Birûc Resûl/Qamişlo
Rêvebera Desteya Jin ya Kantona Cizîrê Rohat Xelîl diyar kir ku civaka ku jin bi rê ve nebe wê ew civak bê wate be, wê civakek sexte û binxistî be, lê dema jin civakê bi rêve bibe wê civakek bi exlaq û serkftî ava bibe.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku di sala 2012’an de ji bajarê Kobanê destpê kir, gelê herêmê û bi taybetî jinan ber bi pêvajoyeke nû ve bir da ku ber bi jiyaneke azad, demokrat û wekhev de biçin. Di 13 salên ji aloziya Sûriyê de, jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dan ku dikarin şoreşê û civakê birêve bibin. Her wiha gelek destkeftî bi saya jinan hatin bidestxistin. Jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî cîhanê re bûn mînak. Dewleta Tirk û komên çete destkeftiyên jinan ji xwe re li hemberî polîtîkayên xwe yên qirker ên li dijî jinan weke xeteriyekê dibîne. Ji ber vê yekê naxwazin jin di nava rêveberiya sîstema civakê bigire, her diwazin ku jin di tarîtiyê de be. Lê jinên herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê ne jinên berê ne ku koletiyê qebûl bikin, ew ê her riya têkoşîn û berxwedanê esas bigirin. Her wiha her bi rengekî dewamî êrişî gelê herêmê, jinan û projeya demokratîk dike.
Derbarê parastina mafê jinê Rêvebera Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê Rohat Xelîl ji Rojnemeya me re axivî.
Rohat Xelîl di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di demên berê de li gor zanistên şûnwaran digotin ku civaka xwezayî hebû. Di wê civakê de rola herî bingehîn jin bû. Ew jî destpêka mirovahiyê bû. her wiha di wê civakê de nasnameya mirovahiyê hat dest pê kirin. Çawa jin di wê demê de bibû xwedawend û ji bo civaka xwe bibû dayik. Berpisyariyek pir mezin danîbû ser milê xwe û rêvebirtî dikir. Heta ku sîstema zilamê serdest derket û bi tevahî hewldanên xwe xwest ku jin binpê bike. Bi hezaran jinên bi vî rengî hene ku rastî kiryar, plan û siyasetên qirêj yên zihniyeta zilamê serdest hatin.”
‘Jin êdî bû pêşengê jiyanê’
Rohat di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku jin êdî di her qada civakê de cih girt û nasnameya xwe vegerand û wiha domand:”Bi Rêxistinkirina Tevgera Azadiyê re jin êdî jiyana xwe zinîdî kir. Zilamê ku jiyana jinê bê wate û ruh hiştibû Tevgera Azadiyê wate û ruh li jiyana jin vegerand. Jin êdî di her qada civakê de cih girt û nasnameya xwe vegerand, bi saya keda ku gelek hevalên me yên di Tevgera Azadiyê de cihê xwe digrin, jin ji nûve jiyana xwe birêxistin kir. Ev jî tevahî di bin fikrê Rêber Apo de hatiye organîzekirin. Rêber Apo zanîbû ku wê her kes li dijî wî rabe, lê ruxmî wê Rêber Apo ev doz kir ramanc û li ser vê dozê gavek bi paş de neavêt. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava jin nema jina berê ya di bin destê zilamê serdest ye. Jin êdî mafê xwe nas kir û serî li hemberê her zilamekî serdest hilda. Şoreşa ku hat destpêkirin bi navê Şoreşa Jinê hat nas kirin. Her wiha jin rola herî giring di civakê de lîst. Jinê şoreş avakir û bû pêşenga civaka azad. Jin ji hemû milî ve rolek aktîf girt ser mile xwe û bi taybet jî jina kurd ji bona jinên cîhanê tevahî bû pêşng.
‘Civaka ku jin bi rê ve nebe wê ew civak bê wate be’
Rêvebera Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê Rohat Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di vê dema niha de û bi taybet di Sûriye ya nû re pêwîste hilbijartin çêbibin. Hilbijartinên herî rast ew e ku jin jî tê de were hilbijartin û sîstema hevserokatiyê dewam bike. Divê jin di qadên civakî de rolek sereke bilîzin, me jin ji wê tarîtiyê derxist, ji ber vê yekê pêwîste em wê carek din nehêlin ku bikeve bin tarîtiya zilamê serdest de. Civaka ku jin bi rê ve nebe wê ew civak bê wate be. Wê civakek sexte û qelis were avakirin. Lê dema jin di civakekê de pêşengî bike wê civakek bi exlaq û serkeftî ava bibe. Pêwîste jin bibe tişta herî sereke di civak û jiyana gelan de. Jin ew bi xwe bi daxawaze aştî, yekdestî, komînalî û wekhevî ye. Jin her tim jiyana derdora xwe difikire û her tim ji bona jiyanê xwe feda dike. Her wiha sîstema me ya hevserokatiyê gerek her dem dewam bike, ji ber ev sîstem bûye hêz û îrade ji jinên tevahî Rojhilata Navîn re. Di dawiyê de ez dibêjim ku pêwîste rêveberiya nû ya Sûriyê derfetê ji bona jinê bide da ku di hemû warên jiynê de cihê xwe bigre û di asta pêşengiyê de cihê xwe bigre.






