Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Hevêrka Coltrane’ û felsefeya muzîkê

05/01/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Hevêrka Coltrane’ û felsefeya muzîkê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Muzîk ku xwedî bingeheke kûr e, tenê bi notayan nayê şîrovekirin. Her wiha ew bi geometrî û bîrkariyê jî tê şîrovekirin. Hinek muzîkjen ji bo têkiliya muzîkê ya bi bîrkariyê re nîşan bidin li bingeha muzîkê kolane û bi vî awayî encamên balkêş derketine holê. Hevêrka Coltrane jî yek ji van encamên balkêş e ku bala mirov dibe ser felsefeya muzîkê.

Roger Federîco

Qada muzîkê jî weke hunerên din xwedî gelek ezmûn û ceribandinan e. Muzîk tenê ne ew deng in ku em dibihîsin û pê hestiyar dibin. Her wiha tenê ne notasyonên xav in jî. Ji vî tiştî wêdatir muzîk xwedî raman û felsefeyekê ye. Gava mirov çav bi xebatên hin muzîkjenan û lêhûrbûnên wan ên li ser muzîkê dikeve mirov vê yekê baştir fam dike. Ji mêj ve têkiliya di navbera bîrkarî (matematîk) û muzîkê de tê zanîn. Gelek zanyar û muzîkjen di vî warî de fikr û nihêrînên xwe bi awayekî şênber ango bi nivîskî anîne ziman û behsa vî tiştî kirine. Weke nimûne Pîsagor li ser vê têkliyê dibêje; “Di zimîniya têlan de geometrî û di navbera giloveran de jî muzîkek heye.”

John Coltrane ku ew yek ji hostayên Cazê ye û weke bestekar û şefê orkestrayê jî tê zanîn, bi xebata xwe ya “5 hevêrk (çember)” nîşan da ku ew jî di rêya Pîsagorî de diçe û di vî warî de eynî weke wî difikire. Ev xebata John Coltrane ku dişibe diyagramekê ew ê di warê muzîkê de bi navên “Hevêrka Coltrane” û “Hevêrka tonê (tonalite) ya Coltrane” jî bihata zanîn.

Bûye îlhama ‘geometriya muzîkê’

John Coltrane di sala 1967’an de hin xêzên geometrîk çêkir û van xêzên xwe nîşanî hevalê xwe yê seqsefoncî yê bi navê Yusef Lateef da ku ew di heman demê de profesorek bû. Xêzên Coltrane dişibiyan saetekê, saeteke ku notayên muzîkê bi navberên wekhev digihandin hev û bi desenên giloverî hatibû çêkirin. A rast ev weke diyagramekê hatibû sêwirandin û paşê ev diyagram bi navê Coltrane hate bibîranîn. Ev dîyagrama ku bi navê “Hevêrka Coltrane” tê zanîn têkiliya di navbera muzîk û matmatîkê de radixe ber çavan. Coltrane vê yekê bi awayekî dîtbarî nîşan daye, yanî wî bi vî awayî razberiya muzîkê wekî tiştekî şênber nîşan daye. Ev xebata wî di warê “geometriya muzîkê” de bûye îlhama gelek xebatên dîtir.

Têkiliya muzîk û bîrkariyê

John Coltrane bi dîyagrama xwe ya geometrîk ango “Hevêrka Coltrane” 12 tonên nîvco yên “gamên kromatîk” teswîr dike. Yanî wî di vê dîyagramê de van yekan şirove kiriye. Mirov dikare bibêje ku wî bi vê dîyagramê nexşerêyekê jî derxistiye. Nexşerêya notasyon û tonên ne diyar ku dikarin ji gelek hêlan ve bi awayekî cuda werin nirxandin. Rêgezên ku wî diyar kirine an jî şirove kirine di tewriya muzîkê de ne ew tişt in ku nayên zanîn lê John Coltrane bê xêz û gewmetriyê şiroveyeke xweser pêş xistiye di vî warî de û nîşan daye ku di bingeha muzîkê de gewmetrî, felsefe û bîrkarî heye.

Kompozisyonên nehênî û pergala muzîkê ya îlahî

Li gor lêkoler û zanyaran gava John Coltrane bi vê dîyagramê daketiye ji xebatên Albert Einstein û muzîka Hîndûyan îlhamê girtiye û piştî lêhûrbûneke kûr “Hevêrka Coltrane” sêwirandiye. Ev diyagram her çend li ser teoriya muzîkê hatibe sêwirandin jî hêleke kompozîsyonan a nehênî (mîstîk) jî heye. Xêzên li ser giloverên bi hevdu ve girêdayî desenên stêrkan ava kirine û bi vî awayî huner û teoriya muzîkê bûne di hêmayên ku hevdu temam dikin û hêzê didin hevdu. Arun Ghosh ku ew klarnetvanekî bi ser xwe re bû, Hevêrka Coltrane bi vî awayî şirove dikir; “Pergaleke muzîkê ya ku bi tiştên îlahî re têkilî datîne.” û digot ev dîygarama Coltrane nêzî taybetmendiyên dînê Îslamê ye.

Têkiliya ‘kûantûm’ û teoriya muzîkê

Li hêlekê şîroveyên bi vî rengî hebûn li ser “Hevêrka Coltrane” lê li hêla din jî lêhûrbûna Coltrane ya di warê fizik û zanistê de nîşan dide ev diyagram. Stephon Alexander ku fizîknasek bû û di heman demê de li seqsefonê dixist pirtûkeke bi navê “The Jazz of Physics” dinivisîne û di vê pirtûkê de ji bo John Coltrane dibêje; “Rêgezên ku Coltrane li ser sekiniye û xebitiye ‘teoriya kûantûm’ a Einsetin îşaret dikin. Wî bi vê teoriyê xwe motîve kiriye.” Her wiha tê zanîn ku Coltrane ji hevalê xwe yê muzîkjen Davîd Amram re behsa “teoriya kûantûm” a Einstein kiriye û gotiye ku ew dixwaze di muzîkê de tiştekî bi vî rengî pêk bîne. Wekî din wî bi çend kesên din re jî ev mesele nîqaş kirine û behsa têkiliya teoriya muzîkê û kûantûmê kiriye.

Manewiyat û muzîk

John Coltrane bi vê dîyagram an jî xebata xwe têkiliya di navbera mûzîk, manewîyat, geometrî û bîrkariyê de pirr xweşik rave kiriye û nîşan daye ku muzîk xwedî rehên kûr û dûr in. Her wiha ew nîşan dide ku muzîk xwedî raman û felsefe ye jî. John Coltrane ji bo muzîka xwe wiha digot; “Muzîka min, îfadeya manewiyatê ye; bawerî, zanîn û hebûna min e.”

John Coltrane kî ye?

Di sala 1926’an de li Bakûrê Corolîna hate dinyayê. Pirr xweşik li seqsefonê dixist û di vî warî de tekane bû. Di warê cazê de yek ji şirovekarên herî jêhatî û serketî tê zanîn. Her wiha wî di vî warî de gelek tiştên nû jî ceribandiye û li teoriya muzîkê kolaye. Demek dirêj li seqsefonê dixe û paşê weke tenor jî dixebite. Bi muzîkjen Miles Davis re weke tenor dixebite. Ew li Emerîka û li dinyayê weke “fîgûrê caza avangard” tê qebûlkirin.

Di sala 1967’an de gava 40 salî ye jiyana xwe ji dest dide û ji vê dinyayê koç dike. Piştî ku di dimire şûnde, di sala 1992’an de Xelata Grammy werdigire.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.