Lîloz Hisên/Qamişlo
Rêveberiya giştî ya Hêzên Parastina Civakî ya Qamişlo Rebî`a Omer diyar kir ku ji tevahiya gel tê xwestin ku parastina welatê xwe bike.
Ev demeke dirêje, ji ber êrişên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji milê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk seferberiya giştî ragihandibû, di encamê de gelê herêmê bi tevahî pêkhateyên xwe tevlî seferberiyê bûn û yekîtiya refên xwe ragihandin. Bi alîkariya Hêzên Parastina Civakî gel hate rêxistin kirin, keç û xort tevlî eniyên şer bûn û sîstema Şerê Gelê Şoreşgerî dan meşandin.
Derbarê vê mijarê de rêveberiya giştî ya Hêzên Parastina Civakî Rebî`a Omer Hesen ji rojnameya me re axivî.
Rêveberiya giştî ya Hêzên Parastina Civakî ya Qamişlo Rebî`a Omer Hesen diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li ser pira Qereqozaqê, bendava tişrîn û Minbicê, Rêveberiya Xweser seferberiya giştî ragihand û wiha got:“ Ji ber vê yekê weke Hêzên Prastina Civakî em tevlî seferberiyê bûn, gelek keç û xortên herêmê jî tevlî me bûn û her kesî cihê xwe di parastina vê xakê girt.”
Rebî`a Omer Hesen bal kişand li ser xebatên HPC û domand:“Ji xebatê me yê sereke ku sîstema Şerê Gelê Şoreşgerî bidin pênasekirin ji civakê re, civakê rêxistin bikin, perwerdeyên leşkerî, siyasî û fikrî bidin da ku mirov zanibe zihniyeta xwe pêş bixe, weke HPCMê ev xebat me da meşandin û me xwe berpirsyar dît.”
‘Dem dema Şerê gelê Şoreşgerî ye’
Rebî`a Omer Hesen wiha pê de çû:“ Ji ber bûyer û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêma me, ji me tevan tê xwestin ku xaka xwe biparêzin û piştgirî bide QSD, YPG û YPJ’ê û bi coşeke xurt cihê xwe di enya şer de bigrin. Komîteyên ku di nava HPC’ê de hatine avakirin ( tenduristî, çêkirin xwarinê ji bo leşkeran, di eniyên şer de çawa piştgiriya hevalên xwe bikin, yên jinan, komîteya derbasbûna nava civakê da ku wan birêxistin bikin û komîteya ciwanên HPC), her kesî xwe berpirsyar dît ji bo parastina welatê xwe. Pêwîstî çêbibe wê HPC’ê tevlî şer jî bibe. îro dema pêkanîna Şerê gelê Şoreşgerî ye, bi hev re xebatê bidin meşandin. Roj roja têkoşîn û berxwedanê ye eger îro em xwedî li hebûna xwe dernekevin, wê derfet nemîne di pêşerojê de ji bo bidestxistina mafên xwe.”
Rebî`a Omer Hesen bal kişand ser şerê taybet û ragihandinê û wiha anî ziman:“ Ji bo rê li ber şerê taybet û yê ragihandinê bigrin, em ketin nava civakê, me civîn li dar xistin, ji gel re xeteriya vî şerî hate pênasekirin, şîrovekirin û hişyarkirin.”
‘ Parastin erkê her kesî ye’
Rebî`a Omer Hesen diyar kir ku ji dema ragihandina seferberiya giştî, hejmareke mezin ji gelê herêmê tevlî seferberiyê bûn û wiha berdewamî da axaftina xwe:“Gelek keç û xort tevlî eniyên şer bûn, her kesî naskir ku parastin ne tenê dikeve ser milê hêzên QSD û her kesekê ku di vî welatî de jiyan dike berpiysarê parastina xakê ye. Li pira Qereqozaqê ev demeke hêz û gelê me yê têkoşîn û berxwedanê di asteke herî bilinde de dide meşandin û hemû planên dagirkeriya tirk û çeteyên wê valederxstin e. Ji ber ku sîstema şerê gelê şoreşgerî hate pêkanîn, erkê me ye ku îro em piştgiriya hêzên xwe bikin, destek û alîkariyê bidin hev, da ku em xwedî li xaka xwe derbikevin û nehêlin dijmin îrade û vîna me bişkîne û bibin bersiv ji bona gelê xwe û destkeftiyên xwe biparêzin.”
‘Pêwîstiya bi perwerdeya rojane heye’
Rebî`a Omer Hesen wiha berdewamî da gotinên xwe:“ Pêwîste em rojane xwe perwerde bikin, her mirovekî/e perwerdekirî dikare civakeke saxlem ava bike û perwerde kirin û xwe perwerdekirin erkê me tevane. Em derbas nava taxan, gel û saziyan dibin, perwedeyên fikrî, siyaî, leşkeî û çekê didin. Dema em dibêjin parastin ne tenê bi çekê dibe, lê belê bi hemû rengî perwerde tê meşandin. Her kes niha li eniyên şer, Ii xalên kontrolê û di taxan de parastinê dikin, parastina welat û rûmeta xwe dikin, ji bo ku xwedî li keda xwe û ya rêbertî derkevin.”
Di dawî de Rebî`a Omer Hesen bang li tevahî keç û xortên herêmê kir ku tevlî hêzên xwe bibin û piştgiriyê bidin şervanên azadiyê yên ku di çeperên şer de têkoşîn û berxwedaneke dîrokî li hemberî dagirkeriya tirk û çeteyên wê didine meşandin.