Dîlan Mulhim \Qamişlo
Endamên Rêveberiyên Kongira Star diyar kirin dema ku gelê Firatê berê xwe dan bendava Tişrînê ji bo ku piştgriya hêza xwe QSD’ ê bikin, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin. Pêwîste hêzên navnetewî û mafê mirovan vê yekê piştguhnekin û bi erkê xwe rabin.
Gelên Feratê ji bo piştgirya berxwedaniya QSD’ê li Bendava Tişrînê bikin, gel berê xwe dane Bendava Tişrînê. Di heman demê de gel ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bomebaran kirin û di encama vê bombebaranê de pênc welatî şehîd ketin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di derbarê hedefgirtina sivîlan û piştgirtiya gel ji bo QSD’ê Rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Kongira Star a bajarê Qamişlo Rohilat Mislim û Rêvebera Kongira Star Xebat Meşîr ji Rojnameya me re axavîn.
‘Armanca dewleta Tirk a dagirker qetilkirina sivîlan e’
Rohilat Mislim da zanîn ku ev demeke dirêj e ku berxwedaneke bêhempa li Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê tê kirin û wiha got: ” ji bo Bendava Tişrînê nekeve destê dewleta Tirk û çetên girêdayî wê, gelên Feratê berê xwe dane Bendava Tişrînê. Herwiha ji bo ku piştgirya hêza Sûriya Dîmokratîk QSD’ê bikin û coşê bidin şervanên ku di çeperên şer de, gelên herêma Firatê berê xwe da bendavê û gel ji aliyê dewleta Tirk ve hatin toparankirin. Di encamê de pênc welatî û gelek sivîl şehîd ketin, armanca dewleta Tirk a dagirker qetilkirina sivîlan û dagirkirina axa Sûriyê bi giştiye. Herwiha hedfgirtina sivîlan li dijî mafê mirovane û pêwîste mafê mirovan û hêzên navnetewî li hemberî kuştina sivîlan bê deng nemînin û bi erkê xwe rabin.”
‘Dewleta Tirk zagonên mafê mirovan binpêdike’
Rohilat Mislim anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker Sînoran derbas dike û zagonên Mafên mirovan binpêdike û wiha bi dawî kir: ” Ji ber ku Bendava Tişrînê giringiyeke wê ya mezin heye û hem jî cihekî stratejîke û çavkaniya jiyana mirovane, dagirkeriya tirk dixwaze dagir bike û piştî wê jî bajarê Kobanê dagir bike. Ji ber vê yekê gel û şervanên me yên di çeperên şer wê tu carî nehêlin ku kes nêzî bendavê bibe û dagirbike. Berxwedan berdewam dike. Di heman demê de gelek hevalên me bi lehengî şehîd ketin û ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê xwestin ku çeperên şer vale nehêlin û piştgirtiya şervanên xwe yên di çeperên şer de bikin. Banga min ewe ku saziyên mafê mirovan bi erkê xwe rabin û nehêlin ku bendava Tişrînê bike destê çeteyan. Ji ber ku bendav çavkaniya jiyanê ye ji bona gel û pêwîste hêzên navnetewî vê yekê piştguhnekin û vê siyaseta dewleta Tirk a qirêj rawestînin.”
‘Em ê heta nefesa dawî piştgirtiya şervanên xwe bikin’
Xebat Beşîr di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku gelên herêma Firatê berê xwe dane Bendava Tişrînê ji bo piştgrtiya hêza xwe QSD’ ê bikin û wiha got: ” Dema ku gel liberxweda û li kêleka şervanên xwe QSD’ mil bi mil sekinî û piştgirî da wan, dagirkeriya tirk û çeteyên wê li hemberî coş û berxwedana gel xwe ranegirt û êrişî sivîlan jî kir û di encama van êrişan de gelek sivîl şehîd ketin. Pêwîste dewleta Tirk di asta navnetewî de were dadgeh kirin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî dagir bike û gelê herêmê bide koçber kirin. Ev êrişên dewleta Tirk a dagirker tucarî nikare îradeya gelê kurd bişkîne û gelê kurd xwedî hêzeke mezine ku îro li ser erdê berxwedaniyeke bêhempa dide meşandin. Di heman demê de em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet jin ji me tê xwestin ku li kêlek şervanên xwe li hemberî dewleta Tirk a dagirker serî netewînin û li berxwe bidin.”
‘Pêwîse hêzên navnetewî û saziyên mafê mirovan bi erkê xwe rabin’
Rêvebera Kongira Star Xebat Beşîr axaftina xwe wiha bi dawî kir:”Em weke gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgrtiya gelên xwe yên li Firatê dikin, ku roja îro li Bendava Tişrînê li kêleka QSD’ê li hemberî dijmin şer dikin. Herwiha di vê demê de ji me tê xwestin ku em berê xwe bidin Bendava Tişrînê û li kêleka şervanên xwe bisekinin û li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê şer bikin. Divê demê de ji her kesî tê xwestin ku rajin çekê û parastina axa xwe bikin, têkoşîn û berxwedaniyê bikin. Banga min ewe ku hêzên navnetewî li hemberî kuşina sivîlan bê deng nemînin, ji ber ku kuştina sivîlan sûcên dijmirovîne û pêwîste cîhan û saziyên mafên mirovan rê li ber êrişên dewleta Tirk a hovane bigirin”