Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêwîste rewşenbîr û hunermend piştgiriya QSD’ê bikin’

12/01/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Pêwîste rewşenbîr û hunermend piştgiriya QSD’ê bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Nivîskar Yûnis Bhram da zanîn ku tevî hemû astengiyan lê Şoreşa Rojava di qonaxeke serkeftî de ye. Herwiha bi lêv kir ku pêwîste rewşenbîr, nivîskar û hunermendên kurd bibin piştgir ji QSD’ê re.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li gundewarên Minbic, Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê ji destpêka ruxandina rêjîma Baas ve berxwedaniyeke bêhempa ji hêla YPJ û QSD’ê ve tê meşandin.

Bi vê berxwdaniyê gelek ji çeteyên dagirkeriyê hatin kuştin. Gelên cîhanê vê berxwedaniyê dişopînin. Tevî ku berxwedaniyek dîrokî tê kirin, lê pêwîstiya tevgera siyasî û hêza leşkerî bi xebata rewşenbîrî, çandî û hunerî heye.

Derbarê vê yekjê de nivîskar Yûns Bhram ji rojnameya me re axivî.

‘Tevî hemû azaran, Şoreşa Rojava di qonaxeke serkeftî de ye’

Yûnis Bhram diyar kir ku tevî hemû zehmetî û azaran Şoreşa Rojava di qonaxeke serkeftî de derbas dibe û wiha got: “Piştî ruxandina rêjîma Baas û têkçûna Essed, êdî kesên din hatin şûna wî. Em dizanin kesên li Şamê, di bingeha xwe de çeteyên DAIŞ’ê ne, lê divê em ji bîr nekin jî ku piştgeha wan a serke jî Enqera ye. Herwiha nêzî 12 wezîrên ku di hikumeta demkî de hatine destnîşankirin, tirk in. Di heman demê de kesên ku desthilatdariya Şamê dikin hîna jî di lîstên cîhanî yên terorê de ne. Ji ber vê yekê eger gav bi aliyên Şamê de hatin avêtin, divê em bi zanebûn gavên xwe biavêjin û berî ku ev gav bên avêtin pêwîste em li hêzên navnetewî yên dost vegerin. Tevî hemû êş, dayîna berdêlên şehadetê û azaran, Şoreşa Rojava di qonaxeke serkeftî de ye, serkeftineke ku berî niha pêk nehatiye li Rojava. Niha em xwedî hêzeke leşkerî ya li ser asta navnetewî ne. Rojava tevî êrişên hawirdorê wekî welatekî bi hêz û serbixwe ye û her kes tê de mîna gêrkan xebatê dike. Rojava xwedî petrol, enerjî û gazê ye, lewma jî divê em ji vê hêza xwe piştrast bin û nehêlin ku ev qonaxa pêşketî ji dest here.”

‘Pêwîste em bibin stûn ji syasetmedar û şoreşgeran re’

Nivîskarê kurd Yûnis Bhram da zanîn ku divê rewşenbîr, nivîskar û hunermend piştgiriya siyastmedar hem jî şoreşgeran bikin û wiha axivî: “Dema ku civakek doza serxwebûn û azadiya xwe bike beriya wê an jî di nav şoreşê re amadekariyê xwe dike. Rola rewşenbîr, nivîskar û hunermendan ji bo destekdayîna şoreşê gelekî girîng e. Di gelek qonaxan de rewşenbîr û hunermendên me yên kurd ji bo şoreşê xwedî rol bûn. Lê şoreşa ku ji milê rewşenbîrî û hunerî ve hat kirin ne bi qasî şoreşa leşkerî bû. Di baweriya min de hejmareke mezin ji nivîskar, hunermend û rewşenbîr, dîlên berjewndiyên partiyan in. Yan jî hin partiyan rê nedan ku ew bibin xwedî rol û li gorî pêwîstiya şoreşê tevbigerin. Lê tevî wiha jî gavên baş di warê çandî de hatin avêtin. Nemaze, kilîpên ku ji bo berxwedaniya Kobanê hatin amedekirin, li ser asta cîhanî dengvedanek çêkir û cilên leşkerî yên şervanên me bûn tirêndek li gel ewripiyan. Stranên ku Hunergeha Welat vê dawiyê derxistin, bûn huner û çandeke navnetewî, hem jî gelek televiziyonên cîhanî ew stran weşandin. Lewma em nikarin bibêjin ku rewşenbîr û hunermend ne xwedî rol in, lê di vê qonaxa hestiyar de pêwîste em bibin stûnek ji siyasetmedar û şoreşgerên xwe re.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.