Thursday, June 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kevintirîn Bazar û sembola hevgirtina civaka Amûdê

08/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Kevintirîn Bazar û sembola hevgirtina civaka Amûdê
Share on FacebookShare on Twitter

Dilovan kêfo /Amûdê

Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hebûna gelek cihên  gelerî yên kevnar û xwedî  taybetmendî, zengîne. Bajarê Amûdê jî bi cihên gelerî yên xwedî taybetmenedî û kevin, navdare. Ji wan cihan ku beriya 100 salî hatiye avakirin bazara Fatorê ye.

Yek ji cihên gelerî li bajarê Amûdê bazara Fatorê ye. Ev bazar di sala 1929’an de bi hevkariya di navbera hemû pêkhateyên Amûdê hatiye damezrandin. Pêywendiya ku firoşkarên wê bi hev re girêdide heya roja îro jî berdewam e. Firoşkarên vê bazarê jî xwediyê çîrokên kevin, balkêş û dirêj in.

Sembola jiyana hevbeş ya pêkhateyên cûda ye

Bzara Fattaura ya bajarê Amûdê di navbera pêkhateyên kurd û xiristiyan de bûye sembola aştî û yekitiya gelan. Ev bajar bi awayekî hevbeş hat avakirin û bû navenda firotina çaw ji bo tevahiya herêmê. Di destpêka avabûna bazarê de, tevahiya dikanan ji axa girê dîrokî yên bi navûdeng Şermola hatine çêkirin. Lê di van demên dawî de hemû firoşkaran dîwar û dikanên sûkê ku ji kelpîçan hatibûn çêkirin, kirin çemento.

Tiştê balkêş ew e ku kurd û xiristiyan li vê bazarê bi hev re dixebitin, herwiha têkiliyên di navbera wan de pir xurte.

Derbarê bazara Fatorê ya bajarê Amûdê yek ji kevntirîn firoşkerê ku li bazarê dixebitî Mihemed Xanîsorî ji rojnameya me re axivî.

‘Ji  sala 1974an û heta niha ez li vê bazarê kar dikim’

Mihemedê Xanîsorî di destpêka axaftina xwe de wiha: “Temenê min 82 Salî ye. Di sala 1950 de em hatin bajarê Amûdê, di sala 1975’an de min dikanek li bazara Fotorê vekir. Min ji wê demê heta niha ez hirbiyên jinan û destmalên mêran difroşim. Ev bazar yek ji cihên herî pîroz dibînim, ji ber ku her dikanek li vê bazarê çîrokek dirêj û balkêş lê heye. Li vê bazarê têkiliya me bi hev re pir xurte, yek ji bo her kesî û hemû ji bo yekî dixebitin. Dema ku ez lê sûkê dinêrim, gelek tiştên kevinar bala min dikişînin û hemû bîranîn li ber çavên min derbas dibin.  Destpêkê de ev sûk 36 dikanên ticarî hebûn, lê îro hejmara nêzîkî 90 dikanî ye.  Di sala 2019’an de bi alîkariya hemû firoşkaran me ji barastina ji baranê jora sûkê bi tabloyên tûtiyayê pêçan.”

Firoşkar Mihemed Xanîsorî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev bazar ne tenê ya min û hin firoşkaran e, ya me hemûyan û em bihêvîne Ku em xwedî li hemû cihanê xwe yên kevin derkevin li kevneşopiyên xwe xwedî derkevin, hêviya jiyaneke aram ji bo hemû gelê me yên li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn.”

Post Views: 196
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.