Tekoşîn Amara/ Qamişlo
Hevserokê Kongra Islam Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan diyar kir ku piştî tekçûna rejîma Baas, dewleta Tirk û hevkarên wê dixwazin bi nûjenkirina DAÎŞ’ê armanca xwe ya dagirkirina axa Sûriyê pêk bînin û berjewndiyên xwe bidest bixin.
Hedef û armanca êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dagirkirina axa Sûriyê û bi dawikirina sîstema Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye. Di vê çarçoveyê de hevserokê Kongra Islama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan ji rojnameya me re axivî.
‘Dewleta Tirk li gor projeya Mîsaqa Mîllî tevdigere’
Saroxan diyar kir ku piştî ku rejîma Baas a dîktatoriya Esad bi dawî bû dewleta Tirk û hevkarên wê dixwazin hedef û armancên xwe pêk bînin û wiha got: “Dewleta Tirk li gor projeya xwe ya Mîsaqa Millî tevdigere ku herema Heleb, Reqa, Mûsil, Kerkûk û gişti Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gor Mîsaqa Mîllî ji xwe re wek wîlayeteke dibîne û li ser erdê pêk bîne, roja ku ala Tirk li ser kelha Helebê hat rakirin dewlet Bahçelî diyar kir ku edî kelha Helebê gihaşt xwediyê xwe yên resen.”
‘Dewleta Tirk dixwaze şerekî navxweyî bide çêkirin’
Saroxan wiha domand: “Dewleta Tirk dixwast bi zindîkirina DAÎŞ’ê axa Rojava dagir bike û pirsgirêka kurd edî tune bike. Çeteyên dewleta Tirk û şofînîstên Sûriyeyê yên ku bi navê Itîlafê û bi navê opozisyonê, xwe li cem Tirkan bicîhkirin edî bûne alavekî destê Tirkan da ku di hemû şeren li cîhanê diqewime de bikartîne. Heman demê de Tirkiyê dixwaze bi destê wan şerekî navxweyî jî bide çêkirin ku kurd û ereb bihevdû bikevin, dewleta Tirk sedê sala ne bermahiyên osmaniyan bi vê siyaseta xwe tên naskirin. Hinceta dewleta Tirk hebûna kurd û sîstema kurdbûyînê ye, ji ber ku dewleta Tirk di nav kirîz û Kawsê de dijî ger li Sûriyê pirsgirêka kurd bê çareserkirin ew ê bandora xwe li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bike ji bo ku bandora xwe neke dixwaze bi rêya çeteyan xwe tevlîhevî bide çêkirin û xira bike.”
‘Dewleta Tirk dixwaze giştî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike’
Saroxan diyar kir ku dewleta Tirk gelê kurd bi terorê tewanbar dike, lê ew bixwe jî terorekî rêxistinkiriye ku sucên şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bi hezaran zarok û sivîlan dikuje û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ji ber ku Sûriye ber bi çareseriyekê ve diçe, Tirkiyê ji bo ku qezenc bike û bi lez û bez lingeke xwe çêbike dixwaze Kobanê, Reqa û Minbicê û hemû heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kuştin û qetlîaman bigre. Şefê faşîst Erdogan di daxuyaniya xwe de jî dabû diyarkirin ku Şam, Himis, Heleb, Hema û Raqa ewê hemû bibin wîlayetên Tirkî, ew bi vî rengî bê hevî û bê îrade li gelê Sûriyê mêyze dike. Lê rastiya wî tune ye. Bi pêşengtiya kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkhateyên kurd, ereb û sûryan bi hev re bi yek projeye dijîn û yên ku pêşengtî ji vî projeye re dikin jî kurd bixwene, ji bo wî jî dixwazin ji bo ku ev proje were tunekirin pêwîste di seride kurd werin tunekirin. Şoreşa ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûye ew ê derbasî Tirkiyê jî bib,e ji bo ku pêşiya wê were girtin bi hemû hêza xwe êrîş dike.”
‘Dewleta Tirk DAÎŞ’ê ji nûve zindî dike’
Saroxan wiha domand: “Dewleta Tirk dixwaze bi van tevlîheviya nûjenkirina DAÎŞ bixwe re bîne ku carekdin DAÎŞ’ê vegere li ser linge xwe bisekine û xeteriyek mezin çêbike, 60 hezar malbatên DAÎŞ’î di kampan de û nêzîkî 12 hezar DAÎŞ’ê jî di girtigehan de jiyandikin. Hijmarek şaneyên veşartî jî di nav civakê de tevlîheviyan çêdikin û xeteriyên pir mezin bixwere tînin û dixwazin suriyê bikin xelekekî teng ku carekedin êrîş bikin, di navnetewî de jî xeteriyên pir mezin bixwere tîne û di bin gefên pir dijwar ji bo dewletên Avrupa, Amerîka û hêzên giştî yên cîhanê ji ber ku xwedî projeyek mezin û tundrevin. Turkiye her ku diçe hebuna xwe hunda dike dixwaze bi rêya DAÎŞ’ê carekdin hebûna xwe mayînde bike, ew jî tehdîteke pir mezine ji bo yekîtiya suriye yê û hêzên navnetewî hemandemê de ji bo koalîsyon nevnetewî a ku ji 40 welatî pêk tê û lihemberê DAÎŞ’ê şerkirin tehdîteke pir mezine.
‘Kirîza Sûriyê aloziya Rojhilata Navîn dirêj dike’
Saroxan anî ziman ku “Li suriye yê liv û tevgerên pir bilez têne çêkirin û Hêzên navnetewî biryar girtine ku çareseriyekî bibinin. ji ber ku kirîza suriyê û aloziya rojhilata navîn pir dirêj kir ev jî dihêle ku zirar bigîhîje berjewendiyê hêzên hegemonîk û navnetewî ji ber wî jî dixwazin ku çareseriyê bibinin. Di pêkanîna rojhilata navîn û projeya rojhilata navîn a nû de suriye û civaka wî tê de cîh digrin pêwîste çareseriyê wî were diyarkirin.
‘Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir reng derdikevin holê’
Saroxan di dawiyê de got ” Li Sûriyê pir reng derdikevin holê, mînak rengê îslamî ku bi navê HTŞ tê temsîlkirin renge reveberiya xweser yên ku gel pê bang dike û renge ku çeteyên tirkiyê pê bang dikin û gelek komên ku hê renge xwe nedane diyarkirin jî hene ji ber wî jî merhelekî pir girînge ku miletê suriyê bi giştî biryara xwe bi hevdure bidin ku edî renge suriyê dibe sîstemekî ku bakurê rojhilatê suriyê wek federalî bê naskirin. Heman deme de renge projeya Rêveberiya Xweser ku bikaribe xwe bi her awayê bi rêve bibe , yadin jî pêwîste di nav netewî de îtîraf bi pirsgirêka kurd were kirin ku edî kurd bi kurdbuna xwe were naskirin ku xwedî nasname, ziman, çand û diroke ger bi vî neye naskirin pirsgirêk û alozî her berdewam bike. Dewleta tirk astengiya çêdike ku ew reng çênebin û gelê kurd nebe xwedî çand ziman nasname û dîrok ji bo wî jî suriye ji bona gelan çareseriyekî nuye ku herkesek bi awayek demokratîk tê de cîh bigre.”