Birûc Resûl/Qamişlo
Bi drûşmeya “ Bi hevgirtina jinan em ê Sûriya demokratîk ava bikin”, bi beşdariya jinên kurd, ereb, aşûr, ermen û suriyan, komxebateke şêwiriyê li bajarê Hesekê hate lidarxistin.
Di komxebata şêwiriyê de, hemû tevger rêxistin, saziyên jinan, jinên serbixwe, jinên di nava partiyan de, hiqûqnas û rewşenbr tevlî komxebata şêweriyê bûn, da ku beşdariya jinan di nava sûriyeke demokratîk de nîqaş bikin, nêrîn û pêşîniyaran ji bo pêşeroja sûriyê bînin ziman, tê de mafê jin û zarokan bê û parastin.
Komxebat bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdên şoreşê destpê kir.
Piştre gotina vekirinê ji hêla Kordînasyoba Kongra Star Rîhan Loqo hate kirin.
Rîhan Loqo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana jinê li hember zihniyeta baviksalarî û desthilatdariyê ku tê kirin, di heman demê de destkeftiyên ku jinan di şoreşê de ava kirin û wiha domand:“ rûxandina rêjîma esed rojeke dîrokî bû ji bo gelên sûriyê, ku di heman demê de dagirkeriya tirkiyê êrişên xwe li ser herêmê da dastpêkirin di aliyê din de bi balafirên bê mirov pêşengên şoreşê dike hedef, armanca wî ji van êrişan qirkirina jinan û qirkirin gelan di şexsê jnan de ye”.
Di dawî de kiryarên ku li dijî jinan li tevahî herêmên sûriyê pêk tê şermezar kir û tekez kir ku sedsala 2011`an wê bibe sedsala azadiya jinê.
Piştre bi navê Rêveberiya Xwser Evîn Siwê axivî û wiha got: “Di dîrokê de jin di Rojhilata Navîn de xwdî rol û misiyoneke girîng bû, di nava civakê û di hemû beşên jiyanê de jin pêşengtî dike û di asta xwendewendiyê de tê nasîn û nerxandin. Her wiha rewşa jin di Sûriyê de, neynika tevahî civaka Sûriyê ye, di destpêka Şoreşê de jin pêşengtî kir û heya roja me ya îro tekoşîn û berxwedana jinan didome. Siyasetek li dijî jinê tê meşandin, jin bi israra xwe êriş vala derxist, îro ji her xwetî derfet ji bo jinan re vekirî ye, asta têkoşînê bilindtir kiriye, hêviya me vakirina sûriyeke nû her pêkhate di nav de bihewîne, Di danîna destûra Sûriyê ya nû pêwîste hemû jin beşdar bibin, hevpeyama jinan bê nivîsandin.”
Piştre endama Desteya Serokatî ya PYD’ê Foza Yûsif axivî û wiha got:“ Xwe kirin mertal ji bo me ji koletî û desthoilatdariyl xelas bibin, em ê şoreşa jinê maynde bikin, armanc û keda wan vala dernaxin. Em di pêvajoyeke dîrokî derbas dibin, bi têkoşîn û berxwedana jinan û gelê Sûriyê rêjîma Baas têk çû, di heman demê de em di rewşeke metirsîdar derbas dibin, berxwedana jinan ji sedemên esasî ye ku rêjîm hilwişiya”.
Foza Yûsif wiha domand: “Hewildan hene ku jinê bê rol bihêlin di avakirina Sûriya nû de, em derxistina navê jinên ku di dîrokê de navên wan hatiye nivîsandin şermezar dikin. Jinên Mezopotamiya ked û qurbanî dan û têkpşîn kirin. Rêvebriya nû ya Şamê dixwaze Sûriye nû li ser me ferz bike û me vegerîna sedsal paş, ev metirsiyeke li ser pêşeroja jinan li sûriya, metirsî heye ku pergelake weke Efxanistanê bê ferzkirin, jin xistin nav çar dîwaran bi navê olê xiyanetek mezin tê kirin. Wê kes nikaribe îradeya me bişkîne bi navê olê.”
Di dawî de Foza Yûsif wiha anî ziman:“Bi zanebûn û sîstematîk jinê dervî nexşeya sûriyê dikin, weke jin em peyama xwe bidin ku em rê nedin rêvebriya Sûrî îradeya jinan tune bike. Divê jin di tevahî qadên Sûriyê cih bigrin, çawa di medyanê şer de têkoşînê dikin, mafê me ye jî di ava kirina Sûriyê de cih bigrin.”
Bi navê Yekîtiya Jinên Siryan Corcêt Bersûmo axivî û destnîşan kir ku em weke gelên din yên herêmê jiyan dikin, li hemberî komkuijî û qirkirina hatin, êş kişandin ji dûrxistina hemû waran, li hember zor û zordariyê hatin, nehiştin bi zimanê xwe biaxiv.
Corcêr Bersûmo bal kişand ser jinên ku di dîrokê de navê xwe bi têkoşînê nivîsandin û wiha got:“ Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû xwedî fikri di aliyê dîblomasî de xebat kir, da ku êşa û doza gelê xwe û giştî pêkhateyan bighîne cîhanê. Jinê li herêma bakur û rojhilatê sûriyê li dijî hovtirîn komên terorê yên tundra şer kir, ji cîhanê re îsbat kir ku jin xwedê xak û dîroke û ji hêza wê heye ku xwe û xaka xwe biparêze.
Piştre Fermendariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn balkişand ser şer û berxwedaniya ku niha jin di bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê dide meşandin û wiha pê de çû: “Di pêvajoyeke ku niha li tevahî cîhanê û bi taybet li Rojhilata Navîn de, şerekî pir mezin li ser jin tê meşandin, ev şer jî ji bo qutkirina maf û jiyana jhinê ye, bê guman em jî dibêjin ya ev cîhan bi jinê biçe serê yan jî wê jiyan li me heram be. Em silavên xwe yên gerin ji vir heya bendava Tişrînê dişînin û Qereqozaxê, ji ber ku niha hêzên me yên jin tekoşîn û berxwdan didin meşandin da ku parastina me û axa me ji dagirkeriyê û çeteyên wê bikin, xwe ji bo me dikin fede ku jiyanekî aramî û aşît didin afrandin.”
Berdevka Jinên Ermenî Enahîd Qesabiyan diyar kir ku tevî hilwişêbna rêjîma Baas, lê hîn jî zihniyeta rêjîmê berdewam e, hîn jî jin tê dûrxistin li ser asta qadên jiyanê û wiha got:“ Jin beşeke di parastina welatê xwe de, divê jin bi awayekî hiqûqî beşdarî avakirina Sûriyeke demokratîk bibe.
Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Leyla Qereman axivî û destnîşan kir ku piştî salên tijî êş û xirab, guhertin di Sûriyê de çêbû, seranserî şer û pevçûnan de jina Sûrî xwe radest nekir ji rewşa ku tê de jiyan dikir û wiha anî ziman:“ Divê em bal bikşînin ser rola jinê ji ber ku ew beşeke sereke ye ji çareseriya Sûriyê.”
Bi navê Jinên Zenûbiya Şehrezad Casim diyar kir ku ew ê Sûriyayekî demokirat û bi edalet bi destê jinê were avakirin.
Di heman demê de Mecilsa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Omer da zanîn ku tevî rûxandina rêjîma Baas, lê hîn jî sînaryoya Sûriyê ne zelale û tevlihevî berdewam e, metirsiya ku mafê hemû pêkhateyan neyê dayî û dûrxistina hin aliyan heye.
Di dawî de banga yekkirina jinan hate kirin, ji bo parastina destkeftiyên şoreşê.
Piştre bi riya tomarkirina dengê bijîşka pîskolojîk Roz Behlûl ji bajarê Laziqiyê tevlî komxebata şêwiriyê bû, da zanîn ku gelek ked û têkoşîn ji aliyê jinan heye, bi taybet di van demên dawî, ji ber vê yekê divê em weke jin piştgirî û destekê bidin hev, da ku bighêjin misogeriya mafên xwe û du çareseriya Sûriyê cih bigrin.
Emle Çerkez çalakvanek jinê li Şamê ye, diyar kir ku aramî û aştî ji jinê destpê dike, tundiya ku li ser jinê pêk tê bi taybet ya fîzkî, li gorî vê yekê jî jin li ser piya ne û tevahî qada de şer û berxwedanê dide meşandin.
Hediya Şemo da eşkere kirin ku her civak, ol û baweriyeke şensek e û wiha pê de çû: “Tu kes nikarin ola me winda bikin, jina êzîdî miroveke xwedawende, bi hezarê sala li hember dewleta osmanî sekinî, îro rêvebriya nû ya şamê rola jinê paşguh dike, tenê bi awayekî şiklî çend jinan teyîn kirin weke zihniyeta wî da ku bighêje armancê xwe. Bi hev re Sûriyeke azad, demokratîk û li gorî felsefeya jin jiyan azadî ava bikin.”
Mizgîn Tahir axivî û wiha got: “Hunermend Jin dîrokeke nû dinivisîne, em dengê ornîna ne, ji dîroka dûr û dirêj heya niha em dengê hemû hunermendên jinan, jinbûna ne tenê xwedîkirina zarokane, ew e ya dîrokê dinisîne û rola xwe bilîze di vê demê de, kes nikare dengê min tune bike ji ber ku hêza min heye YPJ`ê ye.”
Hevserokatiya PYD`ê Perwîn Yûsif diyar kir ku jin di tekoşîna 13`e sala xwe li tevahî cîhanê îsbat kir û wiha got: “Bi saya pêşeng û şervanên me, îro bi rehetî em nimûneya xwe tînin ziman, Sûrî îro di nav guhertinan de ye, 13`e sal bi têkoşînke mezin nimûneya hevserokatiyê îsbat kir û em Karin di Sûriyê nû de rol û misyone xwe bilezin. Sîstema Rêvberriya Xweser jî kare bibe sîstemeka demokiratîk ji bo tevahî sûriyê, gelek bedelên giran me daye, şehadeta pêşngên me yên jin bû vîn û eşqeke ku em riya xwe û ya wan berdewam dikin, bi hev re sîstemek nû demokratîk ava dikin, Sûriyek bibe nimûne ji bo Rojhilata Navîn, gerek di ava kirina Sûriyê de em hebin, têkoşîna me berdewam e, em ji meşa azadiyê na westin û ne rawistin.”
Hevseroka Tevgera Civaka Demokiratîk Remziya Mihemed da xuyakirin ku li hember siyaseta dewlet netew, dagirkerî û DAIŞ jinê têkoşîn kir û wiha domand:“Dayika ku zarokên xwe li ser exlaqê xwedî bike, ew jin wê di Sûriya nû de pêşengtiyê bike. Jinê di hundirê herêmên dagirkirî berxwedan û têkoşînê dide meşandin. Bi hevgirtina tevahiya jinên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê li ser doza şehîdan xebat dikin wê Sûriyeke demokart ava bibe, bi destê perêzerên jin edalet wê ava bibe, bi destên endeziyarên jin wê bajarekî xweş bê ava kirin, bi qelema hunermend û rewşenbîran wê dîroka jinê bê nivîsandin. Em van destkeftiyan ku bi saya şehîdan pêk hatiye ji dijminê jinê re nehêlin. Bi felsefeya rêberê netewa demokratîk rêber Abdulla Ocalan Jin, Jiyan, Azadî, em ê weke jin bi hevgirtin li hev kom bibin û cihê xwe di qadên jiyanê de bigrin.”
Li ser navê Herêma Firatê Eyşe Efendî îşaret kir ku weke jinên Rojava em ê nehêlin Rojava bi taybet kobanê binbikeveç û wiha got:“ Em ji mirinê mezintirin, ev hat îsbat kirin. Em li berxwedidin li hember hêza NATO, jinê bi tîpên zêrîn nexşeya siyasî û erdnîgarî bi xwîna zarokên xwe nivîsand, jin azadiya xwe birastî kar tîne, em bê zarok jiyan dikin lê bê welat jiyan nakin.”
Berdevka Asyaşa Jin Dîren li dar xistina komxebatê diyarî rêveberê mirovahî û şehîdên azdiyê kir û wiha mesaca xwe anî ziman:“ Mesaca me ew e parastin pernesîba me ye, bê parastinn exlaq û edalet tune ye. Di dawî de em komxebatê di van kêliyên dîrokî de bi hevgirtina jinan sûriyeke demokratîk ava bikin.
Li ser navê jinên Efrînê Hêvî Reşîd axivî:“Kedek dîrokî di hundirê Sûriyê de hate kirin bi pêşengtiya jinê, ji dîroka kevnar heta niha, jina kurd herikî kolanan û helwesta xwe da nîşandan, dema jin bêhna azadiyê dike wê gavan paş navêje. Em ê tu carî jiyana koletî qebûl nekin .Weke jinên Sûrî gerek şoreşek nû li hember vê hişmendiyê derkevin û şoreşa rojava bikin mînak ji xwe re. Yekîtiya refên xwe ava bikin, komxebat, daxuyanî û çalakiyan li dar bixin da ku herêmên dagirkirî bên rizgar kirin û her kes vegere cih û warê xwe.”
Însayetîfa Azadiya Rêber Apo Necah Gilo bal kişand ser girtin rêber Abdullah Ocalan ku ev 26 sal berdewam dike û wiha got:“ Em xwedî hêzeke mezin bi saya jinên têkoşer, ku ji bo welatê xwe berxwedan kir da ku rûmeta xwe biparêze, em xwdiyê fikir û felsefeya Rêber Apo ne, wê dijmin nikaribe îradeya me bisekinîne, em ê bibin xeleke agir li dora rêber xwe kom bibin. Em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin.
Piştî bidawîbûna axaftinan, maf hat dayîn ji bo beşdaran ku pêşîniya û nêrînên xwe bînin ziman.
Komxebata şêweriyê bi encamnameyekê bi dawî bû, xalên encamnameyê wiha ne:
1-Deklerasyona ji aliyê Meclisa Jinên Sûriyeyê ve hat îlankirin ji bo destek kirin û jiyanî bibe divê bi awayeke çalak di pêkanîna wê de rol were leyîstandin.
2-Meşandina xebatên bi bandor ji bo misogerkirina maf û azadiya jinan ku di hevpeymana civakî ya Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatiye mîsogerkirin ji bo destûra nû ya Sûriyeyê esas were girtin.
3-Hemû herêmên dagirkirî yên bakur û rojhilatê suriyê werin vegerandin û koçberên van deran cardin vegerînin ser cih û warên wan.
4-Di demeke kin de temamkirin û îlankirina hevpeymana civakî ya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
5-Bi nûneratiya pêwîst ji jinên hemû gel, bawerî û çandên li Sûriyê dijîn beşdarbûna %50 ji jinan di kongreya niştimanî ya ku tê plankirin ji bo avakirina sîstemeke nû li Sûriyê were lidarxistin.
6-Di hikûmeta demkî de tevlîbûna jinên ku îradeya jinê temsîl bikin.
7-Jin di komîteya nivîsandina destûra bingehîn de cih bigrin.
8-Di mijara mafên jinan de ti sînordarkirinan re destûr neyê dayîn.
9-Destwerdanên li ser kar kirin, perwerde, mafên ger û geşt, şêweyê jiyanê û kincên jin neyên kirin daku karibin bi vîna xwe bijîn.
10-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê weke temînata azadiya jinê were dîtin,