Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêwîste hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî bi erkê xwe rabin‘

01/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Pêwîste hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî bi erkê xwe rabin‘
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/ Qamişlo

Berdevka Rêxistina Sara a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Arzo Temo diyar kir ku jin pêşenga civakê ye , ji ber wê hertm dibe hedefa çeteyên wê û wiha got: “Pêwîste hêz û rêxistinên navnetewî û rêxistinên mirovî bi erkê xwe rabin li hemberî van kiryarên ku di derhexê jinan de têkirin.

Komeleya Sara a Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan di sala 2013’an de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li bajarê Qamişlo hat damezrandin. Komeleya Sara ji destpêka damezrandinê ve û heta niha li dijî tundiya li ser jinan têkoşînê dike, herwiha ji bo bihêzkirina jinan di warê siyasî, aborî û civakî de gelek kar û xebat kirin e. Di heman çarçoveyê de bi awayekî aktîv semîner û çalakiyan li dar dixe.

Di derbarê kuştin û hedefkirina jinan li herêmên dagirkirî, berdevka Rêxistina Sara a Bakur û Rojhilatê Suriyê Arzo Temo ji rojnameya me re axivî.

‘Dewleta Tirk di êrişên xwe de bi taybet jinan dike hedef’

Arzo Temo anî ziman ku di êrişên dawî de li ser Minbic, Şehbayê û Tilrifhetê bi taybet jin hatin hedefgirtin û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker di êrişê xwe yê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê de jin û zarokan dike armanc. Herwiha ji sala 2011’ an heta niha êrişên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê ne hatiye rawestandin. Di heman demê de şoreşa Rojava bi jinê hat naskirin, ji ber vê yekê jin di her qadê de cihê xwe girt û bû pêşenga civakê. Jin civak birêvebe û birêxistin kir û bi taybet  jin birêvebir, jin nîvê civakê û nîvê civakê û nîvê din kedî dike. Ji ber vê yekê dewleta Tirk dixwazê ku civakê tunebike, ji ber vê yekê jina birengekî hovane dike armanc .Di van êrişên dawî li ser Şêx Meqsûdê ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve du jinên hêzên parstina Şêx Meqsûd, hatin girtin û  çeteyan ew birin cihekî ne diyar heta dema niha agahiyên me li ser va her du jinan nînin.”

’Nameyên me ji bo bêdengiya mafê mirovan hene’

Arzo Temo da zanîn ku sê endamên jin li bajarê Minbicê ji aliyê çetan ve hatin qetilkirin û wiha şîrovekir: “Li bajarê Minbicê 3 jinên ku di saziyên sivîl de kar dikirin ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk  ve hatin şehîdxistin. Di  vê demê de bi hezarên jinan tên hedefgiritin, û zarokên bi temen biçûk tên tecawizkirin û bi taybet li herêmên ku ji aliyê çetan ve hatine dagirkirin. Di bin navê ku wan xwe kuştiye û pêwîste ev sûcê di derhetê jinan de tê kirin bê rawestandin ,  herwiha ji bo van kiryarên di derhetê jinan  ji sala 2011‘ an de heta dema niha berdewamin ,sûjên di derheqê jinan de tê kirin  ji aliyê çeteyê girêdayî dewleta Tirk li hermên dagikirî . Me gelek name ji bo bêdengiya mafê mirovan amede kirine û pêwîste mafê mirovan li hemberî van binpêkirina ku derheqê jinan de têkirin, helwesta xwe nîşan bidin.”

’Banga me ji bo hêzên navnetewî û rêxistinên mirovî heye ku bi erkê xwe rabin’

Berdevka Rêxistina Sara a Bakur û Rojhilatê Suriyê Arzo Temo axftina xwe wiha bi dawî kir: ” Bangewaziya me ji rêxistinê navnetewî ên ku mafê jinan biparêzin heye ku bi erkê xwe rabin. Li dijî van binpêkirinê,kuştin û hedefgirtin ku li ser jinan û zarokan tên kirin ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk pêwîste helwesta nîşan bidin û bi erkê xwe rabin. Lê bixamin  heta dema niha dewletên navnetewî û rêxistinên mafê mirovan li hemberî van sucên di derhekê jin kurde tên kirin bê dengin. Em bi hêvîn dewletên navnetewî û rêxistinên mirovî bi erkê xwe rabin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.