Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêwîste jin bi destê xwe mafê xwe binivîse’

15/01/2025
in JIN
A A
‘Pêwîste jin bi destê xwe mafê xwe binivîse’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Endama Rêveber a Meclisa Jinên Sûrî Erîfa Bekir diyar kir hikumeta demkî ya Sûriyê dixwaze jinê vegerînin bin perdeya cilên reş, lê rengê Sûriyê îslama tindrew qebûl nake û got, “Di roja îro û li gorî rewşa Sûriyê ya niha, girînge ku jinên Sûriyê yekgirtina xwe ava bikin.”

Bi avakirina desthilatdarî û dewletan re, jin hate kolekirin, bi taybet jinên kurd û Sûriyê bi salan di bin koletiya Rejîma Baas de jiyan kirin. Lê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê û ragihandina sîstema Rêveberiya Xweser û projeya Netewa Demokratîk, jin li hemberî hemû siyasetên ku li dijî wê dihatin meşandin têkoşîn kir û di hemû warên jiyanê de pêşketineke ber bi çav pêkanî. Niha jî Sûriyê ji desthilatdariya Baas rizgar bû û hikumeteke nû tê avakirin, lê jin wê çawa di nava vê hikumetê de cih bigere an jî wê bi çi rengî jiyan bike ne diyare, lewra hewldanên jinên Sûriyê ji bû hevgirtinekê heye.

Derbarê girîngiya hebûna rola jin di nav Sûriya nû de, endama Rêveber a Meclisa Jinên Sûrî Erîfa Bekir ji rojnameya me re axivî.

Erîfa Bekir diyar kir ku ew nêzîkatiyên hikumeta Şamê ya demkî yên bi jinê re dişopînin û wiha got: “Ji destpêka hatina hikumeta Şamê ya demkî ve em nêzîkatiyên wan di derbarê jinê de dişopînin. Lê li gorî şopandina me, nêzîkatî hikumeta dimkî ne li gorî rewşa Sûriyê û pêkhateyên wê ne. Ji ber ku gelê Sûriyê gelekî zanistî ye, gelek pêkhate lê jiyan dikin û mezebên cûda lê hene. Girînge ku nêzîkatiyên hikumeta Şamê ya demkî li gorî fiseyîfosaya Sûriyê û pêkhateyên Sûriyê wê bin. Herwiha li gorî şopandina me û tiştên ku em dibhîzin cilên girtî li jinê belav dikin, bi vê yekê dixwazin jinê vegerînin bin perdeya cilên reş, lê jina Sûriyê jî di bin vê peredeyê de nikarî bijî û vê yekê qekbûl nake û red dike.

Ya din jî hikumeta Siwêsra biryarek derxist ku yên cilên girtî li xwe bikin wê cezayên diravan li wan bê birîn, ew jî li gorî zagonên Siwêsrî ceza wê bide jinên ku cilên girtî li xwe bike, roja din ji vê biryarê li Banyasê bi dehan jinan cilên reş li xwe kirin, ev tiştekî sîstemlî ye ku dibêje Siwêsre ev biryar derxist, em jî li dijî vê birayrê ne. Dixwazin Sûriyê bikin Afxanistan wekî ku Talîban çawa li jinên Afxanê dikir li jinên Sûrî jî bike, hikumeta Afxanî dixwaze vê sîstema Afxanê li Sûriyê bidin meşandin. Li Kêlek vê jî her kesî dît dema ku Wezîra Derve ya Alamaniya hate Sûriyê, Ehmed Elşeri bi dest silav neda wê, ev dide diyarkirin ku hikumeta nû li gorî şeriyeta îslamiyetiyê dimeşe. Lê rengê Sûriyê îslama tindrew qebûl nake.”

‘Pêwîste jin bi destê xwe mafê xwe binivîse’

Erîfa Bekir di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku amadekarî ji bo damezrandina hikumeteke nû a Sûriyê tê kirin û pêwîste di vê hikumetê de mafê jin parastî be û wiha got: “Niha hazirtî ji bo damezarandina hikumetekî nû ji Sûriyê re tê kirin, wê di vê hikumeta nû de destûrek were nivîsandin, destûrekî Sûrî, pêwîste mafê jin vî destûrî de hebe û li ser bingeha wekheviyê be. Jin di şoreşa Rojava de gelek berdêl dan, kedekî mezin kir û gelek destkeftî bidest xistin, lewra pêwîste mafê jinan di destûra Sûriyê jî hebe û jin bi destê xwe destûr binvîse. Heger ku mêr destûr ji bo mafê jinê binivîsîne, nikare mafê jin bidê, ji bo vê yekê xwesteka me ew e ku jin bi xwe mafê xwe binvisîne. Hêviyên me hene ji hikumeta nû, an jî Komîteya Destûrî yên ku destûrê Sûriyê binivîsîne, girînge wekhevî hebe di civakê de, ji ber ku heger mafê jin di civakê de tunebe, wê ew civaka bi aliyekî tenê be.”

‘Girînge deng û helwesta jinê yek be’

Erîfa Bekir anî ziman ku Meclisa Jinên Sûriyê ji sala 2017’an ve û heya niha ji bo mafê jinên Sûriyê têdikoşe û wiha got: “Em weke Meclisa Jinên Sûrî di sala 2017’an de, me dest bi têkoşînê kiriye, wek rêxistinkirina jin. Herwiha têkiliyê me bi jinên hemû pêkhateya  re di hundir Rojava de û derveyî Rojava de heye. Di heman demê de nûnerên me li Tevahî Sûriyê hene û danasîna Meclisa Jin ji gelek jinan re hate kirin. Di dema dewletê de gelek zordarî li ser jinê hate kirin, destirêjî lê hat kirin, mafê wê tune bû, di her qadê de nikarî mafê xwe bigirta, dibe ku roleke didan jinê, lê rolekî teşeyî bû, ew jî ayîdê mêr bû, yan bi navê mêran kar dikir, ne weke bi nasnama jin û îradeya jinê kar dikir. Ji ber wê bangewaziya me ji tevahî jinan re di hundir û derveyî Sûriyê de, destûra nû tê nivîsandin ji bû Sûriyek nû, lewra pêwîste di vê destûrê de mafê hemû jinan û yekîtiya wan hebe. Herwiha girînge ku deng û helwesta jinên Sûriyê yek be.”

‘Yekgirtin û wekheviya jinên Sûrî pêwîst e’  

Erîfa Bekir axaftina xwe wiha qedand: “Di roja îro de û li gorî rewşa Sûriyê pêwîste ku hemû jinên Sûrî yekgirtin û wekheviya xwe ava bikin. Êşa jin yeke, yê ku di şoreşê de êş kişandiye jin in, yê ku zarok winda kirine jin in, malên wan wêran bûn, tundiya li ser jin tê meşandin, ne tenê tundî li ser jina kurd tê meşandin, di heman demê de li ser jina ereb, aşûr, ermen û tevahî jinan tê meşandin, ji bo wê pewîste em li hemberî hemû şert û mercan yekîtiya xwe ava bikin û jin êdî nema bikeve bin desthilatdariya tu kesî.”

Post Views: 168
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.