Saturday, June 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi hevgirtin û xebata hevpar wê mafê pêkhateyan bê misogerkirin

18/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Bi hevgirtin û xebata hevpar wê mafê pêkhateyan bê misogerkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Pêkhateyên Suryanî diyar kirin ku nimûneya Rêveberiya Xweser guncawe ji bo tevahî Sûriyê. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwîna kurd, ereb, suriyan, êzdî û ermenan bûye yek.

Piştî rûxandina rêjîma Essed, gelek hewildanên avakirina fitneyan di navbera gelê herêmê de derket, bi armanca hilwişandina aramî û ewlehiya herêmê ku ev 14 salin serdestin, 14 sal bi saya Rêvebriya Xweser ku li ser esasê bratiya gelan û jiyana hevbeş hatiye avakirin û ji cîhanê tevahî re bûye nimûne. Bûyerên derxistina fitneyan berdewam dike, herwiha li aliyekî din jî pêkhateyên herêmê sîstema xebatên hevpar di navbera tevahî pêkhateyan xurt dikin, da ku Sûriyeke nû û demokratîk di destûra nû de hemû kes cih bigrin.

Derbarê hevgirtina pêkhateyan, xebat û têkşîna bi hev re endamê desteya cîbicîkar ya di Partiya Yekîtiya Suryanî de Efram Ishaq û endama Partiya Yekîtiya Suryanî Sebah Şabo ji rojnameya me re axivîn.

Endamê desteya cîbicîkar ya Partiya Yekîtiya Suryanî Efram Ishaq di destpêka axaftina xwe de gotina kêmnetewan ku ji pêkhateyan re tê gotin qebûl nekir û wiha domand:“Her pêkhateyek li ser vê xakê ji kevntrîn gelên resenin, li vê herêmê kurd, ereb, êzîdî, ermen û hwd.. bi salan bi hev re jiyan kirine. Em hewil didin ku têkiliyên xwe bi tevahî pêkhateyan xurt bikin, ev yek jî di riya sîstema biratiya gelan û aştiya gelan ku Rêveberiya Xweser ava kiriye.”

Efram Ishaq destnîşan kir ku divê hemû gelê Sûriyê bi hev re xebat bikin, ji bo nivîsandina destûreke nû ya Sûriyê, destûreke demokratîk tê de mafê hemû gelan parastî be, hemû çand, ziman û netew cih bigrin.

‘Bi xurtkirina têkiliyên di navbera pêkhateyan fitne vala hate derxistin’

Efram Ishaq di dawiyê de wiha anî ziman:“Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji dema damezirandina Rêveberiya Xweser heta niha bi rengê aştiya di navbera pêkhateyan û bratiya gelan jiyan dikin, îro li ser vê xakê bi hevgirtin û berxwedana gelan, bi saya hêzên QSD herêm bi tevahiya pêkhateyên tê de jiyan dikin hate parastin ji dagirker û çeteyan, fitneyên ku hin aliyan dixwestin bixin nava pêkhateyan, bi xurtbûna têkiliyên di nava gelan de vala hate derxistin. Nimûneya ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriya kare bibe nimûneyek ji bo tevahî Sûriya, bi danîna hevpeymana civakî tê de mafê hemû pêkhate û zimanê wan qebûl bikin.”

Endama Partiya Yekîtiya Suryanî Sebah Şabo tekez kir ku di dema rêjîma Baas, mafê tevahî pêkhateyan hetibû binpêkirin, her dem çand û zimanê pêkhateyan dihat çewisandin û wiha pê de çû:“ Em dixwazin ku di Sûriya nû de cudahî di navbera pêkhate, ol û baweriyan tune be. Bi edaletî mêf bên miosgerkirin di destûra nû de.”

Sebah Şabo hêvî kir ku mafên olî jî bên parastin û wiha got:“Piştî rûxandina rêjîmê û hatina HTŞ ser hukim, heman binpêkirin derheqê ola me pêk tê, gelek sembolên ola xirstiyan û navdendên olî hatin hilwişandin, em van binpêkirinan red dikin û em daxwaz dikin ku bên rawestandin.”

‘Xwîna tevahî pêkhateyan bûye yek çem’

Sebah Şabo bal kişand ser sîstema Rêveberiya Xweser û wiha berdewamî axaftina xwe kir:“Îro em bi demokrasî temsîla xwe di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriya dikin, bi hev re jiyan dikin. Em di bin siya Rêveberiya Xweser de bi hev re jiyan dikin, ev nimûneya herî guncawe ji bo nivîsadina destûra nû de. Tevahî gelê herêmê şehîd dan ji bo em bi azadî jiyan bikin û xwedî maf bin, divê xaka Sûriya ji hemû gelan re be, bê cudahî û ferq, ji bo parastina vê xakê xwîna kurd, ereb, suryan, ermen û êzîdiyan bi tevahî bûye yek. Bi hevgirtin û xebata hevpar em ê mafên xwe misoger bikin.”

‘Jinan parastina dîrok û rûmeta xwe kirin’

Sebah Şabo di dawî de bal kişand ser rola jinê di nava şoreşê de û pêwîstiya hebûna wê di nivîsandina destûra nû de û wiha got:“Weke jinên Sûriyê em daxwaz dikin ku mafê me bê parastin, beşdarî nivîsadina destûra nû ya Sûriyê bibe û di çareseriya siyasî de rola xwe em bilîzin. Di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku bi navê jinê hatiye nasîn di seranserî cîhanê de, jinê hebûna xwe îsbat kir, ne tenê di milê siyasî, aborî û civakî de, lê belê di milê leşkerî de jî rola xwe lîst, li dijî hovîtirîn komên terorîst şer kir û canê xwe fedayî xak û rûmeta welatê xwe kir, lewma divê jin cihê xwe di nava destûra nû ya Sûriyê de bigrin, Sûriyeke demokratîk, pirrengî, nenavendî.

Post Views: 141
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.