Dîlan Mulhim/ Qamişlo
Hevseroka Mecilsa Bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed diyar kir ku ew hemû hewldanên xwe dikin da ku bi koçberan re bibin alîkar, herwiha heya niha 13 navend ji bo koçberan li Qamişlo hatine avakirin û amedekarî ji bo avakirina 7 navendên din jî heye.
Dema ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk êrişî Şehbayê û Til Rifetê kirin, piraniya gelên wan herêman koçber bûn û berê xwe dane herêmên Rêveberiya Xweser ên bi ewle. Rêveberiya Xweser jî li gorî derfetên xwe alîkariyê pêşkûş dike û xwedî li gelê xwe derdikev.
Di derbarê rewşa koçberên Şehbayê û Til Rifetê ku li bajarê Qamişlo bicih bûne, hevseroka Mecilsa Bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed ji rojnameya me re axivî.
‘Em li gorî derfetan pêşewaziya gelê xwe dikin’
Hêvî Ehmed di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Dema ku gelê me yê koçber berê xwe dan bajarê me, me weke Rêveberiya Xweser pêşewaziya wan kir û me daxuyanî li ser vê bingehê da. Ji ber ku amadekariyên me ne ji sedî sed bû, me seferberî ragehand. Ji bo vê rewşa awarte me bangewazî kir, di heman demê de li ser vê bangewaziyê hemû sazî, dezgeh, mirovên welatparêz û gelê Rojava bi giştî li koçberan xwedî derketin. Pêşewaziya koçberan hat kirin û hem ji aliyê gel, bazirgan, rêxistan û bi taybet Rêvberiya Xweser pêdiviyên sereke ji bo koçberan hatin peydakirin û li gorî derfetan gel bi koçberan re bûn alîkar.”
‘Barê herî giran barê Rêveberiya Xweser’
Hêvî Ehmed da zanîn ku derfetên wan kêmin, ji ber ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî di nav şer de ye û wisa got: “Derfetên me ne zêde ne ku em pêşewaziya koçberan bikin, ji ber êrişên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet binesaziya herêmê bi giştî kirye hedef. Ji ber vê yekê derfetên me kêmin ne zêde ne, ji ber ku em di rewşeke şer de jiyan dikin û me her tiştê di welatê xwe de bi gelê xwe yên koçbere parvekiriye tevlî van derfetên kême. Herwiha destpêkê rewşeke awarte bû û bi hezaran koçber berê xwe dane herêma me, ji ber vê yekê me gelek malbat bi cih kirin, ji bo parastinê û hin koçber hebûn ku rewşa wan ya teduristî ne baş bû û bi taybet rewşa zarokan. Ji ber ku demsala zivistanê avhewa sare, ji ber vê yekê zarok bi gelek nexweşiyan dikevin. Lê em li gorî derfetên di destên xwe de xwedî li koçberan derdikevin û barê herî giran barê Reveberiya Xweser e.”
Pirojeyên dema bê
Rêvebera Mecilsa Bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hedî hedî ji bo koçberan navenda ava dikin û ev navend ji dibistanan pêk tên. Di dema niha 13’ê de navend ji bo koçberan hatine avakirin û amedekariyên me ji bo vekirina 7ê’ navend din re jî hene. Ji ber ku koçberan bi giştî lê bi cih bikin, ji ber ku cihê niha koçber lê bicih bûne nebaşin hem avahiyên nehazir in, lê dema niha em navedên xwe hazir dikin ji bo koçberan di wan de bi cih bikin. Herwiha alîkariyên ji bo koçberan ji aliyê rêxistinên mirovî hebûn ji aliyê pêdiviyên jiyanê yên sereke tenê ji bo zarokan hat kirin. Lê tu alîkarî ji aliyê çeksaziyê, mazot û avê tu alîkarî ne hatiye kirin , Rêveberiya Xweser barê wê girt li ser milê xwe û daxuyanî da û got ku ew li hêviya tu kesî namînin. Ji ber ku gelek kesan got emê bibin alîkar lê tu alîkariyeke baş nehatkirin û Rêveberiya Xweser weke çeksazkirina navendan û xwedî derketin li koçberan bi rewşeke awarte de ji hemû aliyan ve bicihkirina koçberan radibe.”






