Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bendava serkeftinê; Tişrîn

23/01/2025
in POLÎTÎKA
A A
Hîkmeta ‘gulê’ û şerê parastinê
Share on FacebookShare on Twitter

Cîger Efrîn

Dewleta Tirk ya qirker û dagirker di şexsê Kurdan de li dijî mirovahîyê şerekî qirêj dimeşîne. Ji sala 1984’an û heta îro bi hezaran gundên Kurdan şewitandin û vala kirin, zêdetirî 17 hezar mirovên bê çek bi destê Hizbîlqontra kuştin, bi dehhezaran Kurd girtin û dehên salan di zîndanan de rizandin( dîlên azadîyê yên ceza li wan birîne, cezayê ku dabûn wan qedandine hêj bernadin), zêdetirî 5 milyon Kurdd ji cih û warên wan bi zorê koçber kirin.

Zilm û zordarîya dewleta qirker tenê bi Kurdên bakur ve sînordar nema, îcar berê tevgera qirkirinê da başûr û Rojava yê welat. Di serî de Efrîn û pişt re jî Serê Kanîyê, Girê Spî dagirkir, bi wê ve jî nema Şehba û herî dawî jî Minbêc dagir kir. Hewl da û dide ku hemû Rojava dagir bike. Lê çawa li hember gerîlayên Modernîteya demokratîk li Zap, Metîna û Avaşîn de asê ma, ev zêdetirî mehekê ye ku di Bendava Tişrîn’ê de asê ma ye.

Heger em bêjin; ”îro Bendava Tişrîn Rojava ye, Rojava jî hemû Kurdistan e û wê rê ji sazbûna rojhilata navîn ya demokrat veke ”,wê qet ne şaşbe. Ji ber ku gava dewleta Tirk ya qirker û dagirker bendava Tişrîn’ê derbas bike, wê êrîşa xwe berfereh bike û hewl bide hemû Rojava daqurtîne. Îro Rojava bûye dengê Kurdan li cîhanê. Ji hêla din ve jî gava dewleta Tirk ya qirker û dagirker li Bendava Tişrîn’ê bişîke, wê pergala wan ji hev bişehite û wekî netew dewlet ya ”herî xurt” li rojhilata navîn hilweşe û wê dewlet netewe ya  Îran’ê, ya ku bi derbeyên Îsraîl’ê destên wê li Sûrîyê hatî şikandin an were ser xeta demokrasîyê an jî wê pergala Molayan hilweşe û İran jî parçeparçe bibe.

Ji ber vê yekê ye ku dewleta Tirk ya qirker û dagirker bi hemû hêza xwe êrîşî Bendava Tişrî’ê dike. Bi gotineke din hebûn û tunebûna xwe di bendava Tişrîn’ê de dibîne. Di wê dîtina xwe de jî mafdar e!

Ji lewra dive em hemû Kurd û gelê herêmê bi hemû hêza xwe xwedî li berxwedana şervanên azadîyê derkevin û bi wan re mil bi mil têkoşînê bikin. Tê zanîn ku, Rojava bi peymana Enqere ya ku di 1926’an hatîye mohrkirin ji bakur hate qutkirin. Ango parçeyê dawî ku ji Kurdistan’ê hate qutkirin û pê parçebûna Kurdistan’ê hate temam kirin-misogerkirin Rojava ye! Îro jî ew derfet derketiyê holê ku yekbûn û azadbûna Kurdistan’ê bi yekbûna Kurdan û gelên herêmê gengaz dibe.

Belê, şikandina dewleta Tirk ya qirker û dagirker li bendava Tişrîn’ê wê bi xwe re serkeftina hemû parçeyên Kurdistan’ê bîne. Bi wê tenê jî sînordar namîne, ji ber ku wê netewe dewleta Tirk hilweşîne, wê destavêtina dewleta Tirk ya qirker û dagirker jî bîne û gelên herêmê jî ji çakûça ku rêveberên dewleta Tirkya qirker û dagirker her li ser serê  wan dihejîne xelas bibin. Ango wê derîyê demokrasîya rojhilata navîn vebe.

Her wiha ji boyî ku destên Rêber Apo li hember dewleta Tirk ya qirker û dagirker xurt bibe, divê em wekî azadîxwazên herêmê vê berxwedanê bi serkeftinê tacîdar bikin. Em wekî gel û Tevgera Azadîyê çiqasa destên Rêber Apo xurt bikin, wê ev pêvajoya ku Rêber Apo dixwaze pêş bixe jî ewqasa bi serkeftî bi encam bibe. Ev, peywîreke dîrokîye li ser milê me her mirovî/ê. Hemû kesên ku azadîya xwe û civaka xwe dixwazin divê di hewla xurtkirina destên Rêber Apo de bin!

Dewleta tirk ya dagirker û qirker hêj jî fêm nekiriye ku; rihê ku Rêber Apo di nava 20 salên ku li Rojava têkoşîye namire û ji minirê jî natirse! Her roj kal, pîr û mirovên ku diçin ser bendava Tişrîn’ê bi dengekî bilind diqîrin û dibêjin; ”em ji mirinê mezintirin!” bi rastî jî gelê ku Rêber Apo afirandî ji mirinê mezitire û wekî hunermendê mezin Bavê Teyar gotî; ”ME KEFENÊ MIRINÊ ÇIRAND!” bi tenê ma ye ku em pêngava; ”JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΔ, sist nekin û ji her demekê borîye zêdetir asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Post Views: 127
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.