Birûc Resûl/Qamişlo
Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku îradeya gel bişkîne destpêkê jin kiriye hedef, Ji ber vê yekê divê hemû jin her tim di nav danûsitandinê de bin û got: “Siberoja Sûriyê bi destê jinan û modêla Rêveberiya Xweser ku jin tê de rêveber, têkoşer û siyasetmedar be wê pêkwere.”
Komên cîhadîst ên HTŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku 27’ê Mijdarê li dijî Helebê destpê kir, bi ketina rejîma Baas li Şamê bi encam bû. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di 8’ê Kanûnê de ketin Şamê û desthilatdariya xwe ragihandin. Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, şervanên QSD û YPJ’ê berxwedaniyek dîrokî raber dikin. Jinên ku li dijî êrişên hovane li berxwe didin bi biryar in ku destkeftiyên Şoreşa Rojava ku bi pêşengtiya jinê destpê kir, biparêzin. Her wiha di Suriyayeke nû de, pêwîste jin jî cihê xwe tê de bigre. Windakirina jin di civakê de, windakirina tevahî gel e.
Di derbarê tevlîbûna jin di Sûriyayeke demokiratîk de Endama Konseya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yûsif ji Rojnameya me re axivî.
Foza Yûsif di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di 7`ê Çileya 2025`an de komxebatek girêdayî jinê hat li
darxistin, armanc ji vê komxebatê jî ji bo guhertinên dawî û geşedanên ku li Suriyê hatin çêkirin, di heman demê de siberoja jin di Suriya nû de wê çibe. Di rastiya heyî de gelê Sûriyê razî û kêfxweş bûn bi helweşîna rêjîma desthilatdar a Baas`ê, lê belê ev guhertin jî metirsiyek mezin çêkir û bi taybet li ser jinê. Di Suriya nû de pêwîste jin cihê xwe bigire û mafê wê neyê xwarin. Her wiha pêwîst e em di avakirina sîstemek demokratîk de û hem jî li hember nêzîkatiyên paşverû têkoşînek mezin bidin. Di heman demê de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina xwe û axa xwe şer û pêşengtî kirin. Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku îradeya gel bişkîne destpêkê jin kiriye hedef. Ji ber vê yekê divê em hemû jin her di nav diyalogan de bin, her nîqaş bikin. Divê jin li keda xwe xwedî derkeve. Divê jinên xwedî tecrûbe û bi hêz cihê xwe di nav Sûriyek nû de bigirin, da ku destkeftiyên jin û ciwanan biparêzin. Gelê li vir jî tu carî piştgiriya xwe ji rêveberiya xwe qut nekiriye. Partiyên siyasî xwedî helwestin. Bi taybetî pêşengtiya jinê di asta herî jor de ye. Niha ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekîtî û piştgiriyek xurt heye. Divê em hemû siyasetên li dijî me, vala derxin. Divê em ji êrişên hîn dijwartir re xwe amade bikin. Ji ber ku em baş dizanin çavê dewleta Tirk û çeteyên wê, li ser herêma me ye. Her wiha dibe ku çeteyên DAIŞ’ê xwe ji nû ve ava bike. Ev xeterî li ser herêmê heye. Divê em di zanebûna van xeteriyan de bin. Amedekariya me li hember her rewşî heye, em gav paş de navêjin. Ev zehmetiyên ku me derbas kir ew dê me bibe serkeftinê.”
‘Civaka ku jin dinav de cih ne gire ew civak wê seqet be’
Foza destnîşan kir ku rejîma Sûriyê ya nû sînordarkirina rola jinan dihilbijêre û wiha domand: “Ji bo avakirina civakeke adil û wekhev rêya yekane ye. Em nikarin tiştê li Şamê rû didin paşguh bikin. Banga fikrê baviksalarî ya radîkal tê kirin. Rejîma Sûriyê ya nû, li şûna ku ji tecrubeya Rêveberiya Xweser sûdê bigire, dûrxistin û sînordarkirina rola jinan hilbijart. Mixabin, kesayeta yekemîn a ku nûnertiya jinan dike, li dijî zayenda xwe axivî û îdia kir ku karê jinan mal û mezinkirina zarokan e, ev fikrê paşverû, hewldaneke bêhêvî ya vegerandina jinan ji gera koletiyê û di bin kontrola hegemonya baviksalariyê de ye. civaka ku jin dinav de cih negire ew civak wê seqet û birîndar be. ”
‘Jin rêya her kesî ber bi siberojeke baştir ve ronî dike’
Foza Yûsif di berdewamiya axaftina xwe de palkişand ser jin û siberoja Suriyê û wiha pê de çû: “Di dîroka têkoşîna jinan de tecrubeya Rêveberiya Xweser taybet e, ruxmî astengî û zehmetiyan bi ser ket û jinan di Rêveberiya Xweser de isbat kir ku jin dikare rêveberiyê bike. Îro li hev kombûna jinan ji bona ku di siberoja Sûriyê de jin jî bi rengekî çalak cihê xwe bigre û ezmûnên vê yekê jî di nava Sistema Rêveberiya Xweser ku jin tê de rêveber, têkoşer û siyasetmedare ji bona cîhanê tev bûye nimûne. Jinên berxwedêr li eniyên parastinê, ji cîhanê re îsbat kirin ku jin ne tenê hevala şoreşê ye lê pêşenga şoreşê ye jî, rêya her kesî ber bi siberojeke baştir ve ronî dike û Rêya têkoşînê berdewam e. Jinên sûriyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim sembola berxwedan û têkoşînê ne. Avakirina Sûriya nenavendî, azad, wekhev û demokratîk xewna jinan e. Em bang li jinan dikin ji bo ku em vê armancê bi dest bixin û bibin yek û modêleke wiha pêşkêş bikin ku nifşên bên li ser wê bimeşin.”
‘Avakirina konfederalîzma jinan esas e’
Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD`ê Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê bi stratejî, bi plan û bi zanebûn têkoşîn bikin. Bi taybet jî ji hemû deman zêdetir avakirina konfederalîzma jinan esas e. Ev çi di asta Rojhilata Navîn de be, an jî di asta cîhanê de be. Şoreşa jinê rêgeza ku wê çawa jiyan bike diyar dike û biryara cîhanekê nû nîşan dide.”






