Thursday, June 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berxwedana gelan û QSD`ê bi biryardarî didome

15/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Berxwedana gelan û QSD`ê bi biryardarî didome
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana gelan û QSD`ê bi biryardarî didome.

Piştî ketina rejîma BAAS’ê ya li Sûriyê, dewleta Tirk a mêtinger ji xwe re firsend dît û ji bo tişta ku DAIŞ’ê nekarî bike, ket nava liv û tevgerê û dest bi êrişan kir. Şerê ku diqewime, ne şerê Kurd-Tirk e, şerê hebûn-nebûnê yê di nava hêzên azadîxwaz û hêzên mêtinger de ye. dewleta Tirk a dagirker her êrişê xwe li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê didmîne. Bi armanca têk birina Şoreşa Rojava ye ku kurd di vê cîhanê de bê par bimînin.

Şoreşa Rojava bûye taca serketinê ya têkoşîn û berxwedaniya 40 sal î. Şoreşa Rojava wê îdîa û biryardariyê de ye ku pirsgirêka azadiyê ya mirovahiyê çareser bike. Ev şoreş bûye serketina hemû gelên bindest a li hemberî modernîteya kapîtalîst. Şoreşa Rojava serketina herî binirx e ku şaristaniya demokratîk li dijî şaristaniya kapîtalîst bi dest xistiye. Serketina li Rojava, pêl bi pêl belav bû û xwedî karakterek wiha ye ku hemû Rojhilata Navîn û cîhanê bandor bike. Tirsa herî zêde ya hêzên şaristaniya kapîtalîst jî ev e. Destpêkê rêxistineke weke DAIŞ’ê bi kar anîn, plan kirin li dijî gel qirkirinê pêk bînin û xwestin şoreşê tune bikin.

Îro jî hêzên QSD, YPG û YPJ`ê li bindava Tişrînê û Minbicê li dijî her êrişan li ber xwe didin. Gelê herêmî jî vê tekîz dike ku ew ê her li kêleka şervanên xwe YPJ û QSDˈê bin. Di heman demê de QSD û YPJˈê  rûmeta xwe dibînin.

Di derbarê êrişên dewleta tirk a dagirker û berxwedaniya ku hêzên QSD`ê û gel didin meşandin Endama Mecilsa Malbatê Şehîdan Fadiya Silêman û Rebî`aa Qewas ji Rojnemeya me re axivîn.

Fadiya Silêman diyar kir ku ji bo rawestandina vî şerê qirêj ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker tê pêk anîn ti kes xwe bêdeng neke û wiha pê de çû: “Pêwîste ev pêvajoya ku niha em tê re derbas dibin bibe  bidawîkirina dagirkeriyê ku di xwaze bi vî êrişên xwe re aştî, ewlekarî û aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rake. Ji ber vê yekê hêzên me û gelê me yê hêja li Kobanê,bendava Tişrînê û her cihekî ku niha êriş li ser tê meşandin wê ne tenê li ber xwe bidin. Em bawerin ku ev şerê niha wê bibe şerê serketina mezin. Ruhê lehengiyê ku hêzên me li derdora Qerqozax û Bendava Tişrînê nîşan dan, nîşaneya herî zelal a serketina berxwedana Kobanê ye. Em gelên welat parêz ku bi ruhê şerê gelê şoreşgerî asta  berxwedanê bilind dikin, em bi rêzdarî wan silav dikin. Her wiha em bang li hemû gelê kurd dikin ku bila çek hilgirin û bi şervanên xwe re li eniyên şer çepera xwe bigrin. Divê em bizanibin ku yekane rêya serketinê, rêya jiyana azad û bi rûmet, berxwedanê ye. Em ji gelê xwe yê Kobanê û hemû gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dibêjin ku hûn ne bi tenê ne, îro li her derê wijdanê mirovahiyê û cîhanê bi we re ye.”

‘Hêzên me rûmet û hêviya me ye’

Endama Mecilsa Malbatê Şehîdan Fadiya Silêman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li hemberî êrişên berfireh û berdewam ên heta vê kêliyê, hêzên me yên leşkerî berxwedaneke mezin nîşan didin. Li hemberî hemû êrişan rawestiyane û êriş têk birine; bi dehan çete hatine kuştin û birîndar bûne. Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe sûcîn pir mezin pêk anîne bi taybet li hemberî sivîlan, Ji ber vê yekê gelên cîhanê û saziyên ji parastina mafên mirovan berpirsyarin divê di mijara qetilkirina sivîlan û bikaranîna çekên qedexekirî de hesab ji şerê qirêj yê Erdogan û berpirsyarên din bipirsin, her wiha jiyana aştiyane, bi ewle û aram a mirovahiyê wê ji niha û pê ve bikeve rewşeke metirsîdar, ji ber ku her kes xwe ker û lal dike di heman demê de çavên xwe ji van sûcan re digirin. Ev êrişên ku armanca wan dagirkirina herêmê û têkbirina aramiya wê ye, di çarçoveya planeke nû ya dagirkeriyê de ye ku Tirkiye hewl dide di nava xaka Sûriyê de pêk bîne. Lê hêzên me careke din bibîr dixîne ku wê mafê xwe yê parastina gelê herêmê û bersivdayîna hemû êrişan bidin. Hêzên me rûmet û hêviya me ye.”

Îradeya gel roj bi roj xurtie dibe

Di heman çarçoveyê de Endama Meclisa Malbatê Şehîdan Rebî`aa Qewas di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker her êrişê xwe yê bê navber li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, armanca van êrişan jî berdewam kirina pilan û armancên berê ne, tunekirin û qirkirina gelê kurdan ne. Tevî ku êrişê herî giran ji aliyê dagirkeriya tirk û çeteyên wê ve tên kirin, lê îradeya gel xurtir dibe û dest ji axa xwe bernda. Bi berxwedana gelên herêmê armanca dagirkeriya Tirk têk diçe. Dewleta Tirk di hundirê xwe de gihîştiye asta têkçûnê, di aliyên siyasî, aborî û civakî de kirîzeke pir kûr jiyan dike. Ji bo ku kirîzên di hundirê xwe de veşêre, êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Gelên herêmê, hem jî saziyên ku di bin xizmeta gel de kar dikin berxwedanî û îradeyekî pir mezin didin nîşandan. Tevî ku dewleta Tirk zarokan qetil dike, mafên jinan bin pê dike, lê rêxisitnên mafên mirovan bêdengin.”

‘QSD`ê rumeta me ye’

Rebî`aa Qewas wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em heya dawî li kêleka hêzên xwe yê QSD`ê bin, ew hebûn hêviyê me ne, ew rûmet û nasnemeya me ne. em jî wek dayikên şehîdan çek û rextên me wê li ser milê me bin, em ê kêleka zarokê xwe bin, wê swekeftin jî ya me be. Her wiha hêzên ku qaşo ji bo aramiyê li xaka me ne, dema ku êrîşan dewleta tirk a dagirker li ser xaka herêma Bakur û Rojhilatê Sûriryê bi awayekî hovane pêk tê, çima xwe bideng û kor dikin wekî ku tiştekî nabîçnin? Hêzên ku qaşo dibêjin ew mafên mirovan diparêzin, çima bêdeng in? Ji bo dawî li vê bêdengî û durûtiyê bînin em bang li wan dikin ku wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”

Post Views: 142
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.