Hemza Sêvo/ Qamişlo
Cîgirê serokê HRRK’ê Mistefa Ebdo da zanîn ku her diçe beşdarbûna di pêşbirka Helbesta kurdî ya Ciwanan de û asta helbestan ji salên bûrî çêtir dibe û wiha bang kir: “Divê ciwan bêtirs tevlî pêşbirkê bibin, da ku derbirînên xwe bînin ser ziman û wêjeya xwe li pêş bixin.”
Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 5’an yek ji çalakiyên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ye.
Ev pêşbirk bi taybet ji bo ciwanên kurd yên Rojava ye, di 1’ê vê Çileyê de hat destpêkirin û salane tê lidarxistin.
Mercên beşdarbûna pêşbirkê
Ev pêşbirk xwedî mercên taybet in û divê helbestvanên ku bixwaze tevlî pêşbirkê bibin, şert û mercan pêk bînin. Mercên pêşbirkê jî ev in:
-Pêwîste temenê kesên beşdar ji 18’an heya 30’î be.
-Divê helbesta ku beşdarî pêşbirkê bibe li çi deveran nehatibe belavkirin û beşdarî çi pêşbirkan nebûbe.
– Pêwiste helbesta ku beşdarî pêşbirkê bibe ji 10 malikan ne kêmtir û ji 50 malikan ne zêdetir be.
– Herwiha divê hemû helbest berî 10’ê Adarê bigihêjin destê HRRK’ê.
– Pêşbirk bi zimanê kurdî ye û divê kesên ku beşdarî pêşbirkê bibin, niştecihên Rojava û Sûryê bin.
-Helbestvanên ku di salên bûrî de xelat wergirtine, nema dikarin beşdarî vê pêşbirka 2025’ê bibin.
– Pêwiste helbestvan kaxezekê binivîsîne û tê de soz bide ku helbesta şandiye pêşbirkê, ya wî/wê ye û li ti deveran nehatiye belavkirin û beşdarî tu pêşbirkan nebûye.
– Pêwiste kesên beşdar wêneyên nasnameyên xwe bi helbestê re bişînin.
Girêdayî Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan, Cîgirê Serokê HRRK’ê, Mistefa Ebdo ji rojnameya me re axivî.
Birêveçûna pêşbirkê:
Mistefa têkildarî rewşa Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan de wiha got: “Bi alîkarî û sponsoriya, Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê li Ingilistanê, me dest bi lidarxistina pêşbirka xwe kir. Mercên beşdariya pêşbirkê ji bo helbestvanên ciwan ên kurd ku dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin, ragihand. Niha jî em helbestan werdigirin, ev yek jî heya dema destnîşankirî didome. Piştî ku kesên beşdar helbestên xwe ji me re dişînin û helbest tên komkirin Piştre komîteyek nirxandinê tê çêkirin, ev komîte helbestan dinêrin û dinirxînin. Di warê rewşa pêşbirka helbestê de jî em dibînin ku her diçe asta beşdarbûnê li pêş dikeve. Di pêşbirka Helbesta kurdî ya Ciwanan de helbestên ku beşdar dibin ji pêşbirkên beriya xwe çêtir in. Heya niha 3 kes tevlî vê pêşbirkê bûne, hîna pêşbirk di rojên pêşîn de bi rê ve diçe, lê pêşbîniyên me hene ku wê hejmara kesên beşdar ji yê pêşbirka sala bûrî bêhtir bibin.”
Encam û xelat
Mistefa Ebdo girêdayî encam û xelatên pêşbirkê de wiha anî ser ziman: “Deriyê beşdarbûna di Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan de heta 10’ê Adarê berdewam e. Piştre helbestên ku hatine komkirin wê werin nirxandin. Di dawiyê de wê navên kesên serkeftî jî di 29’ê Adarê de were ragihandin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 29’ê Adarê de çalakvana kurd Janê Xelef e. Wekî tê zanin jî wê 5 helbestvan bi 5 astan xelatên pêşbirkê werbigirin. Xelata helbesta ku asta yekem werdigire 500 dolarê Amerîkî ye. Herwiha xelata duyemîn 400 dolar e, xelata 3’yan 300 dolar e, ya çaremîn 200 û xelata 5’an jî 100 dolarê Amerîkî ye. Ji ber ku pêşbirk dikeve sala xwe ya 5’an de me xwest 5 astan ji dêlva 3’yan bipejirînin. Armanc jê ew e ku em hanedanê bi ciwanên xwe re çêkin û bi riya vê pêşbirkê behremendiya xwe derxînin holê.”
Astengî û li hemberî astengiyan jî berdewambûna xebata rewşenbîrî û banga HRRK’ê
Cîgirê Serokê HRRK’ê Mistefa Ebdo di derbarê astengiyên derdikevin pêşiya pêşbirkê û berxwedandiya rewşenbîrî de wiha axivî: “Em dizanin ku rewşa herêma me ne aram e, lê ev nayê wê wateyê ku em çalakiyên xwe yên rewşenbîrî rawestînin. Şervanên me li çeperên şer berxwedaniyê didin meşandin, pêwîste em jî bi pênûsa xwe li ber xwe bidin. Armanca me ji vê pêşbirkê ew e ku ev çalakî bibe derfetek li pêşiya ciwanên kurd ku karibin derbirîn û hestên xwe bidin diyarkirin û xwe pêş bixin. Niha dem dema ciwanan e ku ew xwedî li wêjeya kurdî derkevin û wêjeya xwe li pêş bixin. Lê hin astengî derdikevin pêşiya ciwanên Rojava û rê li ber beşdarbûna wan di pêşbirkê de tê girtin. Yek ji van astengiyan bêbaweriya helbestvanên ciwan ji şiyan û karîna wan ya wêjeyî ye. Ew bi tirs nêz dibin, lê em dibêjin dibe ku baweriya ciwanên me bi helbestên wan newe, lê dibe ku di rastiyê de helbestên wan gelekî xweş bin, bên qebûlkirin û xelatkirin jî. Lewma bang li ciwanên kurd dikin ku bêtirs tevlî pêşbirkê bibin, ji ber ku ev pêşbirk ji bo we derfeteke da ku hûn hestên xwe bînin ser ziman, pê re jî çand, ziman û wêjeya xwe li pêş bixin.”