe dide herêma Rêveberiya Xwesere û ji bona vê yekê dagirkeriya tirk û çeteyên girêdayî wê her tim berê xwe dane vê rêveberiyê û dixwazin destkeftiyên ku pêkhatine ji holê rakin. Ji ber ku pergala xweseriyê bi xwere gelek pêşketin pêkanîn û bû nimûne ji bona tevahî Sûriyê û cîhanê û ji bona parastina vê rêveberiyê û sistemê gel li ber xwe dide û rojana bedelên giranbuha dide.

Dagirkeriya Tirk hewildanên xwe dike ku baragihên xwe li bendava Tişrînê avabike, lê meclisa Minbic a leşkerî, QSD, YPG û YPJ’ê bi berxwedaniya xwe ev hewildan têk birin hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Dewleta Tirk hemû derfetên xwe yên leşkerî, rêveberî, ekonomî û MÎT’ên xwe hemû kirine di bin xizmeta vê dagirkirinê de, bi taybet jî ev êrişên ku niha li bendava Tişrînê û Qereqozaqê têne meşandin û hemû teknîkên moderin a Nato li vê herêmê tên bikar anîn. Di heman demê de dagirkeriya tirk baragihên xwe yên leşkerî di herêmê de dide avakirin û heta niha du dane çêkirin, yek li aliyê Qereqozaqê ye ya din jî li aliyê bendava Tişrînê ye. Her wiha dagirkerî ji bo xwe wek bihaneyekî dîtiya ku çi erda ku leşkerê wê li ser meşiya ew erda wêye. Li hemberî vê dagirkeriyê li hemû qadan berxwedanî tê kirin, çi di qada leşkerî, siyasî û rêxistinî de be, di heman demê de têkoşîn û berxwedaniya gel jî bi vîneke xurt tê meşandin. Bê guman QSD di nav de YPJ, YPG û Meclisa Minbic a leşkerî bi sekneke dîrokî helwesta xwe nîşandidin. Li ser vê erdnîgariyê destanên serkeftinê tên jiyan kirin, her hevalek di çepera şer de destanekî temsîl dike, bi rihê xwe yê şoreşgerî û bi îradeye ji pola tevî hemû şert û mercan careke din soza ku ji şehîdan, gel û ji bo doza azadiyê re hatî dayîn bi sekna xwe îfada van hemûyan dikin.  Her tim şervan bi rihê ku em ê serkeftinê misoger bikin şer û parastinê dikin, bi israrin ku çi bibe bila bibe em ê herêma xwe biparêzin, ji ber ku di wê ferqê de ne ku parastina herêmê parastina şoreş, welat û parastina nirxên şehîdane.

Di çeperên berxwedaniyê de zarokên hemû netewan kom bûne û li dijî dagirkeriyê têkoşînê dikin, ji bona ku êriş werin rawestandin rola ku dikeve ser milê gelên herêmê çiye?

Di van çeperên berxwedaniyê de careke din rengê Şoreşê îfadeya xwe kir ku zarokên hemû pêkhateyan li vir bi erkê xwe yê welatparêziyê û şoreşgeriyê radibin. Vê seknê da raber kirin ku û destkeftiyên şorşê, pêwîste rengê xwe bide tevahî şorşa Sûriyê û bide pergala ku were avakirin jî, ew rengê netewa demokratîke ku di çeperên şer de îfadeya xwe dike. Ev rihê yek netew nahêle dagirkerî riya xwe li xaka me bibîne, ev têkoşîna ku tê meşandin li hemberî çeteyên ku armanca wan dagirkirina cîhanê bi giştiye. Dewleta Tirk hemû derfetên xwe dide pêşiya bikaranîna terorîzma DAIŞ’ê û rê li pêşiya wê veke, lê serkeftina ku îro roj di çeperên şer de çêdibe ev serkeftin ji bo cîhanê hemû yî ye. Îro pirsgirêkên ewlekariyê li giştî cîhanê hene li beramberî terorîzmê, lewma pêwîste civaka Navdewletî jî bizanibe ku piştgiriya vê têkoşîn û berxwedaniyê wê piştgiriyê ji ewlekariya xwe re bike, ji ber ku ewlekariya vir ewlekariya tevahî cîhanê ye.

Pêwîste ku li her gund, tax, bajarok û bajaran gel li ser bingehê şerê gelê şoreşgerî xwe bi rêxistin bike.

Bê guman me bi şerê gelê şoreşgerî dest bi vê şoreşê kir û em ê bi şerê gelê şoreşgerî serkeftin û mayîndeya şoreşa xwe misoger bikin. Gelê me heya niha pêşengiya vê şoreşê dike û ji ber ku îro roj roja têkoşîn, berxwedan û parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan pêkhatine ye. Ev pêvajo ji hemû pêvajoyan cûdatire, ev pêvajoyeke giştiya û pêwîste ku em bi giştî di nava kar û xebatê de bin û ji 7 salî heya 70 salî pêwîste bê erk nemînin û biserkeftî erkê xwe pêk bînin. Ji ber ku heger em karibin erkê xwe biserkeftî pêk bînin wê demê em ê ewlekariya vî welatî jî misoger bikin.  Pêwîste bi vî hestî berpirsiyartiya me pêş bikeve, me 14 salan têkoşîn da meşandin û gel hertim banga wan ji bona rastî û heqîqetê hebû û ev yek di sekna xwe de nîşandan. Ji niha û şûnde ji hemû deman zêdetir em mafdarên û pêwîste ku em bi hemû derfetên di destê xwe de li destkeftiyên xwe xwedî derkevin. Ji ber ku me bi hezaran şehîd dan da ku em bikaribin rûmet, ax, civaka xwe biparêzin. Niha jî em amadene ku canê xwe feda bikin da ku em bikaribin nirxên xwe biparêzin, gelê me sozdarê vê yekêye. Di heman demê de em ê hewil bidin ku milên xwe yên kêm temam bikin, divê herkes vê dozê bigre ser milê xwe û bi rihê berpirsiyartiyê tev bigere. Ji ber ku ev êrişên ku tê kirin ne tenê li ser gelê kurd tê kirin, di heman demê de li ser giştî gelê Sûriyê ye. Lewma divê hemû netew bi vî erkî rabin û di wê baweriyê de bin ku serkeftina me ya di çeperên şer de misogeriya welatekî azad û demokratîk e.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.