Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Vîna gel û şervanên azadiyê li Bendava Tişrînê

19/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Vîna gel û şervanên azadiyê li Bendava Tişrînê
Share on FacebookShare on Twitter

Dilovan kêfo/Amûdê

Berxwedana şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, dewam dike.

Welatiyên bajarê Amûdê Beşîr Mele Newaf, Ronî Ebdê û Hemdiye Ebdilah balkişandin ser berxwedaniya ku  bendava Tişrînê tê meşandin û di vê çarçoveyê de ji Rojnameya me re axivîn.

‘Armanca dewleta tirk hilweşandina rêveberiya xwesere’

Mamoste Beşîr Mele Newaf diyarkir ku “Heger em li dîrokê vegerin emê bizanibin ku faktora sereke ya serkeftinê berxwedaniye. Heger ew berxwedan  xwe nesipartibe aliyê wê yên mafdarî bê guman wê lawaz be. Em bi çavên xwe dibînin Ku çawa li bendava Tişrînê ku şervan li hemberê dijmin berxwedanî dikin, her wiha armanca êrîşên dewleta tirk tunekirina gelê kurde û helwişandina ezmûna Rêveberiya Xweser e. Ji ber vê yekê dema ku em dibînin aliyên wê yên coş û kelecanê ku piştgiriya hêza xwe dikin gelekî giringe û em bi hêvîne ku hemû civak çi mamoste, Rewşenbîr, siyasetmedar û hwd, pêwîste piştgiriya şervanan bikin, hebûna hêza me hebûna me ye.

Serkeftin ya gelê kurd e

Welatiyê bi navê Ronî Ebdî jî got: Berxwedaniya ku îro li bendava tişrînê tê meşandin berxwedaniyeke bêhempaye û di dîrokê de cihekî xwe yê girîng digre, û wiha anî ziman” hêviya me ewe ku gelê kurd xwedî li vê berxwedaniyê derkeve, hebûna hêza me hebûna me dide nîşandayîn, şerê ku îro tê meşandin şerê hebûn û tunebûnê ye. Armanca dewleta tirk û çeteyên wê ewe ku berxwedaniya gelê kurd bişkîne. Em ji dewleta tirk re dibêjin ku em ji hêza xwe bawerin wê serkeftin ya me be, an serkeftin an serkeftin.”

‘Dewleta tirk êrîşê hebûna gelê kurd dike’

Welatiya bi navê Hemdiya Ebdilah jî wiha got ” Di serî de em berxwedaniya şervanan a li bendava Tişrînê pîroz dikin û em ji hêza xwe re dibêjin ku emê hertim piştgiriya we bikin . Hêviya me ewe ku em xwedî li hêza xwe derkevin û çi ji me bê xwestin em amedene, hêza me hebûna me ye, ji ber Ku dewleta  Tirk a dagirker êrîşê hebûna gelê  kurd dike. Emê tucaran rê nedin dewleta tirk ku axa me dagir bike. Hertim  serkeftin wê para me be.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.