Lîloz Hisên/Qamişlo
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Reqayê Zelîxa Ebdê destnîşan kir ku Sûriyê di nava xwe de pêkhate û olên cuda dihewîne û îdyolojiya ku li Şamê tê meşandin xizmeta Sûriya siberojê nake.
Di demeke hesas de ku Sûriyê bi gitşî tê de derbas dibe, piştî rûxandina rêjîma Bees û hatina HTŞ ser desthilatdariya Şamê, xeteriyeke ser hebûna jinan çêdibe ji ber siyaseta HTŞ ya dûrxistina jinan ji qadên jiyanî. Giringe ku çalakî û komxebatên banga hevgirtin û yekbûna jinan bê li dar xistin, da ku roleke wan jî hebe di avakirina Sûriyeke demokratîk pirrengî ne navendî.
Di komxebata jinan ku li Hesekê hatibû lidarxistin, hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Reqayê Zelîxa Ebdê ji rojnameya me re axivîn.
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Zelîxa Ebdê diyar kir ku di vê dema hestiyar ku Sûriyê tê de derbas dibe pêwîstî heye ku çalakî û komxebatên jinan bên lidarxistin û wiha domand: “Da ku em hevgirtina hewildanên hemû jinan ava bikin, ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk nenavendî. Piştî gihaştina HTŞ ser hikumeta Şamê, gelek daxuyniyên ku ne li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê bi taybet yên jinan tê derxistin.”
‘Bi berxwedanî û têkoşînê em gihşatin vê qonaxê’
Zelîxe Ebdê wiha pê de çû: “Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berxwedanî û têkoşîneke pir mezin dan meşandin heta gihaştin vê ast û qûnaxê, em naxwazin ew jiyana tarî li me vegere, tenê bi karên malê sînordar be û ji mafên xwe dihat dûrxistin. Ancex em bi komxebat, çalakî û vekirina riyan ji bo tevahî jinên cîhanê û bi taybet jinên hundirê Sûriyê, hewildan bê kirin di riya Meclisa Jin a Sûriyê, ji bo yekbûna refên jinan ava bikin û hevgirtinê xurt bikin.”
‘Metrsî li ser siberoja jinan heye’
Zelîxe Ebdê Bal kişand ser daxuyaniyên Ayşe El-Dibis û hin perspektîfên ji Şamê bi taybet piştî serdana wezîreya Elamaniya kir û wiha domand:“ Îdyolojiya ku wê bimeşînin di pêşerojê de hate xuyanî kirin. Em xeteriyê li ser gelê Sûriyê bi giştî û bi taybet pêşeroja jinan di hundirê Sûriyê de hîs dikin. Sûriya ji mûzayîka pêkhate û olên cuda pê tê, ev siyaset û îdyolojî xizmeta Sûriya pêşerojê nake. Em hemû daxuyaniyên ku Ayşe El-Dibis û daxyaniyên din yên Ebû Muhemed Colanî ku derbarê dûrxistina jinan di pêşerojê de derdikevin, şermezar dikin.
‘Ji bo parastina hebûna jinan em ê xebatên xwe bihêztir bikin’
Zelîxe Ebdê destnîşan kir ku wê hewildanên xwe berfireh bikin ji bo hişyarkirina jinan ji xeteriya tunebûn û dûrxistina ji qadên jiyanî û wiha berdewamî axaftina xwe kir:“ Em ê xebatên xwe berdewam bikin da ku bighêjin hemû jinên Sûriyê, heta bidestxistina hebûna me di destûra nû de, herwiha em bibin xwediyên çêkirina biryaran di Sûriyeya nû de. Em venegerin demên kevin ku tenê kar û xebata di warê fêrkirin û perwerdê de an di cihên çandî de bikin. Daxwazên me ku jin jî karibe herêman îdare bike, di parlemantoyan de cihê xwe bigrin, di çêkirina birayran de be, di hemû warên jiyanê de, hem ser asta aborî hem xizmetguzarî û çandî û hwd..”
Di dawî de Zelîxe Ebdê wiha got:“Em weke jinên ji pêkhateyên Ereb li kêleka hêzên QSD sekinîn û em ê her dem bisekinin. Gelek jin jî ji herêma Reqayê tevlî QSD bûn, em daxwaz dikin ku di hundirê artêşa ku bê pêkanîn de jî hebûna jinan hebe û cihê xwe bigrin, da ku em parastina xwe û nasnameya xwe bikin, herwiha Sûriyeke demokratîk pirrengî nenavendî bê ava kirin.