Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li hemberî dagirkeriyê hewldanên jiyanê

02/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Li hemberî dagirkeriyê hewldanên jiyanê
Share on FacebookShare on Twitter

 

Nehir Pale

Xaliya jî, yek ji hezar zarokên Efrînê ye ku li hemberî dagirkeriyê biryara berxwedanê da ye. Di temenê 6 salî de, hîna destbi dibistanê nekiribû ji gundê xwe Şêx Hedîd ê girêdayî navçeya Şiyê yê Efrînê bi malbata xwe re derbasî Şehba bû. 7 salan jî li Şehba mîna hemû zarokên Efrînê yên xaka wan hatibû dagirkirin, hewldanên xwe yên jiyanê berdewam dikir.

Xaliya Cuma Misto zaroka malê ya mezin e, dema ku li Şehba bûn dibistan dixwend. Bavê wê li şaredariyê dixebitî, ew jî dema ku ji dibistanê vedigeriya li gel dayîka xwe dixebitî.

Xaliya 13 salî ji sala 2018’an ve li ber xwe dida ji bo vegerê Efrînê. Ne li bendê bû ku ji Şehba jî derbikevin û werin kantona Tebqayê. Êdî şert û mercan Xaliya fêrkirine ku berpirsyartî rabike. Niha jî tevî malbata xwe li kantona Tebqayê ne. Êdî dayîka wê nema dikare bixebitê, ew bi tena xwe alîkariya bavê xwe dike da ku jiyana xwe berdewam bikin.

Zaroka Efrînê ji demên sibehê bakêtên çixarê datîne pêşiya xwe û dixebitê. Ji ber dagirkirina Tirkiyê ya Efrîn û Şehbayê Xaliya jî mîna hemû zarokên Efrînê niha nikare biçe dibistanê. Ev hewl dide ku bi dayîk û bavê xwe re bibe alîkar û li hemberî derfetên koçberiyê bikarbe li ber xwe bide.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.