Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêber Apo sembola azadiya gelê kurd e

01/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Rêber Apo sembola azadiya gelê kurd e
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamîşlo  

Endamê Komîteya Lihevanînê ya kantona Cizîrê Nûredîn Şakir diyar kir ku pêngava azadiya fîzîkî a Rêber Apo ku di 10 Cotmeha 2023’an  dest pê kiribû li ser raya giştî û li giştî cîhanê bondarekî erênî kir, li çar parçê Kurdîstanê û di cîhanê de Rêber Apo wek sembola azadiyê tê dîtin.

Fikir û felsefeya Rêber Apo di Rojhilata Navîn de ji bo gelê kurd bû hêvî û li cîhanê deng veda. Di vê çarçoveyê de endamê Komîteya Lihevanînê a Herema Cizîrê Nûredîn Şakir ji Rojnameya me re axivî.

‘Gelê kurd li derdora fikir û felsefeya Rêber Apo kom dibe’

Nûredîn destnîşan kir ku pêngava azadiya  fîzîkî a Rêber Apo bi pêşengtiya dostên Rêber Apo û bi yekîtiya gelê kurd û welatparêzan hat destpêkirin û wiha got: “Pêngava azadiya fîzîkî a Rêber Apo ku di 10 Cotmeha 2023’an de hatibû destpêkirin bandorekî erenî li ser raya giştî û cîhanî kir. Di Kurdistanê de cara yekeme ku gelê kurd li ser asta netewî li derdora fikir û felsefa Rêber Apo kombûn. Bi saya fikrê Rêber Apo doza gelê kurd hat naskirin û doza gelê kurd li ser asta cîhanî bû doza yekemîn ku îro 50 mîlyon kurd banga doza xwe dikin, doza gelê kurd hertim ji aliyê dewletên desthilatdar ve hatiye înkarkirin, taybet dewleta tirk a ku ev 26 salin Rêber Apo di zîndanê de digre daku gelê kurd ji doza wî dûr bixe.”

‘Rêber Apo 26 salin li Îmraliyê  tekoşînê dike’

Nûredîn bi  bîrxist ku di Rojhilata Navîn û cîhanê de Rêber Apo wek sembola azadiya gel tê dîtin. Ev 26 salin gelê kurd di hemû çalakiyan de li kolanan banga azadiya fîzîkî a Rêber Apo dike. Û wiha domand:  “Gelek zanyar, siyasetmedar, feylezof û rewşenbîrên cîhanî  û rewşenbîrên Ereb jî di nav de dewa azadiya fîzîkî a Rêber Apo dikin. Pêwîste were dîtin ku doza gelê kurd Gîhaştıye qonaxeke nû taybet em weke gelê kurd vî yekê bibinin û sûd jê bigrin. Gelê kurd kurdistaneke bi fikir û felsefeya Rêber Apo dixwaze ku ev 26 salin Rêber Apo li girtîgeha îmraliyê de ji bo gelê kurd tekoşîn dike bi dîl girtinekî gihaşte afrîneriyekî ku di nava cîhanê de bi fikir û felsefeya wî doza gelê kurd hate naskirin. Ji bo wî hemû rewşenbîrên dûnyayê li dora gelê kurd kombûye. Em wek gelê kurd deyndarê Rêber Apo ne ku me heta niha nekariye azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.”

‘Rêber Apo hêza fikir û îradeyê ye’

Nûredîn wiha domand: “Dewleta tirk a qirker û metînger 5 salên dawî li îmraliyê  tecrîda mutlaq dimeşand. Hevdîtina herê dawiyê di Tebaxa 2019’an de pêk hat  ji wî deme heta niha hevdîtin nehatibûn çêkirin. Ev hevdîtin di şert û mercên giran de pêk hat.  Rêber Apo bi peyamên xwe rojev diyar kir, eger tecrîd bi temamî bê rakirin şert û mercên tendûristî, ewlehî û xebatê a ji bo Rêber Apo pêk werin wê pêvajo bi fikrin Rêber Apo pêş bikeve. Yekane çareseriya îradeya pirsa kurd û derketina ji qaûsa rojhilata navîn Rêber Apo ye. Tene bi hêza Rêber Apo acax ji pirsgirêkan re çareserî were dîtin.  Yên ku ji hişmendiya azadiyê durin û Rêber Apo nasnakin  nikarin vî rastiyê nasbikin, gelê rojhilata navîn ji baş dizane ku Rêber Apo hêza fikir û îradeyê ye. Pekhateyên ku li bakur û rojhilatê suriyê jiyan dikin rêveberiya xweser û fikre Rêber Apo wekê mînakê çareseriya, çareseriya rojhilata navîn û suriyê de dibînin. Ji bo gelê kurd ev gaveke pîroze ku pêkhate û gelêdin jî dixwazin azadiya xwe û rizgariya xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de dibînin. Di rojhilata navîn de diyar dibe ku kurd bûne cîhê çareseriyê wezna xwe ya siyasî û civakî li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Apo a ku li ser biratiya gelan û netewa demokratîk hatiye avakirin.”

‘Dewleta tirk hebûna xwe di tunekirina kurdan de dibîne’

Nûredîn wiha domand “Dewleta Tirk wekê her demê li pêşiya pêşketinên kurdan dibe asteng ji ber ku ji hebûna gelê kurd ditirse û ji xwe re wek xeterî dibîne, ew hebûna xwe di tunekirina kurdan de dibîne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel tehdît dike dibêje” an kurd sîlehên xwe daynin an jî bi tevê sîlehên xwe wê bin ax bibin”, bi wî fikre şofînîst û nîjadperest biratî ya gelan tune dike. dewleta tirk jî vî baş dizane ku gelê kurd nema tehamûla desthilatdariyê dike û nîjadperestiyê nema qebûl dike, gelê kurd pir aşkare ji dewleta tirk re dibêje ku ” Rêber Apo rûmet û hêzame ye menewî fikrî û felsefi û ehlaqê civakê bime da naskirin” pêwîste dewleta tirk a dagirker lixwe vegere pirsgirêkên ku niha bê çareserî mane hemû jî girêdayê azadiya Rêber Apo ne, ger ev pêk neyê şer û pêvçûnên ku di navxweyîde derkevin wê qetlîamên nû bixwere bîne ne tene kurd wê gelên ku li heremên dijîn bi qetlîaman re rû bir û bimîni”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.