Tuesday, June 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bendava Tişrînê kelha berxwedanê ye

25/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Bendava Tişrînê kelha berxwedanê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Tişrîn

Welatiyên ku li bendava berxwedanê nobet digrin diyarkirin ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê rojane bi tang, top û bi firokan êrîşên xwe li ser welatiyên sivîl pêk tîne, da ku îradeya gel bişkîne.

Bendava tişrînê ku em îro dibêjin bendava berxwedanê 46 rojin berxwedaniyee bêhempa ji aliyê gel û şervanan ve lê tê meşandin. Nobetdarên bendavê, hevseroka PYD a herêma Cizîrê Ayhan Mûrad, welatiyê bi navê Ekrem Hesen û Mihemed Zekî Mistefa ji rojnameya me re axivîn.

‘Li bendav Tişrînê  Berxwedaniyekî dîrokî dimeşe’

Hevseroka PYD’ê Ayhan Murad ku ji bajarê Girkê Legê ye niha li bendava berxwedanê nobetê digre behsa berxwedaniya gel kir û got” bi destpêka şoreşa Rojava heta niha dewleta tirk rojane bi tang, top, firokeyan êrîşên dijwar li ser gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û wiha domand” em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina ax , av û enerjiya xwe li bendava berxwedanê Têkoşîn dikin. Li bendava berxwedanê, berxwedaniyekê dîrokî tê meşandin. Wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina bendavê erka me ya yekemîne. Dewleta tirk hewil dide bi êrîşên xwe axa me dagir bike, lê berdêl çi dibe bila bibe em rê nadin ku dewleta tirk derbasî ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe.”

‘Em bi hemû pêkhateyan parastina ax û ava xwe dikin’

Ayhan diyarkir Rûxmê hemû êrîşan jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu caran gav paşde navêje û dibêje ku em xwedî vê xakê ne û emê hebin û wiha berdewam kir”  hebûn îrade û nasnama me li ser vê xakê çêbûye dewleta tirk nikare vê têk bibe. Em gelekê ku li ser vê xakê çêbûne û emê her hebin jî, îrade hebûn, nasname û azadya me li welatê me li ser xaka me be. Dewleta tirk a dagirker çiqas bixwaze bi çeteyên xwe ve êrîşî heremên me bike jî wê tucara nikaribe îrada gel bişkîne. Ev 13 salin xaka rojava 14 hezar şehîd û 25 hezar birîndarên xwe hene, rûxmê wê jî rêveberî û saziyên xwe di nav alozî û şerde kar û xebatên xwe didomînin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe îro li ser bendava Tişrînê nobeta xak û ava xwe digrin. Dewleta tirk rojana li ser gelê sivîl kumkujiyan pêk tîne û gelê sivîl ji aliyê deweta tirk ve tê qetilkirin û heta niha 18 hevalên me li bendavê gihaştin asta şahadetê, ruxmê wî jî gel bi îradeyek xurt soza tolhildana wan da û got heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe emê li berxwe bidin.  Em ê tu caran nehêlin ku îrada Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikeve destê dijmin de.

‘Dewleta tirk li ser sîvîlan kumkujiyan pêk tîne’

Welatiyê bi navê Ekrem Hesen ku ji Herêma Cizîrê bi hevalên xwe re berê xwe daye bendava Tişrînê jî wiha got “ bendava tişrînê ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê  cîhekê girînge, ji bo em parastina ax av û enerjiya xwe bikin êmê heta dawiyê li hemberê dijmin liberxwe bidin. Dewleta tirk dixwaze bi êrîşên xwe yên dijwar bendavê bike bin deste xwe. Ev nêzê 47 rojin dewleta tirk bi awayekî dijwar li ser gelê sivîl kumku pêk tîne ku demografiya Bakur û Rojhilatê suriyê li gor xwe  dizayn bikin. Êm ê nehêlên ku dijmin gavekê pêşde were, Em bi hemû netewên xwe li bendava Tişrînê piştgiriya şervanên xwe bikin.”

‘Çeteyên dewleta tirk li hemberê hêza şervanan tengav bûye’

Ekrem di dawiyê de wiha got”  Dewleta tirk bi firokên cengê şerê gelê sivîl dike em dibînin ku çete bi xwe bi heza QSD, YPG û YPJ nikare li hemberê hêza şervanan çekê xwe davêjin û direvin, çeteyên ku bi pereyan têne kirîn ne xwedî  hedef û armancin ku şer bikin.  Ruxmê ku ev hemû êrîşên hovane li ber çavê cîhanê tên meşandin, lê hezên navnetewî bêdengin û heta niha tu helwest nîşanê dewleta tirk nedane, di êrîşa herî dawiyê de jî şonogerê kurd Bavê Teyar û 4 hevalên me yên pêşeng şehît ketin, şahadeta wan ji bo me bû cihê baweriyê û hêza me xortir kir, em soz didin ku heta dawiyê li ser şopa wan bimeşin.”

‘Em ji êrîşan natirsin û gav paşda navêjin’

welatiyê bi navê Mihemed Zekî Mistefa ku ji bajarê Girkê Legêye bi hevalên xwe re îro li bendava tişrînê di çalakiya nobetê de cih digre got” Bendava Tişrînê ku bi bendava şehîdan û bendava berxwedanê tê naskirin dewleta tirk rojane êrîşan pêk tîne û komkujiyan li hember hêz û îrada me pêk tîne. Hewildanê dewleta tirk ew e ku bendava ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan bigre, lê em jî dibêjin ku hebûn û nebûna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev bendave, heta ku yek ji me jî bimîne em axa xwe radestê dewleta tirk nakin. Îro li bendavê berxwedaniyeke bi rûmet ji aliyê gel ve tê meşandin, rûxmê ku me ewqas şehîd jî dan em yek deqe gav paşde navêjin şahadeta rê hevalên me ji bo me cihê rûmetê ye û berxwedaniya me xurtir dike.”

‘hêzên navnetewî çavên xwe ji kumkujiyan digrin’

Mihemed di dawiyê de bang li hêzên navnetewî kir û wiha domand”  Rûxmê ku hêzên ku dibêjin em parastina mafê mirovan dikin û bi navê însaniyetiyê bang dikin li ber çavên wan rojane sivîl tênê kuştin, ka însanetî û wijdanê mirovahiyê. Behsa demokrasiyê dikin tu demokrasî li cem wan tuneye, demokrasî li cem me ye em demokrasiyê pêk tînin. Gelê ku îro li bendavê ye bi keyf û şahiyên xwe coşê dide şervanan û  coşa xwe jî ji şervanên xwe digre hebûna şervanan ji bo me cîhê serfiraziyê ye, şervan îro bi berxwedaniyeke bêhempa li hember dijmin disekinin û êrîşên wan dişkîne. Dewleta tirk li hemberê şervanan tangav dibe û berê xwe dide teknîka ku pir jê bawere, çiqas bi teknîka xwe êrîş bike jî û rojane kumkujiyan pêk bîne jî nikare me ji doza me vegerîne em gelekî ku li ser fikir û felsefeya netewa demokratîk mezin bûne, me tucar serî netewand û em natewînin.”

Post Views: 146
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?
POLÎTÎKA

Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?

10/06/2025
Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.