Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Amara: Bavê min ji bo Kurdistanê û gelê bindest nirxê têkoşînê bû

22/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Amara: Bavê min ji bo Kurdistanê û gelê bindest nirxê têkoşînê bû
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Keça Bavê Teyar Leyla Îbrahîm ji Girtîgeha Jinan a Erzîncanê ji bo şehîdxistina bavê xwe peyamek şand di wê peyamê de sersaxiyê ji hemû gelên Kurdistanê re xwest û got, “Bavê min ji bo Kurdistan û hemû gelên bindest nirxê têkoşînê bû.”

Di 17’ê Çileyê de lîstikvanê kurd ê şanoyê Cuma Xelîl Îbrahîm ku bi Bavê Teyar dihate naskirin, berê xwe dabû Bendava Tişrînê û tevlî çalakiya nobetê ya ku li bendavê ji aliyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê kirin, bibû. Di 18’ê Çileyê de nobedarên li Tişrînê, rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin, di encama êrişê de gelek sivîl di nav de Cuma Xelîl Îbrahîm bi giranî birîndar bibûn. Cuma Xelîl Îbrahîm ku rakiribûn nexweşxaneyê, di 19’ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da. Herwiha li gel Cuma Xelîl Îbrahîm 5 welatiyên din jî jiyana xwe ji dest dabûn.

Keça Bavê Teyar Leyla Cuma Îbrahîm bi nasnav Amara ji Girtîgeha Jinan a Erzîncanê ji bo şehîdxistina bavê xwe, bi rêya parêzerên xwe peyamek şand.

Leyla Cuma Îbrahîm di destpêka peyama xwe de sersaxiyê ji Rêber Apo û gelê Kurdistanê dixwaze û wiha dibêje: “Di serî de serê Serokatî û serê gelê Kurdistanê yê bi rûmet sax be. Bavê min ji bo Kurdistan û hemû gelên bindest nirxê têkoşînê bû, coşa ku wî heta niha dida me, dibînim ku gelê Kurdistanê îro xwedî li têkoşîna wî derdikeve û bersiva xwe bi têkoşînê dide.”

Leyla Cuma Îbrahîm di berdewamiya peyamê de diyar kir ku bavê wê PKK’ê û Serokatî bi wê dabû naskirin û wiha got: “Bavê min berî ku şehîd bikeve di gotinên xwe yên dawiyê de digot: Em dev ji têkoşîna xwe bernadin, em natirsin û em li virin”. Îro gelên welatparêz ku rabûne li ser pyan, xwedî li bavê min û hevrêyên wî derdikevin, ew meşeleya têkoşînê berî niha bi salan hate vêxistin û em ê jî, ji niha heta dawiyê bibin şopdarê vê meşeleya wî. Bavê min ê ku PKK’ê û Rêber Apo bi min da naskirin, her dem bû rêhevalê min, ew bû wesîleya ku ez îro wê hîn zêdetir hîz bikim.”

Keça Bavê Teyar Leyla Cuma Îbrahîm peyama xwe wiha bi dawî kir: “Em wek girtiyên jin ên di Girtîgeha Sîncanê de, ji malbata wî û malabata hevalên cem wî şehîd ketine, sersaxiyê dixwazin. Ji 7 salî heta 70 salî serê gelê kurd ê birûmet sax be. Em berxwedana gelê Rojava silav dikin û ji wan re jî sersaxiyê dixwazin, em dev ji têkoşînê bernadin, natirsin û em li virin, şehîd namirin, silav û rêzên şoreşgerî girtiyên PKK’ê û PAJK’ê ya Girtîgeha Erzîncanê.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.