Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘ Jin hêmana bingehîn ya siberoja Sûriyê ye’

12/01/2025
in JIN
A A
‘ Jin hêmana bingehîn ya siberoja Sûriyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Berdevka Meclisa Jin a PYD`ê Netewî Xemgîn diyar kir ku ji salên 80`ê heya sala 2024`an jin xwe da îsbat kirin û bû xwedî nasname, heya îro jî berxwedanî û têkoşîna jinan roj bi roj bilindtir dibe û got: “Cihê jinan di Sûrya nû de girîng e.”

Jinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di şoreşa Rojava de cih girtin û ji bo mafê xwe û gelê xwe bidest bixin bi salan li ber xwe dan, karîbûn gelek siyasetên li dijî herêmê biguherînin. Gihîşt wê astê ku felsefeya azadiya jinê bû nexşerêyeke nû ji gelên Rojhilata Navîn re. Ji ber vê yekê girîng e di pêvajoya nû de nexşerê û destûreke nû were danîn. Fikrê azadiya jinê û sosyolojiya wê li Sûriyê, Rojhilata Navaîn û cîhanê hatiye belav kirin û wê bi vî fikirî jî Sûriyeke ku parastina maf û çanda hemû ol û pêkhateyan dike bi destê jinê were avakirin.

Di derbarê jin û rewşa heyî Berdevka Meclisa Jin a PYD`ê Netewî Xemgîn ji Rojnameya me re axivî.

Netewî Xemgîn di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Berê di dema sîstema Baas de pergalek ji bo jin tune bû, tenê maf dan ku wekî yekîtiyekî ji xwe re avabikin. Lê ev tenê têrê nake, ji ber ku jin ne kirin beşek bingehîn di Sûriyê de ku di nava civakê de rola xwe bileyze.  Di heman demê de rêjîma Baas digot “me mafê jinê daye”, na mafê jin nehatibû dayin, tenê çima xwendin ji jinê re serbedset kirin digotin me mafê jinê daye, maf ne tenê xwendine, ya girîng ku piştî xwendinê wê çawa cihê xwe di nava sazî yan jî di kar û xebatan de bigire. Ji ber ku xwendina destpêkê û dibistan dayike, dayik keça xwe fêrî her tiştî dike, di hemû aliyan de wê perwerde dike. Dewlet ne bi xêra xwe mafê xwendinê dide. Ji ber ku li malê jî mirov  dikare xwe fêrî xwendinê bike, lê çima jin mafê wê di nava civakê de hatiye xwarin, bila mafekî wiha bidin ku jin jiyana xwe bibîne, lê mixabin di jiyanê de jin hatiye helandin û tune kirin.”

‘Jin bingiha civak û jiyanê ye’

Netewî Xemgîn da zanîn ku pêwîste mafê jinê di destûra nû de were nivîsandin û wiha domand: “Li Sûriyê û li Rojavayê Kurdistanê pêwîstî hate dîtin ku rêxistinek jin were avakirin, ji ber vê yekê ji salên 80`ê ve heya 2024`an di Sûriyê de têkoşîna jinê bi awayekî bê navber dewam kir, ji ber ku jin di destûra Sûriyê de tune bû. Em çawa dibêjin pirsgirêkên Elewiyan, Derziyan, Suriyanan û netewa kurdan heya ku pêwîste çareser bibin, divê di hemî aliyan de were çareser kirin, çi aborî, siyasî û civakî be û di nav de divê jin were qebûl kirin ku wekî rêveberî di Sûriyê de xwe bi cih bike. Jin netewa û ji netewê mezintire, yê netewan dide naskirin, pêşxistin û yê ku civakeke exlaqî, çandî, siyasî û aborî bi awayekî baş û rast dide meşandin, jin e. Her wiha heya ku ev pirsgirêk newin çareser kirin wê alûziya Sûriyê xilas nebe, ji ber vê yekê pêwîste dewleta nû li gor berjewandiyên xwe biryar û destheledariya xwe neke, ji ber îro her kes li ser piyane û daxwaze mafê xwe dikin, bêdengî nemaye, wê ti kes vê sîstemê qebûl neke. Ji ber vê yekê di destpêkê de pêwîste mafê jin di destûra sûriyê de were nivîsandin, ji ber jin bingeha civak û jiyanê ye. Ji salên 80`ê heya sala 2024`an jin xwe da îsbat kirin û bû xwedî nasneme, heya roja me ya îro berxwedanî û têkoşîna jin roj bi roj mezin û bilindtir dibe. Ji ber vê cihê jinan di Sûrya nû de girîng e.”

‘Pêwîste Sûriyeke Demokiratîk were avakirin’ 

Netewî wiha domand: “Nasnameya jin di hemû civakan de hatibû winda kirin, lê em di roja xwe ya îro de dibînin ku jin çawa gavên girîng avêtin û destkeftiyên pir mezin bi serxistin, di heman demê de xwe kir xwedî nasname. Wek di hemû cîhanê de tê xuyakirin ku îro jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekîtî, partî, sîstema konfediral di çarçoveya demukiratîk de, sîstema hevserok û parastina xwe jî wekî YPJ`ê da avakirin. Her wiha ev di Sûriyê de û bi tayebet piştî ketina Esed ku ev komên tûndirew û îslamî serweriya sûriyê kirin destê xwe û rêveberiya Sûriyê ya demikî ava kirin, ev kom nikarin çareseriyê bi xwe re bînin. Ji ber ku dûrî hişmendiya demukrasiyêne, hişmendiya ku li ser mezin bûne li dijî hemû gelane û ji bona desthilatiyê û berjewendiyên xwe wê her tiştî bikin. Her wiha bi taybet jî hişmendiya wan li dijî jinê ye, ev hişmendî jî wê şerekî pir mezin bi xwe re bîne û aramiyê çênake. Kengî sîstemeke demokratîk were ava kirin wê demê gengaze were qebûl kirin. Ya din jî pêwîste jin di cihê biryaran de be, mîrasekî jinê pir xurt heye, dikare çareseriyê bi xwe re bîne, lê hişmendiya zilamê serdest tu guhertinê bi xwe re nayîne.”

‘Em meşa xwe ya azadiyê dewam dikin’

Netewî Xemgîn axaftina xwe wiha qedand: “Niha em wekî jin zehmetiyên ku herî zêde em dikişînin, êrişên li ser xaka me ku ji hindir û derve dibin êriş li ser me tê meşandin. Bi taybet dema em sîstema xwe ya jin avadikin, wekî Kongra Star, Zenûbiya, Meclisa Bakurê Sûriyê û Mecilisa jin a PYD`ê bi awayekî aktîf bi rêva dibin, li ser me êriş zêdetir dibe. Pêwîste jin di hemû qadan de xwe xurtir bike, di heman demê de sîstema xwe bike modêleke navneteweyî. Her wiha yê ku dibe asteng li pêşiya me jî şer e, ev şerên ku li ser herêm û bajarên me tên kirin, em derfetên heyî hemû didin ji bo parastina xaka xwe û ev jî nahêle ku aramî çêbibe, li gor van êrişan jî em meşa xwe ya azadiyê dewam dikin, dema ku meşa azadiyê dewam be wê astengî tune be. Wek tê zanîn em wek jin di destpêkê de li hemberî zehniyetê şer dikin, piştre jî em şerê leşkerî didin meşandin ku niha bi sedan jin cihê xwe di çeperên şer de digirin û li dijî dagirkeriya Tirkiyê şer dikin, di heman demê de jî serkeftinên herî mezin bi dest dixin. Bê guman pêwîste hemî jinên cîhanê bi me re destek bin û ev destek dayin jî ne ku em daxwaz dikin ev erka hemû jinane ku piştgirî û destekê bidin me.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.