Lîloz Hisên/ Qamişlo
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Perwîn Yûsif diyar kir ku bi rûxandina Esed rûpeleke dîrokî ji bo gelên Sûriyê hate vekirin şû wiha got: “Bi berxwedan û hevgirtina gel û hêzên QSD’ê, em ê karibin tevahiya êrîş û planên dagirkeran vala derxin.”
Piştî zêdetirî 50 salî ji desthilatdariya ku zilm û zordarî li ser gelên Sûriyê dida meşandin, piştî 13 salan ji kuştin û komkujiyan Esed hat Rûxandin. Bi têkçûna Esed û rêjîma wî rûpeleke dîrokî û nû i bo tevahiya gelên Sûriyê vebû, rûpelek nû i bo avakirina Sûriyeke demokratîk û dadmend hat vekirin. Lêcareke din destwerdana hêzên dagirker di rewşa Sûriyê de, herwiha êrişên domdar yên Ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşa Sûriyê ber bi xeteriyê ve dibe.
Derbarê mijarê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Perwîn Yûsif ji Rojnameya me re axivî.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat PYD hilweşîna rêjîma Esed wekî rojeke dîrokî di dîroka gelên Sûriyê de bi nav kir û wiha domand: “Rûpeleke nû ji bo gelê Sûriyê hate vekirin, rûpela desthilatdarî, dîktatorî û hemû rengên zilmê ku ev 55 salin gelê me tê de jiyan dike hate tewandin, weke gelê kurd bi taybet û hemû gelê sûriyê gelek êş û azar li ser destê vê rêjîmê dît. Gelê kurd ev zêdetirî 50 salî ji bo şoreş, maf û hebûna xwe biparêzin û di Sûriyeke demokat jiyan bikin li hemberî vê rêjîmê têkoşîneke bê hempa da meşandin. Her dem mafê gelê kurd û mafê gelê din înkar dikir û ne dida qebûlkirin. Rêjîmeke li ser esasê nijadpeestiyê xwe dabû avakirin, da ku tenê yek malbat li ser îqtîdarê bimîne. Bi destpêkirin raperîna gelan li Rojhilata Navîn gelê Sûriyê ji hemû welatan hewcedartirbû ku şoreşekê li dar bixin û guhertin û veghurtinan çêbikin, ne tenê gelê kurd lê tevahî pêkhateyên ku li herêmê jiyan dikirin hewcdarbûn ku di jiyanke demokratîk, edalet û dadmendiyeke rast li sûriya jiyan bikin. Raperînek li dijî vê rêjîma dictator hate li dar xistin û 13 salan li berxweda, israra gelê sûriyê ji bo ev rêjîm bikeve û xwe bide guhertin ne şikest, şereke mezin hate çêkirin, gelek kongre weke Asîtanayê, Sûçiyê heta Qahîrayê hatin li dar xistin, herwiha ji bo çareserkirina aloziya sûriyê komxebat hatin li dar xistin, lê belê rêjîmê tu carî xwe amade nedkir ji bo guhertinê. Gelek welat weke tirkiyê destwerdan kir û welatên herêmî yên din di aloziya sûriyê de, şoreşa sûriyê ji rengê xwe yê rast derket, di encamê de şerekî navxweyî û îqtîdarê derekt, da ku kî berî dewleta din zêdetir desthilatdariya xwe ji xaka sûrî bigre dest û herêmê dagir bike.”
‘ Sîstemek bi vîna gel hate avakirin’
Perwîn Yûsif wiha pê de çû: “Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîtemeke ji vîna gel hate avkirin, da ku bi gelên heyî re jiyaneke aram û hevbeş bidin avakirin. Ev sîstem ji Rojavayê kurdistanê destpê kir heta gihaşt bakur û rojhilatê Sûriyê hate meşandin. Ji şikestina DAIŞ`ê destpê kir ber bi avakirina sîstemeke hevbeş xwe bi xwe rêve bibin, wekî din îrade û vîna jinê hate parastin, bi giştî nimûneyeke democrat rasterast hate avakirin. Ev nimûne dikare ji bo giştî sûriya bibe ne navendî, bi hev re jiyan kirin û hevsengiyeke rast, di dema heyî de her kes çaverêne ku çarenûsa sûriyê çiye piştî rûxandina Esed.”
‘Gerek Rêveberiya Xweser bi hemû saziyên xwe bê parastin’
Perwîn Yûsif wiha domand:” Weke Partiya Yekîtiya Demokrat nêrîna me ya siyasî ya pêşwext ji bo Sûriyê, ku hemwelatiya Sûriyê biparêzin, di nav de pêkhateyên heyî, hebûna wan bi destûreke demokratîk û edalet were diyar kirin, gerek Rêveberiya Xweser bi saziyê wê yên leşkerî, civakî û rêvebriya wê ya îdarî û xizmetguzarî were parastin. weke gelê kurd ji mafê me ye ku bi gelên resen re yên herêmê jiyan bikin, çaresnûsa gelê kurd bê diyar kirin. Di vê demê de divê projeya Rêveberiya Xweser û hebûna wê esas bigrin û gavên mezin bavêjin.”
‘Ji bo parastina destkeftiyan em ê berxwdanê bikin’
Perwîn Yûsif bal kişand ser daxuyaniyên hêzên çekdar û wiha got: ” Tevî van daxuyaniyên cuda em ê hewildanên xwe berdewam bikin, hem di aliyê dîblomsî û siyasî, eger bê xwestin em ê şerê xwe berdewam bikin, ji bo parastina mafê gelê xwe û destkeftiyên şoreşê. Şoreşeke ku 13 hezar şehîd daye û bi bedelên mezin destkeftî hatin bidestxistin. Bi serkeftin û hebûneke mezin li ser xaka sûriyê wê ev destkeftî bi mafê gelê kurd û gelê sûriyê bi giştî tacîdar be. Êdî gelê sûriyê ew sînaryoya zilmê û dîktatoriyên nema qebûl dike. Gerek êdî hebûna hemû netewan were qebûl kirin, gereke sîstemek ku di nav xwe de pêkhateyan û hebûna wan bihewîne bê avakirin.”
Perwîn Yûsif tekez kir ku bila her kes baweriya wan bi Rêveberiya Xweser û hêzên QSD hebe, çawa çeteyên DAIŞ hate şikandin ji hêla hêzên me û zêdetirî 10 sala di nava vê sîstema rasterast gel hate parastin, wê di dema bê de jî wê parastina gelê xwe bê kirin. Rêveberiya Xweser weke proje û siyaseta ku daye meşandin, qebûlkirina ku di nava gel de çêkir, pêşbîna wê ya pêşerojê jî ew sîstema li Şamê niha Îdare dike wê qebûl kirinekê bide çêkirin.
Bangawazî ji bo kowalîsyonê
Perwîn Yûsif wiha domand:”Bangawaziya me ji bo welatên garnator, bi taybet kowalîsyona navnetewî ku çawa bi hev re şerê DAIŞ kirin, gerek rasterast xebatên ku Rêveberiya Xweser li ser erdê tê meşandin ji hêla van welatan tê xwestin parastina vî gelî bike, erkên xwe bi cih bînin û roleke baş bilîzin da ku ev netew bighêjin mafê xwe. Di aliyeke din jî gerek gelê me xwe biparêze, parastina gelê şerker, gerek her welatiyek ku ji bo vê şoreşê xebat kiriye, xwedî li destkeftiyên şoreşê derkevin.
Perwîn Yûsif di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê dide meşandin û axaftina xwe wiha qedand: “Di dem ku tevahî gelê Sûriyê şahî û kêfxweşiya xwe dike, dewleta Tirk êrîşên xwe li ser herêma bakur û rojhilatê sûriyê berdewam dike, bi taybet li hawîrdora Minbic û Til Temir, herwiha li seranserî sînor êrîş nehatiye sekinandin, li vir diyar dibe ku dewlera Tirk ne ji bo guhertin, aramî û ewlehiya herêma me bide çêkirin, lê berovajî wê ew berdewamiya aloziyê dike, rê li ber pêşiya şer û pêvçûnan di nava gelan de vedike. Divê gelê me xwe radestî şerê taybet nekin, gerek li berxwe bidin, her welatiyek li herêma bakur û rojhilaê sûriyê jiyan dike, bibe mertalek ji bo pastina nirxên şoreşa roajvayê Kurdistanê, da ku bi hev re bikaribin bibin yek hêz bi hemû pêkhateyên xwe li beramberî êrîşên ku dixwazin sîsetma me bişkînin bisekinin. Bi berxwedan û hevgirtina gelê me bi hêzên QSD em ê karibin van êrîş û fitneyan vala derxînin û bidin sekinandin.”