Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî em ê parastina axa xwe bikin’

15/01/2025
in JIN
A A
‘Bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî em ê parastina axa xwe bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/ Qamişlo

Dayîkên bajarê Qamişlo diyar kirin ku ew ê heta dawiyê parastina axa xwe bikin û wiha gotin: “Pêwîste her kes bi rihê Şerê Gelê Şorşgerî dakevin meyidanê û parastina axa xwe bikin.”

Piştî ketina rêjîma Baas û kontirolkirina beşekî mezin ji axa Sûriyê ji aliyê HTŞ’ ê ve gelek guhertin li herêmê çêbûn. Di dema niha de herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rewşeke awarte de derbas dibe û gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xweparastinê wekî erkeî xwe yê sereke dibînin. Di vê çarçoveyê de welatiyên bajarê Qamişlo li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî parastina tax, bajar û gundên xwe dikin.

Derbarê girîngiya parastina jinan ji taxên xwe re,  dayikên bajarê Qamişlo yên bi navê Fadiya Xelef û Cîhan Mûsa ji Rojnameya me re axivîn.

Dayika bi navê Fadiya Xelef da zanîn ku di vê dema niha de ku kompilo li ser kurdan heye ji bo mafê gelê kurd tune bikin, pêwistî bi xweparastinê heye û wiha got: “Di vê demê de ji her kesî tê xwestin ku bi rihê şerê gelê şoreşgerî parastina herêma xwe bikin û bi şev roj têkoşînê bikin. Herwiha em ê rajin çek û bi hêza xwe QSD‘ ê re  û li hemberî dijmin şer bikin û piştgiriya zarokên xwe bikin.  Me sozek bi welat û şehîdê xwe re daniye û heta bihêndana dawî em ê li hemberî dewleta  Tirk û çeteyê wê  berxwedaniyê û têkoşînê bikin. Em ê bi hebûna xwe Erdogan û çeteyên wî têk bibin. Ev ne care yekeme ku Erdogan û çeteyên wî tên şikandin, Erdogan bi van êrişên xwe nikare vîna gelê kurd têk bibe, ji ber ku  gelê kurd xwedî hêze.”

Fadiya Xelef  anî ziman ku armanca dewleta Tirk ew e ku bi van êrişên xwe vîna gelê kurd bişkîne û wiha got: “Dema ku zarokên me şehîd dikevin bêhtir morala me xurt dibe û dewleta Tirk nikare bi van êrişên belafirên bê mirov  tirsê bixe dilê me. Em ê bi hemû hêza xwe li hemberî dagirkeriyê  bisekin û şerbikin. Axa Rojavayê Kurdistanê bi hezaran şehîd dane û em ê jî heta dawiyê berxwedaniyê bikin. Em ê li pişta hêza xwe  bisekinin û parastina axa xwe bikin. Herwiha ji her kesî tê xwestin ku parastina axa xwe bike û bi taybet dayîk ji ber ku dayîk parastina mal û zarokê xwe dike, pêwîste parastina welatê xwe jî bike. Banga min ew e ku her dayîkek parastina axa xwe bike û bibe bersivek ji bo dijmin.”

Dayika bi navê Cîhan Mûsa jî eşkere kir ku ew her şev derdikevin li nava taxa xwe ji bo ku parastina taxa xwe bikin û wiha domanid: “Di dema niha de parastin girînge ji ber ku rewşa herêmê ne arame û  pêwîste ku her kes parastina axa bike. Herwiha parastin ji her tiştî girîngtire û ji bo ku em xwe ji dijmin biparêzin, pêwîste em têkoşînê bikin û piştgiriya şervanên xwe yên ku di çeperên şer de berxwedaniyeke bêhempa didin meşandin, bikin. Rewşa herêmê ya niha  nebaş û xeterî li ser heye, ji ber vê yekê xweparastin erkê her kesî ye ne tenê yê şervanan e.”

Cîhan Mûsa destnîşan kir ku pêwîste her kes tevlî Hêza Parastina Civakî bibe û parsatina axa xwe bikin û wiha qedand: “Pêwîste her kes raje çek û parastina herêma xwe bike. Banga min ji  keç û xortên me re heye ku tevlî Hêza Parastina Civakê bibin. Erdogan dibêjê ez ê we û çekê we binerd bikim, lê ne ew û ne bavî wî nikare me binerd bike û heta dawiyê em ê  piştgirya hêza xwe QSD‘ ê bikin û li hemberî êrişan berxwedaniyê bikin. Di heman demê de heta dilopa xwînê di laşê me de hebe em ê parastina axa xwe bikin.”

Post Views: 141
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.