Lîloz Hisên/Qamişlo
Ciwanên Qamişlo diyar kirin ku serferberiya ku hatiye ragihandin erkeke dikeve ser milê tevahî ciwanan, herwiha destnîşan kirin ku divê li gorî şerê gelê şoreşgerî xwe amade bikin.
Piştî rûxandina rêjîma Baas, dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, derfet dîtin ku xaka sûriyê dagirbikin, ji dema rûxandina rêjîmê û êrişên çeteyan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li Minbic û Kobanê berdewam e, Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî van êrişan disekinin û berxwedaniyeke mezin didin meşandin. Herwiha da ku li beramberî van êrişan bisekinin Rêveberiya Xweser seferberiya giştî ragihand, da ku gelê herêmê bi taybet ciwan xwedî li xaka xwe derkevin û li dijî her êrîşekê amade bin.
Derbarê vê mijarê de ciwanên Qamişlo ji rojnameya me re amadekariyên xwe anîne ser ziman.
Endama Meclisa Yekîtiya Jinên Ciwan Nadiya Yûsif, derbarê êrişên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên ji hêla çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker wiha anî ser ziman:”Ne roja yekemîn û ya dawî ye em rastî êrişên bi vî awayî tên, bi taybet li bajarê Kobanê û derdora pira Qereqozaqê û Minbicê. Berxwedaniyeke bêhempa ji hêla hêzên me ve tê kirin. Li Minbicê sînaryoya Efrînê tê dûbare kirin, ji kuştin, dizî û talankirina mal û milkan. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê bi vîn û îradeya gelê herêmê wê tu carî nikaribe herêmên me dagir bike. Dewleta tirk dixwaze di hikumeta nû de hikmdariya xwe bide meşandin. Em qebûl nakin ku piştî ji desthilatdariyekê xelasbûn rastî desthilatdariyeke hovtrîn bên.”
‘Em ê bibin bersiv li dijî êrişan’
Nadiya Yûsif wiha axaftina xwe bi dawî kir:” Em ê li beramberî êrişan weke ciwan bê bertek nemînin, şoreşa ku ev zêdetirî 12 salan rû daye, bi pêşengtiya jin û ciwanan gelek deskeftî bidestxistin, em ê her van destkeftiyan biparêzin, xwedî li şehîdên xwe derkevin yên ku ji bo oxira vî welatî canê xwe feda kirin û tevlî seferberiya giştî bibin ya ku Rêveberiya Xweser ragihandiye. Em ê bibin besiv û li dijî êrişan bisekinin. Weke ciwan em berpirsyariya vê yekê ji erkê xwe dibînin, ji ber ku erkê me yê bingehîn jî ev e. Seferberiya ku hatiye ragihandin pêwîste di serî de em ciwan cihê xwe di nav de bigrin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku xwedî li xak û bajarê xwe derkevin û welatê xwe ji dagirkeriyê biparêzin.”
Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Nasir Nesro destnîşan kir ku herêmên me di bin xeteriya dagirkeriya tirkiyê de ye. Êrişên dewleta tirk li ser herêmên me berdewam e û dixwazin ewlehî û aramiya herêmê xirab bikin û tevlîheviyê di navbera pêkhateyan de derxîne. Hêzên Sûriya Demokratîk di çeperên şer de hem li Kobanê hem jî li Minbicê û heremên din, bi berxwedaniya xwe destanên dîrokî dinivîsînin.
‘Erkê ciwanan ew e ku herêmên xwe biparêzin’
Nasir Nesro di dawiya axaftina xwe de wiha got:” Weke ciwanên Sûriyeyê, maf û erkê me ye ku em herêmên xwe biparêzin. Divê ciwan her dem li qadên berxwedanê cihê xwe bigrin, li welat û gelê xwe xwedî derkevin, li ser bingeha şerê gelê şoreşgerî xwe amade bikin û di hemû milan de bajarê xwe biparêzin, çi di milê şerê rasterast an şerê taybet û di milê avakirina eniyên hundirîn û avakirina coş, baweriyên gel û xurtkirina hêzên leşkerî.”