Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pergala perwerdeya Başûr di xizmeta dewleta Tirk de ye

15/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Pergala perwerdeya Başûr di xizmeta dewleta Tirk de ye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Bi destûra Wezareta Perwerdeyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bernameya xwendinê ji qonaxa parastina zimanê dayikê gihîştiye qonaxa dagirkirina ziman, ji fêrbûna navên Kurdî yên wek “Dara û Zara û Zirîze” ve gihîştiye “Yagmûr, Denîz û Yildirim”.

Dewleta Tirk a ku sed sal in asîmîlasyona herî dermirovî li ser gelên Bakurê Kurdistanê dimeşîne, niha bi destê hikûmeta Herêma Kurdistanê asîmîlasyonê li ser gelên Başûrê Kuridstanê dimeşîne. Niha Başûrê Kurdistanê di qonaxa dagirkirinê de ye û hikûmeta Herêma Kurdistanê carna bi zanebûn an jî bê zanebûn bi xwe alîkariya vê dagirkirinê dike.

Li Başûrê Kurdistanê, di proseya perwerde û fêrkirinê de, hişyariya takekes bingeh nehatin girtin, gelek peyvên biyanî û xerîb bi zimanê dayikê re di çîrokên pirtûkan de hatin tevlihevkirin ku di nav civaka Kurd de ev nav tune ne û ji navên Kurdî re xerîbin.

Di pirtûka Perwerdeya Îslamî ya pola duyemîn ya dibistana navîn ya çapa sala 2023’yan de ku niha di dibistanan de tê bikaranîn ku ji aliyê neh mamostayan ve hatiye amadekirin, hinek navên Tirkî wek “Yagmûr, Yildirim, Denîz” hatine bikaranîn ku ji civak û zimanê Kurdî re xerîbin. Ev bikaranîna navên Tirkî di şûna navên Kurdî de, dikare nakokî û pirsiyaran ji bo zarok û malbatên wan çêbike û metirsiyeke mezine li ser nasnameya zimanî ya zarokan.

Di vê pirtûka ku xwendevanên pola duyem hînî her tiştî dibin, ji bo karakterên çîrokan navên tirkî yên wek “Yagmûr, Yildirim, Denîz” hatine bikaranîn. Ev nav ji aliyê nijadperestên Tirk ve tên bikaranîn û li şûna wan dikarin navên Kurdî yên resen bihatana bikaranîn. Ev yek nîşana dagirkirina zimanî ye ku diviyabû pêk nehatiba.

Pisporê Zimanê Kurdî Rizgar Xidir vê yekê wek metirsiyekê li ser zimanê Kurdî dibîne û got; “Ev nav ji çand û civaka Kurdî re biyanî ne û bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê dike ku di dema danîna bernameyên xwendinê de bi hûrgulî di ber çavan re derbaz bike, da ku ziman û çanda me neyê xirabkirin. Ji ber ku em tenê bi saya zimanê Kurdî, peyv û navên Kurdî heta roja îroyîn weke netew mane.”

Dagirkirina ziman û çandê bi sed salane ku dewletên dagirker li rex dagirkirina leşkerî û erdnîgarî bi ar tînin da ku gelê Kurd bihelînin. Kurdan bi sed û bi hezaran caran canê xwe dane da ku ziman û çanda me bijîn. Lê îro rayedarên Herêma Kurdistanê bi xwe planên dagirkeran bicih tînin, ku metirsiyeke mezine li ser ziman û nifşên me yên niha û pêşerojê. Lewra divê gavên cidî ji bo rawestandina vê dagirkirina zimanî û bikaranîna peyvên biyanî bên avêtin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.