Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KNK: Pêwîste partiyên kurdî bê nakokî tevlî konferansa netewî bibin

29/12/2024
in POLÎTÎKA
A A
KNK: Pêwîste partiyên kurdî bê nakokî tevlî konferansa netewî bibin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo  

Endamê KNK’ê, Ebdilîlah Erebo diyar kir ku armanca Konferansa Kurd ew e ku nêrîneke yekgirtî ji bo yekrêziya kurdî ji hemû aliyên kurdan kom bike, lewma jî divê partiyên siyasî bê nakokî tevlî bibin. Sekreterê Partiya Çep a Kurd Sûrî, Mihemedê Mûsê jî da zanîn ku yekrêziya kurdî erkê KNK’ê ye û divê partiyên kurdî nakokiyên xwe bidin hêlekê.

Li darxistina Konferansa Kurd yek ji biryarên herî girîng bû ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê(KNK) di 21‘ê vê mehê de, da. Di daxuyaniya KNK’ê de hat zanîn ku ew amadekariya xwe dikin ji bo lidarxisitina konferanseke netewî- kurdî.

Di derbarê girîngiya lidarxistina vê konferansê de, endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Kurd, Ebdilîlah Erebo û sekretêrê giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûrî, Mihemedê Mûsê ji rojnameya me re axivîn.

‘Konferans ji bo kombûna nêrînên hemû aliyên kurdî ye’

Erebo da zanîn ku armanca konferansê ew e ku nêrîneke yekgirtî ji bo yekrêziya kurdî ji hemû aliyên kurdan kom bike û wiha got: “Ji ber ku pêşketinên bilez ên Sûriyê pêk tên û guhertin çêdibin rasterast bandor li ser kurdên Rojava tê kirin. Nexasim piştî ruxandina rêjîma Baas. Niha jî pêwîste gelê kurd hewldanên xwe yekalî bikin. Ji ber vê yekê em dest bi amadekariyên lidarxistina konferanseke kurdî bi beşdariya hemû partiyên kurdî, kesayetên serbixwe, jin, ciwan û hemû qadên civakê dikin. Di encamê de komîteyeke amadekar hat avakirin, endamên vê komîteyê ji nûnerên partiyên cuda pêk tên. Armanca vê konferansê ew e ku nêrîna hemû aliyên kurdî ji bo doz û yekrêziya kurdî li hev kom bike. Li ser vê bingehê  nêrîneke yekgirtî ku di vê qonaxa girîng de, li pêş bixe û hêviyên gelê kurd pêk bîne.”

‘Bi yekîtiyê em bihêztir dibin’

Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Kurd, Ebdilîlah Erebo tekez kir ku bi yekrêziyê, wê kurd bihêztir bibin û wiha domand: “Berî niha dewleta Tirk gelek netew qir kirine, niha jî dixwaze ku gelê kurd qir bike. Herwiha bi siyaseta xwe hewl dide ku Mîsaqa Millî pêk bîne. Lewma tişta girîng ew e ku partiyên kurdî li hev bicivin û lêvegerekê ji bo doza gelê kurd ava bikin. Di vê dema girîng de jî pêdivî heye ku partiyên kurdî bi hev re xebatê ji bo yekbûna gelê kurd û parastina mafê kurdan bikin. Bi yekîtiya partiyên kurdî, civata Kurdî bihêztir dibe û dikarin li Rojava mafê xwe bi dest bixin. Hêvî û banga me ji bo hemû tevger, rewşenbîr, partiyên siyasî û kesên serbixwe ew e ku bila nakokiyên siyasî bidin milekî û bi hev re li Konferansa Kurd ji bo berjewendiyên gelê kurd hevrêziyekê ava bikin.”

‘Erkê KNK’ê pêkanîna yekrêziya kurdî ye’

Mihemedê Mûsê anî ser ziman ku konferansa KNK’ê xebatekê ji bo yekrêzî û yeknêrîna gelê kurd dike û wiha axivî: “Beriya salekê Kongreya Netewî ya Kurdistanê biryar da ku li her parçeyekî Kurdistanê konferansekî li dar bixe. Di wê demê de jî KNK’ê beşa Rojava biryar da ku di bin sîwana konferansekî giştî de, konferansa xwe li Rojava li dar bixe. Piştî guhertina rewşa Sûriyê û geşedanên ku bi lez çêbûn, bi taybet rûxandina rêjîma Baas û serkeftina Nusra bi tevkariya Tirkiye û Qeter, KNK’ê bangewazî kir. Helbet bandora van guhertinan li tevahiya Kurdistanê heye. Em dibînin ku ev hewldaneke ji KNK’ê ye ji bo diyarkirin û zelalkirina helwesta wê ji bo pêkanîna yekrêziya kurdî. Armanca KNK’ê ew e ku civateke berfireh çêbibe, tê de jî rewşa gelê kurd û doza kurdî piştî van guhertinên bingehîn were nirxandin û lêkolînkirin.”

‘Divê partiyên kurdî nakokiyan bidin alî’

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûrî, Mihemedê Mûsê destnîşan kir ku divê paritiyên siyasî nakokiyên di navbera xwe de bidin hêlekê û wisa bi lêv kir: “Hevrêziya kurdî, pirseke û her kurdek vê pirsê ji xwe dike. Raste her partiyek xwedî îdiyolojiyeke û tiştekî asayî ye û bingehê pirrengiyê ye. Lê di dema heyî de ne dema nakokiyên siyasî yên di navbera partiyan de ye. Lewma jî pêwîste partiyên kurd li Rojava nakokiyên xwe bidin hêlekê, ji bo ku mafê xwe weke pêkhateyên din li Sûriyê bi dest bixin.”

Post Views: 152
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.