Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star salvegra xwe ya 20’an li hemû jinan pîroz kir

14/01/2025
in JIN
A A
Kongra Star salvegra xwe ya 20’an li hemû jinan pîroz kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Kongra Star 20’emîn salvegera damezrandina xwe li tevahî jinên bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ku li tevahî qadên azadiyê tekoşîn û berxwedanê didin meşandin pîroz kir.

Kongra Star bi boneya salvegera xwe ya 20’emîn daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniyê de wiha hatibû gotin:

Bi boneya 20’emîn salvegera damezrandina me, em berxwedana şervanên Yekîneyên parastina jinan YPJ’ê li bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê silav dikin. Di sala 2023’an de herêm û gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî li hemberî êrişên pir mezin berxwedaniyeke bêhempa ya dîrokî nîşan daye. Herwiha berdêlên mezin û giranbuha di encama van êrişan de hate dayîn. Di şexsê sembolên azadiya jin de rê heval Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan, Leylal Şaylemez, Evîn Guney, Sêvê, Bakîze, Fatma û şehîdên berxwedana bendava Tişrînê Sozdar Cihad, Cîhan Belkîn, Kerem El-Hemed, Qemer, Tolvîn Şahîn, Ebîr Elhuseyen, Ronahî, Mizgîn,  herwiha di şexsên leheng û sembolên berxwedana cewherî ya jinan, şehîd Zeyneb Saroxan, Rîhan Şiwêş, Yusra Derwîş, Gulê Selmo, Diya Hogir, Zehra Berkel em  rêhevalên xwe bibîn tînin û soza pêkanîna riya wan dûbar dikin.

Daxuyanî wiha hat berdewamkirin: “Kongra Star 20 sal ji tekoşîn, berxwedanî, qehremanî, fedekarî li hember tevahî hişmendiyên netewperest, olperest, zayendperest û dagirkeriyê, bi berxwedaniyeke dîrokî di sedsala 21 an de bi ruhê şerê gelê şoreşger xweparastin esasgirt û meşandin. Di salên demdirêj ji bo gihandina tevahî jinan, erk û misyoneke mezin girt ser milê xwe, da ku pêşengtiyê ji bo tevahî jinan bike. Kongra Star berhemên tekoşîna Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû ku bi pêşengiya jinên kurd xwegihandin tevahî jinan û bi jinên Ereb, Suryan, Çerkes, Ermen, Êzîdî û ji bo tevahî jinan bû cihê hêvî û çareseriyê. Di dirêjahiya 14 salên aloziya Sûriyê de, bênavber êriş li ser herêma me bi riya belafirên bêmirov pêşeng û endziyarê şoreşa me ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dihatin hedefgirtin. Li Şehbayê dagirkeriya Tirk bi hezaran ji gel, jin, zarok û astengdar planên qirker û tundiyê li ser wan da meşandin. Herwiha  li hember tevahî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, em ê bi sekina jina azad têkoşîna xwe mezin bikin û planên wan val derxînin.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser rizgarkirina Sûriyê ji rejîma Baas û wiha hate gotin: “Rizgarkirina Sûriyê ji destê rejîma Baasê gaveke girîng bû, di dîroka me de, ji ber bi salên demdirêj têkoşîna me li hember hişmediya Baas a ku nedihişt jin bi azadî nefes bigrin û bi nasnama xwe ya netewî jiyan bikin, herwiha mafê jinan di destûrê de nehate parastin, jinan nikarîn bi awayekî serbixwe xwe birêxstin bikin.  Lewra Kongra Star di demên ku ev hişmendî xwe li ser îradeya jinan ferz dikir, hate avakirin, bi navê Yekîtiya Star ku bibe bersiva demê, ji bo avakirina jiyanek azad û wekhev ku di vê jiyanê de maf, hebûn û nasnama jin were parastin. Jinan bi israreke mezin bi tecruba Rêveberiya Xweser isbat kirin ku dikarin di tevahî qadên jiyanê de ji perwerde heya ekonomî, ji diplomasî heya siyasî, ji komîn heya meclis bi sîstema hevserokatî û bi pîvanên  temsîlyeta wekhev gavên bi kok di şoreşa jin de bavêjin.”

Daxuyanî wiha bidawî bû: “Em di kêliyên dîrok re derbas dibin, bangewaziya me ji bo hemû jinan werin em bi hevre destkeftiyên şoreşa jin biparêzin, bi hevgirtina jinan Sûriyeke demokratîk, pirrengî, bi hebûn û îradeya jin di destûra Sûrî ya nû de avabikin. Ji bo vê yekê em dibêjin na ji dîktatoryeta Baas re, Na ji sîstema olperestiyê re. Avakirina Sûriyeya nenavendî, azad, wekhev û demokratîk planên me yên bîngehînenin. Em bang li xuşkên xwe yên Sûrî dikin ji bo em vê armancê bi dest bixin û bibin yek modelek pêşkêş bikin ku nifşên bê li ser siberoja azad jiyan bikin.”

Post Views: 100
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.