Hemza Sêvo/ Qamişlo
Hunermendê kurd Zubêr Salih diyar kir ku ew bi stranekê kêm dimîne li hemberî berxwedaniya şervanên YPJ û YPG’ê û wiha got: “Armanca min ji derxistina kilîpa ‘Bibin Yek’ pêkanîna yekrêziya gelê kurd e. Herwiha bila dijminên me baş bizanibin em kurd naçin yek bi yek.”
Bi mebesta pêkanîna yekrêziya hemû aliyên kurdî û gurkirina hestên netewî, hunermendê kurd Zubêr Salih kilîpek bi navê ‘Bibin Yek’ di 14’ê vê Çileyê de li ser hemû malperên xwe yên tora mediya dijîtalî belav kir.
Di bedena hunermend Zubêr Salih de agirê hesreta yekrêziyê dikeliya. Ji ber vê rewşa ku gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe û hewcedariya gelê kurd bi yekîtiyeke netewî hebû, awazên sazê û gotinên wî jî hewcedarî derbirînê hebûn. Lewma jî hunermendê kurd ê ku temenê wî nêzî 60 salan e û ji Derbêsiyê ye, kilîpek li berhemên xwe zêde kir.
Girêdayî kilîpa ‘Bibin Yek’ hunermend Zubêr Salih ji rojnameya me re axivî.
‘Stranek derheqê berxwedaniya QSD’ê de ne bes e’
Hunermend Zubêr Salih anî ser ziman ku straneke wî têra berxwedaniya YPG û YPJ’ê nake û wiha domand: “Ev çend roj bûn ku em ji bo amadekirina vê stranê dixebitîn, hêjayî bibîrxstinê ye ku min awaz û gotinên vê stranê bi hevkariya hunermend Kerem(Xwarzê min) amade kir. Herwiha li hunergeheke biçûk bi hevkariya Hunergeha Selam strana xwe tomar kiriye. Me ev kilîp bi derfetên kêm di demeke kurt de çêkir, carcaran dema ku xebatek bi lez û bez tê afrandin ew ê ne li gorî dilê me be. Lê dîsa jî weke hunermend min hez kir ku ez vê erkê bavêjim li ser milê xwe. Di heman demê de ez peyama xwe bidin xuyakirin ku dem dema yekrêziya gelê kurd e. Dema ku îro jî berxwedaniya şervanên YPJ û YPG’ê sengerên şer tê dîtin, em têdighêjin ku stranek tenê li hemberî vê berxwedaniyê kêm dimîne. Ez wek hunermend dema berxwedana şervanan dibînim, coşa min bilind dibe û dixwazim li rex wan şer bikim.”
‘Em naçin yek bi yek’
Zubêr Salih diyar kir ku bila dijimê gelê kurd bizanibin ku kurd naçin yek bi yek û wiha bi lêv kir: “Derfeta ku bi dest ketiye, derfeteke zêrîn e, me li Rojava bi xwîna şehîdan û keda şervanan destkeftî bi dest xistin. Em jî naxwazin vê derfetê ji destê xwe berdin, ji ber ku eger ji dest çû, em ê sed salên din nikaribin dîsa vegerînin. Bi hezarên sala ye ku şer û pevçûn li ser gelê kurd tê meşandin, di wexteke ku em bê çek bûn, em tune nebûn, gelo em ê bi vê hêza ku parastina me dike, bên tunekirin? Bav û kalên me di serdemên kevnar de gotin “Eger em nebin yek, em ê herin yek bi yek.” Lê îro bila dijminên me bizanibin em naçin yek bi yek. Tiştê ku pêwîste em bizanibin yekrêzî wê hebûna me û van destkeftiyan biparêze.”
‘Em yekrêziya gelê kurd dixwazin’
Hunermend Zubêr Salih bang kir ku daxwaza her kesî yekrêziya kurdî ye û wiha got: “Niha li derodar Minbicê, Bendava Tişrînê û deverên din şervanên me şerekî ji bo parastina gel û axa xwe dikin. Lewma jî piştgiriya van şervanan erka hemû kesî ye, rewşenbîr bi pênûsa xwe, hunermend bi stranên xwe, rojnamevan bi axaftinên xwe û muzîkjen bi awazên xwe dikarin bibin pişt ji YPG û YPJ’ê re. Herwiha ya girîngtir pêkanîna yekrêziya kurdî ye, em weke hunermend daxawaza me yekbûna gelê kurd e. Hunermendên kurd xwedî şopîner in û her yek ji wan xwedî bandoreke mezin li civakê dike. Dema ku hunermendek stranekê dibêje ew jî ne kêmî xebata şoreşgerekî ye. Peyama min weke hunermend ji vê kilîpê yekrêziya kurdî ye, êdî dem dema yekîtiya gelê kurd e. Niha ji kurdan tê xwestin ku nakokiyên di nav xwe de biavêjin pişt xwe û nebin sedema pêkanîna nakokiyan di navbera du aliyên kurdî de. Em bi hêvî ne ku ev nakokî ji holê rabin û bi riya Rojnameya Ronahî ez peyama xwe digihînim gelê kurd.”