Thursday, June 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêşwaziya koçberan erka her kesî ye’

12/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Pêşwaziya koçberan erka her kesî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Qamişlo

Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê ya bajarê Qamişlo Sûad Hiso diyar kir ku ji bo pêşwaziya koçberên êzîdî her kes bi rihê berpirsiyartiyê tev digere û destekdayînê pêşkêşî wan dikin.

Dagirkeriya Tirk bi awayekî hovane êrişî Şehba, Til Rifet û Helebê kir û gel jî koçber bûn û berê xwe dan herêma bi ewle a Rêveberiya Xweser. Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê hemû hewildanên xwe kirin ku nêzî 300 malbatên êzîdî bicih kirin û pêdiviyên wan pêk anîn.

Di derbarê pêşwazîkirin û bicihkirina koçberên êzîdî yên ku ji Şehba û Heleb hatine herêma Cizîrê hevseroka Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê ya bajarê Qamişlo Sûad Hiso ji Rojnameya me re axivî.

Kar û xebat ji bo koçberên Êzîdî

Sûad Hiso da zanîn ku piştî koçberên Şehba û Heleb carek din koçber bûn û berê xwe dan herêma Cizîrê, Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê û hemû malên Êzîdiyan ên herêma Cizîrê ketin tevgerê û pêşwaziya wan kirin û wiha got: “Me hemû hewildanên xwe kirin da ku destekdayînê bidin koçberan û pêdiviyên wan pêk bînin. Herwiha Êzîdiyên ku di Şehba de mabûn me xwestin hemûyan bînin û li cih û warên Êzîdiyan bicih bikin wek; gundewarên Êzîdiyan li Hesekê, Amûdê û Tirbespiyê. Di heman demê de hin kes hebû bê erebe bûn me di vî milî de jî destek da û erebe ji wan re girtin da ku wan derbasî herêmên Rêveberiya Xweser yên bi ewle bikin. Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê û şaxên wê heya niha nêzî 300 malbatên Êzîdî bicih kirin û xwedî li wan derketin. Bi hemû defetên heyî cih û bêdivî ji wan re peyda kirin. Raste bûyera hatina wan gelek bi êş bû û miletekî ku du caran li pey hev koçber bibe cihê xemgîniyê ye. Dema di rê de jî bûn rastî gelek kuştin, tecawiz û revandinê hatin. Lê dema didîtin çawa em di xizmeta wan de ne û wan bi heyecan pêşwazî dikin, ew êşa wan li wan sivik dibû. Bi taybet Êzîdî di gelek fermanan re derbas bûne û êşên mezin dîtine. Em rastî wan astengiyên giran nehatin, ji ber em hemû bi yek rihî tev digeriyan. Her wiha Rêveberiya Xweser jî berpirsiyartiya vê yekê girt ser milê xwe.”

Destekdayîna gel ji koçberan re

Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê ya bajarê Qamişlo Sûad Hiso axaftinên xwe berdewam kir û wiha got: “Gelek kesên xêrxwaz destekdayîn dan ji bo koçberan ji ber ku cejna Êzîdî jî bû, bi boneya cejnê gelek kes xêra dikin. Di heman demê de bi riya menbera mala Berzan komek hat çêkirin têde dîmen û bûyerên ku koçber rastî wan hatibûn gihandin wan û gelek kesan alîkarî dan. Her wiha Komeleya Pêşerojê ya Merwan Bapîrî, Mala Êzîdiyan li Mindinê, Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê ya li Ewropa, Rêxstina Şitûtgert, Meclisa Sîwana Jinên Êzidî û Mala Êzîdiyan li Filonkis destek dan û heya roja îro jî hîn alîkarî berdewamin. Me ev alîkarî ne tenê li Êzîdiyan belav kirin, lê hin malbatên din jî hebûn hewcedar bûn me xwest em destekê bidin wan jî. Hêviya me ya mezin ew e ku em bighin aramî û aşîtiyekî, ji ber ku rêjîma Baas a desthilatdar hilweşiya, lê hikumeteke demkî hatiye û di şexsê wan de tê dîtin ku ji El-Qaîde hatine. Em wek gelê kurd pêwîste yekrêziya xwe çêbikin, ku bikaribin di hikumeta nû de mafê xwe biparêzin û em azad jiyan bikin. Her wiha vegerin cih û warên xwe li Efrînê.”

Post Views: 163
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.