Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em ê xwedî li Tala derkevin’

22/01/2025
in POLÎTÎKA
A A
‘Em ê xwedî li Tala derkevin’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/Qamişlo

Êrişên dagirkeriya Tirk li ser Bendava Tişrînê zêde bûn, lewma da ku piştgiriya QSD`ê bikin bi sedan gelê herêmê  berê xwe dan wir. Di nav wan kesên sivîl ên ku bûn hedefa êrişan de du welatiyên bi navê Edhem û Hêza ku hevjînên hev in, şehîd bûn. Keça apê Edhem jî da zanîn ku ew ê li keça wan a sêwî maye, xwdî derkevin.

Dewleta Tirk hemû hêza xwe bi kar tîne da ku vîn û îradeya gelê kurd têk bibe, ji 8`ê Berfanbara 2024`an ve bi balafirên bê mirov û bi çekên giran êrişî Bendava Tişrînê û pira Qeraqozaqê dike. Ji ber vê yekê bi sedan gelên herêmê berê xwe dan wir da ku piştgiriya QSD`ê bikin. Lê dewleta Tirk a dagirker êrişî sivîlan jî kir, di enacamê de hemwelatiyên Kobanê yên bi navê Edhem Elî û hevjîna wî Hêza Mistefa şehîd bûn.

Girêdayî jiyan û şehadeta Şehîd Edhem Elî û hevjîna wî Hêza, keça apê Edhem, Merdiya Elî ji rojnameya me re axivî.

Jiyan û xebata Edhem

Merdiya Elî di derbarê kurtejiyana kurapê xwe Edhem de wiha destnîşan kir: “Edhem kurê apê min e, ez û Edhem bi hev re mezin bûne, wî xwendina xwe ya seretayî li gundê me Hilinc xwendiye. Di refa 7`an de berê xwe daye Cezayîrê li wê derê xwendina xwe berdewam kir û bû endezyar, ev xeyal û daxwazên bavê wî beriya ku jiyana xwe ji dest bide bû ku kurê wî bibe endezyar. Malbata Edhem ji 5 kesan pêk tê, ew sê xort û du keç in. Edhem ji Cezayîrê vedgere Kobanê û ew û dayîka xwe bi hev re jiyan kirin. Herwiha Edhem kesekî pir durist û fedekar bû û tiştên şaş di jiyana xwe de qebûl nedikir. Edhem dema vegeriya Kobanê kete nav kar de û Hêza naskir her du di ofîsekê de kar dikirin.

Edhem û Hêza berê xwe dan ser bendava berxwedanê

Merdiya Elî derbarê çûyîna Edhem û Hêza ber bi bendava berxwedanê ve wiha got: “Evîneke mezin di navabera Edhem û Hêza de hebû, lewma jî dema ku Edhem emadekariyên xwe kir da ku here Bendava Tişrînê ji bo ku piştgiriya şervanên QSD`ê bikie, hevjîna wî Hêza jî biryar da ku bi hevjînê xwe re here. Di encama topbarana dewleta Tirk li ser Bendava Tişrînê her du jiyana xwe ji dest dan. Dema ku Hêza diçû min jê re got keça te temenê wê biçûk e, ji dev bernede lê Hêza got ku hevalên me li Bendavê bi tenê ne em ê jî biçin alîkariya wan bikin.”

Gotinên wan ên dawî

Keça apê Edhem, Merdiya Elî têkildarî qewêtiyên Edhem û Hêza wiha anî ziman: “Dema ku Edhem û hevjîna xwe berê xwe didan Bendavê moralê wan pir bilind bû. Her du bi vîna xwe û bi dilxweşî çûn. Gotinê wan yên dawî ku beriya herin Bendava Berxwedanê ji me re gotin ‘Li Tala miqate bin.’ Herwiha piştî şehadeta wan jî em tekez dikin ku em ê li gorî gotina wan bin û xwedî li Tala derkevin.”

Post Views: 123
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.