Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Hêviye me ewe ku sala 2025’an bibe sala serkeftin û aştiyê’

31/12/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Hêviye me ewe ku sala 2025’an bibe sala serkeftin û aştiyê’
Share on FacebookShare on Twitter

Dilovan kêfo/Amûdê

Welatiyên bajarê Amûdê diyar kirin ku sala 2024`an salekî  zor û giran li ser wan derbas bû, lê ew di wê baweriyê de ne ku sala 2025 `an wê bibe sala aştî, aramî û Serkeftinê’

Di dawiya her salekê de û bi hatina cejnên zayîn û sersalê, bazarên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî balkêş çalak dibin, gelek cureyên xwarin  tê de têne firotin ku gel di wê rojê de sersala xwe bi şahî û kêfxweşiyê derbas dikin. Her wiha di vê salê de û berî mehekê ji cejne sersalê bazar têne xemilandin û dest bi kirîn û firotinê dibe. Bazara Amûdê mîna Bazarê dine  çalake dibe di vê demê de, tevî ku hinek buhabûn li ser nirxê pêdiviyên sersalê çê dibe, lê welatiyên wê bi hatina van cejnan dilê xwe û zarokên xwexweş dikin.

Mîna hemû cejnan, cejnên sersalê ji aliyê tevahiya pêkhateyan şahî pêk tên, tê de welatî malên xwe dixemilînin û gelek cureyên xwarinê têne çêkirin û li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê bazar di dawiya salê de çalak dibin.

Di çarşoveya pêşwazîkirina sersalê welatiyên bajarê Amûdê ji Rojnemeya me re axivîn.

’Em bi hêvî ne ku em bi aramî jiyan bikin’

Welatiyê bi navê Besam Kakilo  diyar kir ku ew bi hêviye Ku hemû gelê  kurd jiyaneke bi aramî jiyan  bikin û bi par nemînin. sersala 2024`an bikin tinekirina dujmin û êşê û wiha pê de çû: “Sala 2024`an salekî giran bû li ser hemî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ku şer, pevçûn hebû. Wek tê zanîn ku ev sal ne wekî salên borî bû, ev sal tevgera gel di nava pazaran de bigiştî başe    heye. Bê guman tenê hêvî heya ku em wekî kurd bê par namînin, em ê sersala 2024`an bikin tinekirina dujmin û êşê, di heman demê de wê sala 2025`an bibe sala serkeftin û serfiraziyê.”

Di heman demê de welatiyê bi navê  Dilo Wethiya axivî û wiha got: “Ev sal tevgera welatiyan başe lê belê newekî demê kevin bûn, di salên borî de coşek hebû, beriya miha Berfanbarê bajêr û bazar dihatin xemlandin û nihajî tên xemilandin, lê îsal sarbûyenek heya. Her wiha em hemî dizanin Ku em di rewşekî derbas bûne û bandor bi giştî li milet bûye. Di heman demê de keç û xortên me niha di çeperên şer de, ji şahî û pîrozbahiyê zêdetir piştgiriya hêzên xwe bikin, hêvî û rûmeta me ne,  serkeftin ya gelê kurd be û em ê di civakeke Demokiratîk bijîn, di heman wextî de ku hemî pêkhateyan komî ser hev bikin û bikin yek dest.”

Di heman çarçoveyê welatiyê ji bajarê Amûdê yê bi navê Ezîz Mele wiha got: “Bi giştî ge kêfxweşin û bigiştî tevgera welatiyan başe û nirxên pêdiviyên sersalê başe. Her kes kare pêdiviyên xwe bikirin û kêf xweşiyekê têxin dilê zarokên xwe û bazarê me tê xemilandin û kêfxweşin ji bilî ku ev rewşên ku em tê derbas bûne milet kêf xweşiye xwe dikin hêviya jiyaneke aram bijîn.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.