Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îran bi hişmendiyeke hişk dixwaze jinê qir bike

22/01/2025
in JIN
A A
Îran bi hişmendiyeke hişk dixwaze jinê qir bike
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Endama Kordînasyona Kongira Star Kulîstan Gulo diyar kir ku em di sedsala 21’an de jiyan dikin, ku di vê sedsalê de gelek pêşketin di cîhan û civakan de çêbûne. Lê mixabin dewleta Îranê hîn bi hişmendiyekîe pir hişk, tundî û qirkirinê li ser jinê dide meşandin.

Pexşan Ezîzî jineke kurd e ku ji bo mafên jinan û gelê xwe têkoşînê dide meşandin. Socê Pexşan Ezîzî ew bû ku li şoreşa Jîna Emînî de xwedî derket, bi vê bihaneyê dewleta Îranê careke din biryara darvekirinê di derheqê wê de da.

Di derbarê biryara darvekirina Pexşan Ezîzî Endama Kordînasyona Kongira Star Kulîstan Gulo ji Rojnameya me re axivî.

Îranê dixwaze çirûskên şoreşê bitefîne

Kulîstan Gulo da zanîn ku dadgeha bilind a dewleta Îranê di derheqê Pexşan Ezîzî de cezayî darvekirinê lê birîbûn. Beriya çend rojan biryar careke din nû kirin û wiha got: “Dewleta Îranê yek ji sîstemên desthilatdare, ku di derheqê jinan de sîstemeke qirêj dide meşandin, bi taybet dewleteke ku di Rojhilata Navîn de ye lê hîn cezayê Îdamê di dadgehên wê de tên birîn. Di heman demê de dewleta Îranê li ser doza gelê kurd jî hîn siyasetekî bikar tîne ku vî gelî nabîne, tevî ku li Îranê 10 melyon kurd li wir jiyan dikin. Ji xwe di dîroka Îranê de di aliyê gelan de û bi taybet doza gelê kurd de jî bi dehan xort û keçên kurdan darvekirine, netiştekî nûye ku dewleta îranê vî cezayî li ser jinên pêşeng, jinên ku li pey doz, maf û nasnameya xwe têkoşînê didin meşandin. Her wiha di dîroka Îranê de filmê Sûreya yê ku têde hişmendiya wan ku di aliyê jinê de pir dijwar tê meşandin xuya dike, ev cezayên dewleta Îranê li ser jinan ji dîrokê de ye. Lê em di serdemekê de jiyan dikin ku ev sîstem êdî nema tê qebûl kirin, ji bo vê yekê jî bertekên ku îro roj li Rojhilatê Kurdistanê derdikeve bi taybet bi pêşngtiya jin tê kirin. Lewma dewleta Îranê hertim dixwaze çirûska şoreşê bitefîne û hewildanên xwe dike ku êdî îradeya jinan tunebike. Ji xwe sîstemên desthilatdar hemû ji jina birêxistinkirî, zane, serhildêr ditirsin, ji ber vê yekê bi hemû hovîtî, tundî û êrişên qirker li ser jinan didin meşandin. Yek ji wa jî hevala me Pexşan Ezîzî ye, îro careke din di dadgehê de biryara darvekirinê di derheqê wê de tê birîn, Pexşan Ezîzî ne ew jina ku sûcekî mezin kiriye ku bibe layîqê cezayê darvekirinê, tenê jineke kurde ji bo maf, nasname û hebûna xwe têkoşînê dide meşandin ev yek mafekî rewa ye.”

 Bilindkirina asta têkoşînê

Kulîstan Gulo axaftinên xwe berdewam kirin û wiha got: ” Îro doza gelê kurd di tevahî Kurdistanê de dozeke ku gel hemû li pey wê dimeşe, tê dîtin ku çawa li Rojavayê kurdistanê gelê kurd ji bo doza xwe têkoşînekî bêhempa dide meşandin, heman têkoşîn li Bakurê Kurdisdtanê jî tê meşnadin, wê helbet li Rojhilatê Kurdistanê jî ev gelên ku bi hezarên sala siyaseta qirkirin û tunekirinê li ser tê meşandin nema vê yekê qebûl bikin. Di heman demê de biryara darvekirina Pexşan Ezîzî hîn zêdetir siyaseta tundî û qirkirinê ya ku li ser jinan tê meşadnin dide xuyakirin, ev yek jî vedgera serdema ku em têde jiyan dikin û herkes bang ji bona azadiya jinê û jin jiyan azadî dike. Ev siyaseta hikumeta Îranê siyaseteke xeteriyê bi xwe re tîne. Bang û helwesta me bi taybet wek sazî û rêxistinên jin hîn zêdetir têkoşîna xwe xurttir û bilindtir bikin, her wiha bikaribin dengê jinê bighînin tevahî cîhanê. Xwedî derketina jin bi hev re li ser asta Kurdistanê bi giştî, ji ber ku îro biryara darvekirina Pexşan Ezîzê di kesayeta jina şoreşger, pêşeng û jina ku ji bo nasnameya xwe têkoşîn dike deye. Lewma ev biryar ji bo me tevahî jinan digre dest, em vê cezayî darvekirinê şermezar dikin û êdî pêwîste dewleta Îranê li xwe vegere û di aliyê zagon, mafê mirovan û mafê jinan de lêvegerekî çêbike, ji ber ku ev biryar neçareseriye ji bo civakeke wekhev, azad û demokrat. Ev siyaset wê nikaribe civakekî saxlem ava bike. Hemû rêxistin û tevgerên jinan li Rojavayî kurdistanê wê ji bo vê biryarê dakevin qadan.”

 

Post Views: 142
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.