Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Ez ê jî, werim`

15/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
`Ez ê jî, werim`
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale/Raqe

Dayîka Kobanî Ferîde Mehmûd yek ji beşdarvanên çalakiya nobetê ya bendava Tişrînê ye. Çalakiya nobetê 6`ê Çile destpê kir û îro 7`ê Çile ye. Berî ku çalakiya gel li bendava Tişrînê destpê bike, ew şerê roja 8`ê Kanûnê sala 2024`an destpêkiribû hîna berdewam dike.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku kantona Minbicê dagirkirin hewl didin ku destê xwe deynin ser bendava Tişrîn û heyanî kantona Dêra Zorê dagir bikin.

Li hemberî vê êrîşa dewleta Tirk a dagirker şervanên QSD`ê û gel li ber xwe didin da ku dewleta Tirk di pîlansaziya xwe ya dagirkirina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de têk biçe. Gelê Efrîn û Şehba jî beşekî girîng ê vê berxwedaniyê ne. Ji dibistanên Kantona Tebqa û Reqayê berê xwe didin bendava Tişrînê û tevlî çalakiyê dibin.

Dayîka Ferîde jî xwe gihand karwanê çalakiya nobeta bendava Tişrînê. Di ruh de ew amade bû ku di rêkê de çi biqewime ew veneger e. Çavên wê diberiqîn, bi demê re ketibû nava pêşbirkê ka wê kengî bighîjin bendavê.

Dayîka Ferîde milîsa kevn e

Çavkaniya geşbûna dayîka Ferîde Mehmûd xebata wê ya berê ye. Temenê wê 58 sale, di salên heştî de ew û malbata xwe ji Kobanê derbasî Şamê dibin. Li wêderê dixebitin û hewl didin ku debara jiyana xwe bikin. Dayîka Ferîde li wêderê Tevgera Azadiya Gelê Kurd dinase û dest bi xebatên milîsiyê dike.

Gelê Kurd ê Şamê birêxistin dike û 10 salan xebatên milîsiyê dike. Sala 2011`an jî vedigerin gundê xwe Qeremox ê Kantona Kobanê û tevlî şoreşa Rojava dibin. Yek ji kurên wê di berxwedaniya Kobanê de birîndar dibe û hevjînê wê jî dema ku li Erka Xweparastinê dixebite şehîd dibe.

Dayîka Ferîde anî ziman ku wan her tim li hemberî dagirkeriyê têkoşîn kirine û wiha berdewam kir:` Berî şoreşa Rojava her tim me hewl dida ku em cejna Newrozê pîroz bikin û me ji bo vê yekê şehîd jî dan. Niha jî em li hemberî dagirkeriya Tirkiyê têdikoşin`.

Tişrîn, ciyê xwişk û biratiya gelan e

Di berdewamiya gotinên dayîka Ferîde de hat gotin ku bi riya berxwedana Tişrînê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dighîjin hev û bi hevre têdikoşin.

Di dawiyê de dayîka Ferîde anî ziman ku pêkhateya Ereb û ya Kurd niha bi hevre hem li çalakiyê ne hem jî li eniyên şer in.

 

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.