Navenda Nûçeyan
Siyasetmedar Nicûda Faris diyar kir ku jin amade ye cihê xwe di siberoja Sûriyê de bigire û mafê jinên Sûriyê jî bi felsefeya Şoreşa Rojava tê parastin. Herwiha rojnamevan Evîn Yûsif da zanîn ku pêwîste jinên sûrî destê hev bigirin û serê xwe ji hişmendiya paşverû re netewînin.
Di dîroka Sûriyê de gelek sîstemên serweriyê desthilatdariya gelên Sûriyê kirine. Her hikumetekê bi şêwazê xwe desthilatdariya xwe li ser civakê û bi taybet li ser jinê kirine û jin bêmaf hiştine.
Lê bi saya Şoreşa 19’ê Tîrmehê jinê dikarîbû li Rojava û Sûriyê tevlî hemû qadan bibe û mafê xwe biparêze.
Lewmabi hatina hikumeta nû, piştî ruxandina rêjîma Beisê, metirsî li ser çewsandina jinan û mafê jinên sûrî bi hemû pêkhate û baweriyan heye.
Sedem ew e ku tevgerên xwedî fikrên radîkal hewl didin serweriya Sûriyê bixin destê xwe û wekî her demê jinê dûrî qadên rêvebirin û mafê wê bikin.
Derbarê heman mijarê Endama Meclisa Jinê ya PYD’ê Nicûda Faris û rojnamevan Evîn Yûsif ji rojnameya me re axivîn.
‘Mafê jinê bi felsefeya Şoreşa Rojav tê parastin’
Nicûda Faris da zanîn ku mafê jinên Sûriyê û cîhanê tev di destê Şoreşa Rojava de ye û wiha got: “Em weke jin bi dirêjahiya 13 salan e ku li Rojavayê Kurdistanê li ber xwe didin û me destkeftiyên bi nirx girtin dest. Herwiha ev keda ku di şoreşê de tê kirin em pîroz dikin. Em dibînin jinê di qada leşkerî, siyasî, diplomasî, civakî û hwd…de xebatê dike û li ber xwe dide. Şervanên YPJ’ê îro li çeperên şer berxwedaniyeke dîrokî dimeşînin, lewma divê em piştgiriya hêza xwe bikin. Herwiha tînin ziman ku pêwîste jin ji bo parastina mafê xwe û destkeftiyên ku bi dest girtî, berxwedanî û têkoşîna xwe bidomîne. Di heman demê de tekez dikin ku li ser hîm û felsefeya Şoreşa Rojava mafê jinan tê parastin.”
‘Bingeha jinê di siberoja Sûriyê de amade ye’
Endama Meclisa Jinê ya PYD’ê Nicûda Faris destnîşan kir ku jin amade ne ku cihê xwe di rêvebirina Sûriyê de bigirin û wiha domand: “Hişmendiya van kesên ku îro cihê xwe di hikumeta Sûriyê de digirin, zelal e û dîroka wan jî baş tê naskirin. Ew nehatine ku mafê jinan biparêzin, lê belê dixwazin dîsa jinan bindest bikin. Herwiha dixwazin jineke li gorî hişmendiya wan, ser û rû girtî be. Lê em dibêjin ku jin îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî bingeh e. Bi dirêjahiya şoreşê re jî di hemû waran de xebat kiriye û dikare vê yekê bidomîne. Em tekez dikin ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne ku cihê xwe di rêvebirina Sûriyeke demokrat û azad de bigirin. Di heman demê de jî daxwaza me ew e ku hemû jin, asta têkoşîna ji bo mafê xwe bilind bikin.”
‘Rêveberên hikumeta Demkî, xwedî fikrekî islamî-radîkal in’
Evîn Yûsif destnîşan kir ku rêveberên hikumeta Demkî xwedî hişmendiyeke islamî-radîkal in û wisa axivî: “Bi hatina hikumeta Nû ya Demkî re û serweriya van kesayetan hin nerazîbûn ji hêla mijara mafê jinê û xebata ku dike, derket holê. Wekî em dizanin ku ev aliyê serwer xwedî fikrekî islamî û radîkal in. Herwiha dîroka wan naskirî ye, em dizanin têkiliya wan bi Rêxistina Elqaîde re hebûn. Dema ku ew derketin ser ragihandinê mixabin jin weke aktereke bêhêz pênase kirin. Di heman demê de anîn ser ziman ku ji bilî hin karên biçûk jin nikarin tu karan bike. Di encamê de jî nerazîbûneke di kolana Sûriyê de çêbû, ji ber vê yekê jin daketin qadan û dan tekezkirin ku ew dikarin hemû karên ku mêr dikin, ew jî bikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinê xwe di hemû waran de isbat kir, ev yek jî nimûneyeke herî baş e. Divê em ji bîr nekin ku li ser destê jinan, DAIŞ têk çû, li aliyekî din ku jin li îro di hemû dezgehên Rêveberiya Xweser de xebatê dike.”
‘Pêwîste jin qebûl nekin ku dîse bindest bibin’
Rojnamevan Evîn Yûsif diyar kir ku pêwîste jin qebûl nekin ku dîse bindest bibin û wiha bi dawî kir. “Di dema heyî de pêwîste ev hikumeta Nû baş têbigihêje ku xebat ne têkildarî fîzîkî û biyolojî an jî teşeyê jinê ye, lê belê girêdayî vîn, karîn û hişmendiya jinê ye. Di heman demê de pêwîste hikumeta Sûriyê ya nû dûrî sîstema cîhadîst û radîkal bikeve, hem jî li daxawzên civakê guhdar bike. Ji bo ku ev biriyarên wan nebe sedema tevlîheviyan û parçekirina civakê. Li aliyekî din jin xebata ku dike bidomîne û qebûl nekin. Ji ber ku eger ev yek pêk were wê jin 5 hezar sal vegere paş û wê di serdemeke tarî de bijî. Lewma jî pêwîste hemû jinên Sûriyê destê hev bigirin û banga bicihkirina mafê xwe di destûrê Sûriyê de bikin. Hem jî divê jin doza mafê xwe bikin û bi hûrbînî xalên girîng ji bo xwe zelal bikin. Di heman demê de gereke jin ji ber tirsa hişmendiya van kesên radîkal xwe nede paş, lê belê li hemberî vê yekê divê jin xwe di hemû waran de li pêş bixe.”