Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Me dagirkirin qebûlnekir; ev cara 3`emîne em têne koçber kirin’

24/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Me dagirkirin qebûlnekir; ev cara 3`emîne em têne koçber kirin’
Share on FacebookShare on Twitter

 Nehîr pale 

Dayîka 3`ê şehîdan Bedîa Mihemed Abdulrehman anî ziman ku ji ber wan dagirkerî qebûlnekir ev cara 4`emîne ew têne koçber kirin. Dayîka Bedîa sala 1960 li Efrîn ji dayîkbûye. Ew yek ji milîsên kevnar a Şêx Meqsûd e. Sala 1993`an destbi karê milîstiyê kiriye û heyanî 1999`an xebitî ye. 3`ê lawikên wê şehîd in. Ew jî yek ji jinên destpêkê ye ku tevlî têkoşînê bûye û zemînê xebatên jin dane rûniştandin.

Tenê li dibistanekê 35 zarok ji xwendinê qutbûne

Şêniyên Efrîn ji sala 2011`an ve ji warê xwe koçber dibin û hinek ji wan malbatan ev bûye cara 3`emîne ku ji ber dagirkirinê qebûlnakin wan neçar dikin ku dev ji mal û mulkên xwe berdin. Ji Şêx Meqsûd derbasî Efrîn dibin, piştre sala 2018`an ji Efrîn koçberî Şehba dibin, 2024`an jî ji Şehba derbasî kantona Tebqa û Reqayê bûne.

Di vê koçberiyê de yên herî zêde ziyan dibînin zarok in. Her carekê şêniyên Efrînê koçber dibin zarok dev ji xwendina xwe berdidin û nema dikarin biwînin. Zarokên li Şehba dixwendin êdî nema dixwazin bixwînin, ji ber cî guhertin û ji bo alîkariya malbata xwe bikin dibêjin ew ê dev ji dibistanê berdin.

Pêkhateya Ereb û Kurd bi hevre ne

Li dibistana Omer Ibn Xetab 16 malbat dimîn in, Ereb û Kurd in. Malbatên ji pêkhateya Ereb jî qebûlnakin ku di bin dagirkeriya çeteyên Tirkiyê de bijîn. Yek ji wan malbatan ji gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa bajarê Efrînê ye, malbata din jî ji gundê Til-Rifet ê Şehba ye. Pêkhateya Ereb û Kurd zimanê hevdû dizanin û di hemû xebatî de bi hevre dibin alîkar. Têkiliya wan a civakî xurte û dilê hemûyan li ser warê wan Efrîn e.

Xwe birêxistin kirine

Malbatên Efrîn û Şehba yên dibistanê xwe birêxistin kirine, komîn çêkirine, Hevserokên komîna xwe (Hiyam Mihemed û Saleh Beşîr) derxistine û komîteya parastinê birêxistin kirine. Komîteya parastinê jî li gorî pêdiviya rewşa ewlehiyê komînê birêxistin dike. Xebatên xizmetguzarî û paqijiyê hemû bihevre dibin alîkar.

Daxwaza vegera Efrîn dikin

Ji zarokan heyanî ixtiyaran dixwazin rojekê berî ya dîtir vegerin warê xwe Efrînê. Ew dûrî Efrînê xwe hîs dikin ku bê xwedî ne, ji qehra Efrînê re nexweş dikevin û her hêviya wan ku rojekê vegerin Efrîna xwe.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.