Wednesday, June 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Biryara Yekîtiya esnafan ew e ku xaniyên kirê li gorî odeyan be

19/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Biryara Yekîtiya esnafan ew e ku xaniyên kirê li gorî odeyan be
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/Qamişlo

Hevseroka Yekîtiya esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Henîfa Mihemed diyar kir ku ji ber rewşa ku niha herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe rewşeke zehmete û got: “Me biryar da ku kiriya xaniyan li gorî odeyan be û her odeyek bi 10 dolaran be.”

Bi destpêka alûziya Sûriyê re gelê herêmên Heleb û Laziqiyê ji ber rewşa şer berê xwe dane herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji ber hatina xelkên wan herêman alûziya li herêmê derket. Herwiha sedema vê alûziyê jî buhabûna kiriya xaniyan li herêmên Rêveberiya Xweser zêdebû.

Di derbarê biryara ku hatî dayîn û buhabûna kiriya xaniyan de Hevseroka Yekêtiya esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Henîfa Mihmed ji Rojnameya me re axivî.

‘Armanca me alîkariya gel e ’

Henîfa Mihemed anî ziman ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî di rewşeke zehmete re derbas dibe û wiha got: “ Di dema niha de rewşa welatiyan a aborî gelekî zehmete û bi taybet rewşa gelê me yê Şehbayê û Tilrifetê. Herwiha di vê demê de kiriya xaniyan buhaye û xwediyê xaniyan li gorî xwe xaniyan didin kirê, em weke Yekêtiya esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ketin nava liv û tevgerê de, herwiha em bi şaredariyan re kordînasyon (tensîq) danî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigiştî. Ji ber ku bajar bi aliyê avahî ve girêdayî şaredariyê ye û ev kordînasyon(tensîq) ji bo kiriya xaniyan werê diyar kirin û em bi her du aliyan re bûn alîkar hem xwediyê xaniyan û hem jî kesên ku xanî kirê dikin.”

‘Kiriya xaniyan li gorî odeyan ne’

Henîfa Mihmed da zanîn ku li gorî Yêkîtiya esnafan kiriya odeyekê bi 10 dolran hatiye diyar kirin û wiha got: ” kiriya xaniyan li gorî odeyan ne û di heman demê de herêm jî hatin diyar kirin. Ji ber ku her herêmek ji hev cuda ye û herêmên ku nêzî bazar bin kiriya xaniyan bi 15’dolaran hatiye qeyîd kirin û ji aliyê şaredariyê ve hate kordînasyon (tensîq) girêdayî vê yekê hate kirin. Herwiha biryar li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate derxistin, lê mixabin ev biryar li hin cihan pêk nehat. Xwediyê xaniyan li gorî xwe kiriya xaniyan ji kesê ku xanî kirê dike distîne û ji bona vê yekê pêwîste şaredarî û komîn bi vî karî rabin. Di serî de ji ber ku  kiriya xaniyan girêdayî komînê ye û pêwîste ku ew bi vî karî rabe.

‘Pêwîste her saziyeke bi erkê xwe rabe’

Hevseroka Yekêtiya esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Henîfa Mihmed eşker kir ji ber ku kesê xanî kirê dike neçare û pêwîstiya wî heye, xwediyê xanî jî bi nirxekî pir buha xanî dide kirê û wiha bi dawî kir: ” Xwediyê xaniyan belge peyîmanekî ji derve çêdikin û li gorî xwe kirê ji kesê ku xanî kêrê dikin distînin. Herwiha ev rewş dikeve li ser milê komînê û pîwîste komîn agahiyê bidin yekêtiya esnafan ji bo ku li sere vê yekê were seknandin û ev rewş were şopandin. Pêwîste şaredarî û komîn bi karê xwe rabin û nehêlên ku tevlîkevî çêbe, ji ber ku her kes bi karê xwe rade û tevlîhevî li nava civakê de çênebe. Banga min ji civakê bi giştî re heye ku piştgiriya hêza xwe QSD’ ê bikin û ji bo civaka birêxistin kirî were avakirin pêwîste her saziyekê bi erkê xwe rabe.”

Post Views: 182
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî
NÛÇE

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî

10/06/2025
Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?
POLÎTÎKA

Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?

10/06/2025
Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.