Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çeteyên Erdogan wê li ber felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ têk biçin

01/01/2025
in JIN
A A
Çeteyên Erdogan wê li ber felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ têk biçin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan gotin: “Şerê wan ê herî mezin li hemberî jina ye. Wê wekî berê li ber felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têk biçin.”

Çeteyên şefên faşîst Erdogan-Bahçelî piştî Helebê dagirkirin êrîşên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zêde bûn. Ji ber êrîşên ççeteyên HTŞ-DAIŞ’ê yên dewleta Tirk a dagirker bi deh hezaran kes neçar man koçî herêma Şehbayê bikin. Her wiha bejahiya Minbicê jî dîsa dibe hedefa êrişan. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Amed û Êlihê bertek nîşanî êrişan dan.

Dayika Aştiyê Meryem Tûran anî ziman ku armanca sereke ya êrişan destkeftiyên kurdan e. Meryem Tûran got: “Divê êdî zarok, sivîl û jin neyên kuştin. Em vî şerê qirêj şermezar dikin. Em aştî, yekîtî, azadî û biratiyê dixwazin. Êdî bila bes zarokên me bimirin. Êdî bes e. Dest ji lîstikên xwe yên qirêj berdin.”

Dayika Aştiyê Murvet Demîr ku got “Em bi çekên NATO’yê tên kuştin” wiha got: “Em bi salan e dibêjin ‘aştî’. Ji bo aştiyê destê xwe yê rastê dirêj dikin, bi destê çepê jî lêdixin. Êrişî zarokên me dikin. Bi tanq, top û balafiran dixwazin kurdan biqedînin, lê kurd naqedin. Belesebeb vî şerê qirêj dimeşînin. Dest ji vî şerê qirêj, pêkanînên li dijî mirovahiyê berdin. Çi karê we li Rojavayê heye?”

Dayika Aştiyê Kamîle Şîmşek a li Êlihê dijî, bûyerên li Sûriyeyê diqewimin wekî “lîstika dewletên emperyalîst” nirxand. Kamîle Şîmşekê got: “Bêyî destûr û planên dewletan, di nava 2 saetan de tevahiya Helebê nedihat dagirkirin. Em vî şerî naxwazin. Tirkiye dibêje ‘Em nîn in’, lê bila kesî nexapînin. Hemû çeteyên girêdayî wê ne.”

Kamîle Şîmşekê bang kir û got: “Xizmên me bang li me dikin û ji me re dibêjin ku ew bi mirinê re rû bi rû ne. Divê hemû gelên cîhanê li dijî vî şerî bibin yek. Gelê kurd divê li herîd erî dakeve qadan û bertekên xwe nîşan bidin.”

Dayika Aştiyê Nuran Seçkîn jî got ku DAIŞ bi navên cuda êrişên xwe didomîne. Nûran Seçkînê got: “Ev serê mirovan jê dikin, tecaiwzkar in. DAIŞ’î ne. Ev şer, şerê ji nû ve vejandina DAIŞ’ê ye. Serokê Sûriyeyê Beşar Esad nekarî saetekê jî li ber xwe bide, bi sed hezaran jin, zarok û extiyar radestî çeteyan kir. Bi navê îslamê, serê mirovan jê dikin û tecawizî wan dikin. Ev dijminê îslamê ne. Şerê wan ê herî mezin li hemberî jina ye. Wê wekî berê li ber felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têk biçin.”

Dayika Aştiyê Maşallah Kaya jî diyar kir ku daxwazên kurdan ên aştiyê bi şer hatine bersivandin. Maşallah Kayayê destnîşan kir ku divê kurd li dijî êrişan bi hev re tevbigerin û banga hişyariyê li raya giştî ya navneteweyî kir.

Dayika Aştiyê Şukran Dal jî bal kişand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paradîgmaya azadiya jinê û ekolojîk zindî bûye û got ku armanca êrişan ev paradigma ye. Şukran Dal êrişên sala 2014’an ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist û wiha got: “Çawa di sala 2014’an de winda kirin, wê dîsa winda bikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.