Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Wênesazî asoya xeyalên veşartî ye’

05/01/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Wênesazî asoya xeyalên veşartî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dilovan kêfo/Amûdê

Şêwekar Mî’ad EL-Hamidî diyar kir ku mirov dikare bi rêya wênesaziyê xeyalên xwe yên ku nikare bîne ser ziman, derxe holê û wiha got: “Wênesazî dilê hunerê ye û asoya xeyalên veşartî ye.”

Şêwekar Mî’ad El-Hamidî di sala 1996’an de li bajarê Amûdê ji dayik bûye, xwendina xwe ya seretayî, navîn û amedahî li bajarê Amûdê qedandiye, ji ber ku ew di nav malbateke hunerî de mezinbûyî, wî ji biçûkanî ve ji hunerê hez kirîye û fêrî şêwekariyê bûye.

Derbarê hunera şêwekariyê de, şêwekar Mî’ad El-Hamidî ji Rojanameya me re axivî .

Me’ad El-Hamidî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku bavê min jî wênesaz bû, min ji zaroktiya xwe ve ji xêzkirinê hez kir. Dema ku bavê min tabloyek xêz dikir, min lê temaşe dikir, ji ber wê heskirina min ji wênesaziyê re roj bi roj zêde bû û ez bi vê hunerê re hatim girêdan. Ji ber hezkirina min tya zêde ji wênesaziyê re ez pir zû di vê hunerê de pêşketim. Kesê ku ji wênesaziyê hez bike helbet dikare xwe fêr bike û pêş bikeve. Di dema niha ez wekî pispor hunera şêwekariyê dikim û xwendekaran li çand û hunera Amûdê fêrî şêwekariyê dikim. Gelek xwendekar li ser destên min fêrî şêwekariyê bûne û niha şêwekarên ji xwe bawer in.”

‘Bi hezkirin û israrê zehmetî derbas dibin’

Mî’ad balkişand ser zehmetiyên ku derketine pêşiya wî û wiha got: “Zehmetiya yekem ku derket pêşiya min, nebûna cihekî taybet ku ez karibim lê karê şêwekariyê bikim. Ya duyem jî li kêleka şêwekariyê karên min yên din jî hebûn ku pêwîst bû ez bidim meşandin. Lê bi hezkirineke mezin min tevahî zehmetiyên ku derketin pêşiya min derbas kir û xewin û xeyalên xwe pêk anî. Bi heskirinê astengî derbas dibin.”

‘Ez bi xêzkirinê hestên xwe derdixim’

Me’ad El-Hamidî di derbarê kar û xebatên xwe yên şêwekariyê de wiha got: “Di xêzkirina tabloyan de tu rengên min yên taybet tune ye, ez ji tevahiya rengan hez dikim. Lê ez li gorî hestên ku ez tê re derbas dibim, ez hemû rengan bikar tînim. Wênesazî tu karê bibêje ku çi tiştên di dilê mirov de be dikare bi riya wênesaziyê derxîne holê .”

‘Pêwîste her ciwanek xwedî li jêhatiyên xwe derkeve’

Mî’ad El-Hamidî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez dixwazim herdem xwe pêş bixim û di asta xwe de nemînim.  Herwiha banga min ji bo her ciwanekî ku  xwedî li jêhatî û xeyalên xwe derkevin, bi hezkirin û perwerdeyê her tişt pêkan e.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.