Ronaz Silêman/Qamişlo
Nûçegihana ANHA’yê Sîma Birokê diyar kir ku bi hedefgirtinan hevalên wan yên rojnamevan wê nikaribin, rê li ber xebatên Çapemeniya Azad bigirin û got, “Cîhan bi hizkirina ji welatê xwe re rojnamevantiyek bê sînor tacîdar kir.”
Rojnamevan ji bo derxistina heqîqetê û rastiya gelan têkoşînê dikin, ked û xebatekî pir mezin û hêja didin. Dijminê ku naxwazin ev rastî, rûreşî û dirûtiya wan derkeve, rojnamevanan hedef digre, bi vê armancê nêzî eynika civak û rojnamevanan dibe, ji ber wê jî her li cihê ku şer diqewime, cihê ku yek rojnamevan berxwedana gelan derxîne ew yekser ji aliyê dewletan tên hedefgirtin, bi taybet ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve. Dewleta Tirk ne cara yekemîne rojnamevan hedef digre, her ku bixwaze dengê berxwedana gel neghê raya giştî û gel bi hev moralê xwe bilind nekin, rojnamevanan dike armanc, da ku rê li ber derxistina heqîqetê bigire, ji ber wê rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19 Kanûn 2024’ an de dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê de, ji aliyê balefireke bê mirov û biçek a dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin. Di encama êrişê de her du rojnamevan şehîd bûn.
Kurtejiyan rojnamevan û şehîd Cîhan Bîlgîn
Rojnamevan Cîhan Bîlgîn di 26’ê Cotmeha 1996’an de, li navçeya Mîdyadê ya bajarê Mêrdînê ji dayik bûye. Cîhan weke keçeke kurd, di nava malbateke ku hestên welatparêziyê li pêşe mezin bûye. Malbata wê ji 5 xweşik û 4 bira pêk dihat, herwiha ji Cîhan biçûktir xuişkek û birayek bû. Şehîd Cîhan li zangîngeha Amedê Diclê beşa Edalet bi dest xist. Cîhan di sala 2013 û 2014’an de çû Amedê, piştî ku ew derbasî zangîngehê bû, lêgerîna wê ya ji bo derxistina rastiya dijmin xurt bû û xwendina wê ji rewşa heyî ya ku li Kurdistanê tê qewmandin re çêbû.
Cîhan naskirina xwe ji rewşa kurdan re kêm dît, ji ber dixwest her kes rastiya ku li ser kurdan tê kirin, nas bike, lewra derbasî xebatên çapemeniyê bû. Cîhan ji bo derbasî qada Rojava bibe, şahidiya şoreşê bike û ji nêz ve bişopîne, di heman demê de vê şoreşê ji cîhanê re belav bike, li ser vê daxwazê di sala 2017’an de ji Bakur Kurdistanê derbasî xaka Rojava bû. Cîhan li Rojava cihê xwe di nava nûçegihantiyê li gel Ajansa Hewar (ANHA)’yê girt. Cîhan heya kêliya dawî ji jiyana xwe, xebatên nûçegihantiyê li gel Ajansa Hewar (ANHA)’ê dikir.
Cîhan kêlî bi kêlî şopdarê rastiyê bû
Hin pêngavên rêzgarkirina bajaran ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin, Cîhan ji nêz ve ew şopandin, mîna pêngava rêzgarkirina Reqa, piştî wê êrişên dewleta Tirk ên ku li ser herêmê mîna li li Tiltemir, Zirgan û Eyn Îsa şopandin, li kêlek wê operasyonên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk dihatin, herî dewayî jî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê kêlî bi kêlî dişopandin.
‘Divê para min jî di şoreşê de hebe’
Armanca tevlîbûna Cîhan ji qada ragihandinê û derbasbûna wê ji axa Rojava re, ji ber wê nikarîbû çavê xwe ji wijdanê xwe re bigirta û dengê xwe bida seknandin û wiha digot: “Li Kurdistanê cihekî ku şoreşê lê çê dibe û divê pareke min jî di vê şoreşê de hebe. Ez dengê wê şoreşê baş û bi awayekî xurt weke hevalên xwe ên di çampemeniya azad de kar dikin, li Rojavayê Kurdistanê têkevim nava wê xelekê û li cîhanê belav bikim” Cîhan li ser vê armancê xebatê xwe yê ragihandinê pêk anîn.
Derbarê Rojnamevan û şehîd Cîhan Bîlgîn, nûçegihana Ajansa Hewar (ANHA)’ê Sîma Birokê ji Rojnameya me re axivî.
Sîma Birokê diyar kir ku hevreya wan Cîhan ji bo welatê xwe rojnamevantiyeke bê sînor tacîdar kir û wiha got: “Dema em behsa hevaltî û jiyana hevreya me Cîhan Bîlgîn bikin, bêguman wê gelek hurgiliyên ku em bînin ziman hebin, lê tişta ku niha em dikarin bêjin hevreya me Cîhan gelek Salan li Bakurê Kurdistanê, li hemberî desthilatdariya AKP’ê li ber xwe da. Cîhan ji xebatên belavkariyê dest bi xebatên ragihandinê kir, belavkariya ku her roj li kolanan rastî zextên polîsên dewleta Tirk dihat. Tevî van zextan jî, li ber xwe da û xeta têkoşînê dewam kir. Cîhan bi hizkirina ji welatê xwe re, rojnamevantiyek bê sînor tacîdar kir.
Hevreya me Cîhan ji bo xebatê xwe bide meşandin, sînor nas nekir. Hevreya me Cîhan zexta dijmin li ser gelê xwe yê Kurdistanê qebol nekir, lewra berê xwe da Şoreşa Rojava, di nava şoreşa Rojava de, navê ku şoreş lê hatiye kirin Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya gelan, di heman demê de şoreşa jin bi van navan, wateya wan jiyan kir, hem jî di nava xebatê xwe de pêk anî, çingî dixwest bi van navan, deng û rengê şoreşê derxîne pêş çavê cîhanê, herwiha ji malbatan heta bi aliyên qadên siyasî bi giştî û bi taybet ked û xebat jin, têkoşîna jin di nava şoreşê, hem têkoşîna jin li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê derxîne pêş, di heman demê de ji bo wê ne asteng bo ku xwe bighîne jinên cîhanê.”
‘Em ê her bi Cîhan re jiyan bikin’
Sîma Birokê axaftina xwe wiha dewam kir sekna parastina nirxê hevaltiyê li cem hevreya wan Cîhan xurt bû û wiha got: “Taybetmendiyên hevala me yên ku em bînin ser ziman gelek in, lê ev taybetmendiyên giştî ne, ji xwe fedekaritî, jêhatîbûn û sekna parastina nirxê hevaltiyê li cem hevreya me pir hebû, em ê her wê bînin ser ziman û di nav me de jiyan bike.”
‘Wê nikarin rê li ber xebatên çapemeniya azad bigirin’
Sîma Birokê axaftina xwe wiha qedand: “Em ê her li pey şopa hevalên xwe yên şehîd bin û her li ser lingan bin ji bo em xebat û erka li ser milê xwe ya ku hevalên me yên şehîd hêvî dane me pê, bidomînin. Peyama me jî ew e ku wê tu carî nikaribin bi êriş û hedefgirtinan rê li ber xebatên çapemeniya azad bigirin.”