Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

50 sal in tenûran çêdike

08/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
50 sal in tenûran çêdike
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Şîrîn Osman a li navçeya Çemçamala girêdayî bajarê Silêmanî dijî, 50 sal in bi çêkirina tenûrên ji axê yên cur bi cur re mijûl dibe. Hewl dide bi riya vî karî çanda kevin a Kurdî biparêze û jinên din jî fêr bike.

Şîrîn Osman pêncî sal in tenûran çêdike û di temenê 8 salî de ji bo fêrbûnê dema dayik û pîrika wê tenûr çêdikirin li wan mêze dikir û dixwest nan li tenûrê bide. Şîrîn Osman ji bo çêkirina tenûrek baş ya ji axê çêbike axa ji gundê Qûretuwe tîne û got: “Axa navçeya Çemçamalê bi kêrî çêkirina tenûrê nayê. Destpêkê ez axê tînim û piştre dixim nava naylonê û heta du sê hefteyan dihêlim. Di demên berê de jinan tenûr çêdikir ne mêran. Destpêkê em axê tînin û piştre dikin herî ji bo demek diyarkirî, em xwê dixin nav de. Xwê wisa dike ku tenûr xwe bigre nederize. Rasterast em kayê naxinê, ji ber heriya wê reş dike, dema ku em dest bi çêkirina tenûrê dikin, wê demê kayê jî dixin navê da ku zêdetir xwe bigre û qayîm bibe.”

Werza havînê werza herî baş e

Şîrîn Osman li gel çêkirina tenûrê, malbata xwe jî bi rê ve dibe û zarokên xwe perwerde dike, da zanîn ku çêkirina tenûrê çavkaniyeke ji bo dahata jiyanê û wiha got: “Xelk ji nanê tenûra ji axê hez dikin. Ev jî wisa dike ku daxwazên ji bo tenûrên axê zêde bibin. Ji navçeyên cuda xelk daxwaza tenûran dikin û ez ji wan re çêdikim. Çêkirina tenûran ne tenê bi awayekî ye, tenûrên kadeyan ji tenûrên nan biçûktir in. Dema herî baş ji bo çêkirina tenûrê werza havînê ye, ji ber ku di zivistanê de ji ber baranê tenûr dereng hişk dibin. Di werza havînê de ji derveyî tenûran ez kuçikê axê jî ji bo çêkirina xwarinê çêdikim.”

Çanda Kurdî diparêze

Şîrîn Osman da zanîn ku di werza havînê de rojê tenûrekê ji axê çêdike lê belê di werza zivistanê de du heta sê rojan temam dike û got: “Ez bi awayê parçe parçe tenûrê çêdikim, hemûyan bi carekê çênakim ji bo ku hişk bibe û xwe bigre, piştre parçeyên din çêdikim. Tenûrên min ji yên xelkên din cudatir in. Ez di beşa navê de wisa dikim da ku her kes bikaribe tê de nan çêbike û bizanibe yên min in. Xelk gelek ji tenûran hez dike, ji ber dizanin yek ji çanda kurdewar a kevnar e. Daxwaza min ji jinan ew e ku fêrî çêkirina tenûran bibin, da ku ev çand bimîne û were parastin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.