Thursday, June 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meşa dirêj ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê

09/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Meşa dirêj ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale / Reqa

Ji Cezîrê heyanî Reqayê, ji Tebqayê heyanî Kobanê bi hezaran gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe dan bendava Tişrîn. Berxwedana bendava Tişrîn 31 rojê li hemberî balafirên dewleta Tirk a dagirker berdewam dike. Şervanên QSD`ê 8`ê Kanûnê 2024`an li hemberî balafirên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe birêxistin kirin û ji saetên sibehê ketin rê. Gelê Reqayê û Tebqayê ew cara yekem bû ku berê xwe didin eniya şer û wê xwe bighînin bendava Tişrînê. Çi li pêşiya wane nediyare, jin, mêr, ciwan û kalemêr xwe amade kirine wê berê xwe bidin bendava Tişrînê.

Saet 11.30 karwanê Kantona Cizîrê û Reqayê ketin rê û li bendava gundê El-Mehmûdlî yê girêdayî kantona Tebqayê gihîştin karwanê Tebqayê. Dizanîbûn berê xwe didin eniya şer û şerê li Bendava Tişrîn mereq dikirin. 2000 erebe ji Kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berbi bendava Tişrînê ve diçûn. Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ji bajarê Cirniyê yê girêdayî kantona Tebqayê dest bi şopandina karwan kirin û hewldan gel bitirsînin da ku bi pêşve neçe. Karwan hemû gundên ku hatibûn bombebaran kirin derbas kir û gihîştin gundê Rimale yê girêdayî Minbicê. Gundê Rimale 13 km ji Bendava Tişrînê dûr e, ji bo gel bi paşve vegere balafirên dewleta Tirk a dagirker dest bi bombebarankirina gel kirin. Riya di navbera karwan û bendavê de bombebaran kirin da ku erebe nema bikaribin bi pêşve biçin. Karwan sekinî û gel ji erebeyan peya bûn û bi meşê berê xwe dan Bendava Tişrînê. Her gel bi pêşve diçûn balafirên dewleta Tirk a dagirker bombebaran xwe zêde dikir. Di bin balafirên keşfê û balafirên şer ên dewleta Tirk de gel 13 km meşiyan heyanî ku gihîştin bendava Tişrînê.

Koçberên Efrîn û Şehbayê jî cihê xwe ji meşê de girtin.

Gelê Efrîn û Şehbayê têkoşîn û berxwedana xwe ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam dikin. Ji kantona Tebqayê û Reqayê tevlî meşê bûn û berê xwe dan bendava Tişrînê.

Koçberan bi navê Hêvîn Mustefa ya ku di sala 1979`an de li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ji dayîk bûye. Piştî ku Efrîn di sala 2018`an ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin tevlî malbata xwe derbasî gundê Til-Qerah ê yê girêdayî Şehba bûn. 2`ê Kanûna 2024`an dîsa li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê berê xwe da kantona Reqayê. Ew dayîka du zarokane û niha li dibistana Ednan El-Malikî ya bajarê Reqayê dimîn in. Duh tevî malbata xwe berê xwe dan bendava Tişrînê. Dema ku balafirên dewleta Tirk karwanê gel bombebaran kirin ew jî giran birîndar bû û Rêveberiya Kombûna Jin a Zenûbiya Kerem Ehmed El-şehab.

Piştî ku karwanê gel 13 km meşiyan saet 02:45 gihîştin bendava Tişrînê. Li bendavê şervanên QSD`ê gel pêşwazî kirin. Gel şervanên ku bendava Tişrînê diparêzin û ev bûye 30 roj li ber xwe didin û hembez kirin. Gel amade bû ku canê xwe di ber şervanan de feda bike. Şer berdewam dikir, balafirên keşfê û şer li ser gel digeriyan, bendav dihat bombebaran kirin heyanî vê kêliyê jî gel çalakiya xwe berdewam dike.

Hevdîtina gel û şervanan, îradeya gel a li hemberî balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk a dagirker kêlî û demên dîrokî ne.

 

Post Views: 112
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.