Dîlan Mulhim\ Qamişlo
Rêvebera Rêxistina Sara Nesriya Mehmûd diyar kir ku qetilkirina jinan di vê dema niha de zêde bû ye, herwiha ji bo ku rê li ber qetilkirina jinan were girtin pêwîstî bi têghiştina jinn û civakê heye.
Rêxistina Sara a Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan di sala 2013’an de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li bajarê Qamişlo hat damezrandin. Rêxistina Sara ji destpêka damezrandinê ve û heta niha li dijî tundiya li ser jinan têkoşînê dike, herwiha ji bo bihêzkirina jinan di warê siyasî, aborî û civakî de gelek kar û xebat daye meşandin.
Di derbarê qetilkirina jinan de rêvebera Rêxistina Sara Nesirya Mehmûd ji Rojnameya me re axivî: ”
Erka rêxistina Sara di dadgihan de
Nesirya Mehmûd da zanîn dema ku jin tê qetilkirin em weke rêxistina Sara dozê li ser yê kûjer radghînin û wiha
got: “Di destpêkê de dema ku jin tê qetilkirin em weke rêxistina Sara nikarin mudaxeleyê bikin. Ji ber ku ji aliyê hêzên Ewlekariyê ve lêpirsîn tê kirin. Dema ku hêzên ewlekariyê lêpirsînên temam dikin û dozê radikin dadgehê, wê demê em jî dozekê radikin dadgehê. Em hewil didin ku qetilkirina jinan bi dawî bibe. Di dema dawî de li bajarê Qamişlo jinek hate qetilkirin. Min hevdîtin bi malbata wê jinê re kir û heta niha lêpirsîn berdewam e. Heta ku doz here dadgehê em ê bişopînin.”
‘Pêwîste jin zagonên girêdayê xwe nas bike’
Nesirya Mehmûd axaftina xwe wiha domand: “Em dixwazin xwe bigihînin hemû jinan bi riya têgihştinê re em perwerdeyê bidin wan û ji bo ku jin karibe xwe û sagononên xwe nasbikin. Herwiha em jin û zilaman bi riya têkgiştinê dikin armanc ku her kes mafê xwe zanibê, di heman demê de hin jin hene di malê de ji tirsa zilam nikarin dehwa mafê xwe bikin û derkevin. Herwiha heta niha hin jin hene nizanin ku zagoneke heye parastina mafê wan dike. ji bo daxwaza mafê xwe bikin û dema ku zordarî li jinê bibê xwe bigihînê wî cih ku mafê wê lê tê parastin, em hertim ji jinan re dibêjin dema ku pirsgirêke bi we re çêbû xwe bi gihînin komînê wê komîn agahiyan bidê rêxistinê.”
‘Jin ji ber hêz û vîna xwe tên armancgirtin’
Rêvebera Rêxistina Sara Nesirya Mehmûd axftina xwe wiha bi dawî kir: ” Qetilkirina jinan li herêmê dewam dike,li herêmên me her ku diçe qetilkirina jinana zêde dibe. Jin hîn jî tên kuştin û ji mafê xwe yê jiyanî bê par dimînin. Da ku jiyanek wekhev, civakek saxlem, demokratîk û bê şîdet pêk were, pêwîstî bi têkoşîneke bênavber heye, her wiha pêwîstî bi belavkirina hişmendiya şopandina pirsgirêkan û pêkanîna qanûnên ji bo sînordarkirina van binpêkirinên li ser jinan heye.”






