Dilovan kêfo/Amûdê
Wênsaza ciwan Zeyneb Mûstfa ji zaroktiya xwe ve ji hunera xêzkirina wêneyan li ser depan hez dike. Ew bi rêya vê hunerê hewil dide xêzkirina li ser depan xeyalên xwe derxe holê.
Hunera niqişandin an jî xêzkirina li ser depan xwedî temenekê pir dirêje. Lê di dema dawiyê de vê hunerê bala gelek ciwanên nûhatî kişandiye ku xwe di vê hunerê de pêş dixin.
Yek i ciwanên ku neqşeyan û wêneyan li ser depan xêz dikin, keça bajarê Amûdê Zeyneb Mustefa ye. Wê ji zaroktiya xwe ve ji hunera wênesaziyê hezkiriye û dema ku mezin bûye xeyalên xwe pêk aniye. Zeyneb Mustefa di sala 2003’an de li bajarê Amûdê jidayik bûye, wê xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Amûdê qedandiyê, piştre ji ber hezkirina wê ji wênesaziyê re ew tevlî xwendina peymangiha hunerê beşê wênesaziyê bûye. Piştre wê bi awayekî pispor karê wênesaziyê pêş xistiye.
Derbarê hunera wênesaziyê û bi taybet xêzkirina li ser depan, wênesaza ciwan Zeyneb Mustefa ji Rojnameya me re axivî.
di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ez pir ji wênesaziyê hez dikim. Min ji biçûkaniya xwe ve ji vê hunerê hez kiriye. Ji ber wê min di temeneke biçûk de dest bi fêrbûna wênesaziyê kir û ez pê ve hatim girêdan. Sedema zû fêrbûna min ji wênesaziyê re heskirina min bû. Mirov bi hezkirina tiştekî dikare xwe tê de pêş bixe. Kesên ku alîkariya min dikirin hevalên min yên herî nêzîk bûn, wan hewil dida hemû tiştên ku pêdiviyên min pê hebin, peyda bikin.
Zeyneb balkişand ser zehmetiyên ku ew rastî wê hatin û got: “Zehmetiyên ku bi min re derbas bû, pirsgirêkên çûn û hatinê bû. Lê belê ev tişt li ber xewn û xeyalên min û hezkirina min ji wênesaziyê re nebû astengî, wênesazî ji min re mîna aşqeke bê sînore ku ez çiqsî ji ava aşqa wênesaziyê vexum jê têr nabim. Cîhan bi xwe mîna tabloyeke bi hemû rengan hatiye xemilandin.”
Hunermenda ciwan Zeyneb Mistefa di derbarê kar û xebatên xwe de wiha got: “Tu rengên min yên taybet tuneye, ez ji tevahiya rengan hezdikim. Lê li gorî hestên ku ez tê re derbas dibim, ez hemû rengan bikar tînim. Wênesazî tu dikarî bibêjî ku çi tiştên di dilê te hemû tiştan tu dikare bi riya wênesazî derxîne holê. Lê belê nexşeyên ku ez zêdetir li ser kardikim û çêdikim nexşeyên rûyên mirovan e. Û ji bo zêdetir karên min bê belavKirin min dest bi karê belavkirina li ser medyaya civakî kir û karên min bihtir hat belavkirin û ez hatime naskirin.”
Şêwekara kurd Zeyneb Mistefa di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez dixwazim herdem xwe pêş bixim herwiha banga min ji bo her kesê xwedî hêviyekê be ew e, ku li xewna xwe xwedî derkevin û xwe bihtir pêşbixin û ji bona xwe tu astangiyan nasneke û tenê bide dû xewnên xwe, her wiha hêviya min ew e ku em tevahî bi aramî jiyan bikin.”