Volqan Elî
Av!.. Li gorî sê dînên mezin, Mûsawîtî, Xiristiyanî û Îslamê pîroz e; ev pîrozî ne wisa ji nav gelek pîroziyan yek e. Û ne jî tenê di Cihûtî yan jî tenê li gorî dînekê… mînak, li gorî Tewrata pîroz, bihuşt di navbera çar çeman de ye. Hê îro jî navê van her duyan em dizanin: Firat û Dîcle… Dîsa li gorî Xiristiyaniyê, dema zarokek ji dayik dibe, ji bo ku dest bi jiyaneke paqij bike, bi avê tê paqijkirin, yanî tê waftîzkirin. Ne hewce ye em di Îslamê de behsa girîngiya avê bikin. Ji derveyê dînên mezin, heta di Zerdeştiyê de av wisa pîroz e ku av nayê qirêjkirin, qirêjkirina avê wekî gunehekî mezin tê hesibandin.
Ya rast, di ilma civakî de; hemû dîn, lê di serî de jî sê dînên azmanî wekî bîr û hefîzaya mirovahiyê tê pênasekirin. Destana Tufana Nuh tê zanîn. Va destaneke dînî ku çawa bûye bîr û hefîzaya mirov! Li gorî vê; cîhan ewqas ji rê derdikeve, qirêj dibe ku Xweda biryarê dide cîhanê ji nû ve ava bike! tenê rê dide Nuh Pêxember ku qewmê xwe bi keştiyekê rizgar bike. Werhasil di vê de Xweda bi avê dawî li her tiştî tîne û bi avê her tiştî ji nû ve ava dike.
Lê belê hezar mixabin e ku faşîzm, yanî tarîbûn û cehaletek ku ji cehaleta Ebû Cehîl heza carî reş û xwîndar, rastî û heqîqeta her tiştî tarî dike. Ya din jî di navbera van faşîzman de, dixwaze bila ya Tirkan be, dixwaza bila ya Almanan be, dixwaze bila ya Ereb, Kurdan be ferqûcudahiya wan ji hev tine. Ji ber wê ye ku Hîtler faşîzma Tirk, ji xwe re mamoste û bav dibîne; faşîstên Kurd Mala Barzanî ji ber dawa Enqerê dûr nakeve.
Faşîzm, yanî neheqî, nerastî û deraw! Ne Misilman e dibêje “Misilmanê rast ez im”. Xweda erdê û ezman û avê diafirîne; Çiyayan li deştan diçiqîne. Ji çiyan çeman diherikîne. Hezar qewmî diafirîne ku ji wan çeman vexwun û erdên xwe pê av bidin. Ji hezaran qewman her yekî, dike xwediyê çand û zimanekî, ew Misilmanê derewîn, bavê Ebû cehîl, radibe Kurdî, Erebî qedexe dike, jorê Firatê dagir dike, dibêje, “hemû ava Firatê ya min e, hûn çima bi Kurdî, Erebî diaxifin”, hemûyan qedexe û înkar dike. Ha tu rabûyî te xêr û bêra Xweda înkar kir, ha te Xweda bi xwe înkar kir!
Faşîzma Tirk bi vê jî nema! Firat li ser gelan qut kir, Dîcle qut kir, têr nebû. Di dawiya dawî de hemû zebaniyên xwe şandin ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Gelên li Til Rifat, Kurdên Efrînî ku li ber Efrînê xwe çêkiribûn û bi hêviya ku li erd û zeytûnên xwe bizivirin li ber xwe didan, ji ber êrÎşa ancax karîbûn xwe biavêjin herêmên parastî yên Rêveberiya Xweser.
Tayip Erdoğan, bi rastî jî faşîstekî wisa saxlem e ku, bavê Ebû Cehîl nikare avê (avê guneh e) li destên wî bike. Çima ev wisa dibêjin? Ji ber ku ne henek, tifaqeke temam çêkiriye. Niha, tu bêjî nebêjî jî, Mala Barzanî di xizmeta faşîzma Tirk de ye. Çima, çawa? Efrîn dagir kir, xêrxwaziya Barzanî çû saziyên xwe li wir vekir. Kêm yan jî zêde, dagirkeriya Tirk li wir rewa kir. Tirkan, Serê Kanî û Girê Spî dagir kir, bêbextên xayin yên wê malê, gotin, “pirsgirêka Tayip bi PKK’ê re ye, ne bi Kurdan re…” yanî dîsa dagirkerî rewa kirin. Di vê dawiyê de jî Til Rifat, Şehba û Minbic… aşkere bû ku gelek Kurd bi saloxdana Enks’ê, ji aliyê çeteyên Tirk ve hatine kuştin û teslîmî dijmin kirine. Di dawî de ya ku her kes li bendê bû, qewmî: ENKS talîmata MİT’ê guhdar kir, lê guhê xwe neda Şêxê Kurd, Şêx Xiznewî…
Bila xwendekar li qusurê nenêrin lê ez dibêjim ev li gorî fitrata Mala Barzanî û ENKS tiştekî adî ye, normal e. Hûn ê bêjin çima? Ma Tayip, Hakan Fidan ne bavê Mala Barzanî ye? Belê! Ew dibêjin, ti kes tiştekî wisa bi zora bavê xwe îftira nake. Ma dema ku bavek her carê banî kur yan jî keça xwe bike, ne ew diçin mala bavê xwe, destê wî radimûsin û datîn li ser eniya xwe? Belê! Ma kengî Tayip bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bombe barand û piştre banî wan kir, lê Mala Barzanî neçû Enqerê, talîmatek da wan lê wan guhdar nekir? Eger bavê yekî rabe, wekî Tayip, pîroziyên ku Xweda afirandiye, zimanan, çandan înkar bike û abdên Xweda bikuje, kurê wî, wekî ENKS û Mala Barzanî wê çawa gotina Şêxekî Kurd guh lêbikin?