Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nûjinha bi hêza jinên azad, riya heqîqetê dişopîne

07/01/2025
in JIN
A A
Nûjinha bi hêza jinên azad, riya heqîqetê dişopîne
Share on FacebookShare on Twitter

Ji meydanan ragihandina heqîqetê û ji qadên şer îfadekirina kêliyên têkoşîn û berxwedaniyê, destkeftiyên şoreşa mirovahiyê parastine. Lê ger ev yek bi nêrîn û îradeya jinê derbikeve, têkbirina zihniyet û pilanên kevinperesta ye. Di salvagera 4`emîn ya demezrandina Ajansa Jin Nûjinha de ev yek hate tekezikin.

Esma Mistefa/Qamişlo

Di 6`ê Çileya 2021 an de Ajansa jin ya Nûjinha yê li ser asta Rojhilata Navîn hate demizranidin. Bi derbasbûna 4 salan li ser menbera ragihandina heqîqet û dengê doza jinê re, careke din li ser şopa rêhevalên ku di oxira mezinkirina şoreşa azadiyê û doza jina azad giyanên xwe fedakirine; ev soz hate nûkirin. Derbarê salvegera 4` emîn ya demezrandina Ajansa Nûjinha yê Endama Ajansê Şêrîn Mihemed ji rojnameya me re axivî.

Nûjinha li ser hîmên derxistina heqîqtê avabû

Şêrîn di destpêkê de bal kişand ser armancên ku xwe li ser avakirine û wiha got: “Nûjinha bi mezinbûna şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, li kêlek ajans û televezyonên jin yên ku bi vê şoreşê re hatine avakirin di sala 2021`an de li ser asta Rojhilata Navîn hate avakirin. bê guman bi armacêb gelek mezin û bi îradeya jina azad yak u rola sereke di şoreşê de girtiye hate avakirin. li ser hîmên derxistin heqîqeta ku di oxira wê de gelek rêhevalên hêja canê xwe feda kirine, ajansa Nûjinha jî bi wê armancê xwe mezin kir.

Hebûna ragihandina jin di nava şoreşê de, ew berdewamkirina mîrasê wê yekê ye. ji destpêka avabûnê de li her derê û ji hemû qadên berxwedanê me heyanî astekê çîrok, êş, serkeftin û helwestên jinan derxistina pêş. di heman demê de kiryarên dagirkeriyê yên ku jinê digrin hedef bi hêza çapemeniya azad derketin pêş”.

Hêza TV, Ajans û giştî çapemeniya jin, zihniyet hidiweşîne

Şêrînê di berdewamiya axaftina xwe de ev da diyarkirin: “Hebûna jin di nava xebatên ragihandinê de, derbeye ji hemû zihniyetên paşverû yên ku li pêşiya vê yekê dibûn asteng. Di demên berê de me didît ku çawa jin bi rihetî nikare di nava ragihandinê de cih bigire û ji hemû milan ve dihate êrîşkirin. Lê niha em vê yekê bi mezinkirina televezyon, ajans, radio û bi giştî xebatên çapemeniya jin, em vê yekê hildiweşînin”.

Li ser şopa rêhevalên xwe şopandina heqîqtê

Şêrîn anî ziman ku wê li ser şopa rêhevalên xwe pêşvebiçin û wiha got: “Dagirkerî û dijminê me bi sala ye ragihandin û kesên ku ji bo doza gelê Kurd kar dikin dike hedef. Ev ji encama tirsonekî û xeteriya ku li ser xwe dibîne ye. bi dehan rêhevalên me di vê xetê de Şehîd bûne, lê ev rê nehat qutkirin, ev xeta ku xwe disipêre têkoşîna bi dehan salan wê bi hêsanî neyê têkbirin. Li ser vê esasê em ê bi hebûna xwe, rihê rêhevalên xwe, bi kamîre û pênûsa xwe bibin şopdarên rastî û heqîqetê”.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.