Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em ê şopdarên rêya Cîhan û Nazim bin’

28/12/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Em ê şopdarên rêya Cîhan û Nazim bin’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Rêvbera radyoya Star FM Lîlav Hesen diyar kir ku ji ber tirsa dagirkeriya Tirk ji dengê rastiyê û Çapemeniya Azad, ew rojamevanan dike hedef û dixwaze heqîqetê ji holê rake. Lîlav da xuyakirin ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdên xwe bin.

Ev zêdetirî 10 salan li Rojavayê Kurdistanê ji bo têkbirina destkeftiyên ku di şoreşê de hatin bidestxistin, êriş pêk tên. Dewleta tirk a dagirker xwest ku ji rûxandina rêjîma Eseed sûdê bigre, di riya êriş û avakirina fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de, li aliyên Dêra Zorê, Reqa û Minbic êrişan dike, herwiha di dema dawî de jî, gefan li bajarê Kobanê dike, ji ber vê yekê çeteyên girdêdayî wê her kêlî êrişan dike, lê li hember wan şervanên me wan têk dibin. Li kêleka van êrişan, dewleta Tirk naxwaze binpêkirinên wê ji raya giştî re bê eşkerekirin, ji ber vê yekê çapemeniya azad û rojnamevanan dike hedef, herî dawiyê Nûçegihana Ajansa Nûçeyan( Hawar) Cîhan Bilgîn û rojnameger Nazim Daştan bi balafira bê mirov kir hedef, di encamê de her du rojnameger gihaştin asta şehadetê.

Derbarê vê mijarê de yek ji Rêveberên Radiyoya STAR FM Lîlav Hesen ji rojnameya me re axivî.

Lîlav Hesen diyar kir ku ev ne cara yekemîne ku dewleta Tirk rojnamevanan hedef digre û wiha domand: “Dewleta tirk bi hilweşîna rêjîma Eseed û ketina HTŞ ji hin herêmên Sûriyê, dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê xwestin ji van bûyerên ku Sûriyê diqewime sûd bigrin. Ji ber vê yekê dest bi êrişan kir, li Til Rifet ku bi hezaran malbatên ku ji Efrînê lê hatibûn bi cih kirin, di derheqê wan de koçberiyek bi darê zorê pêk anîn, herwiha kuştin, revandin û talankirina mal û milkan pêk hat. Çîrokên pir bi êş bi van koçberan derbas bû.”

‘Şervanên me destanên qehremaniyê dinivîsînin’  

Lîlav Hesen bal kişand ser êrişên çeteyên dagrkeriya tirk ser pirê Qereqozaqê û bendava Tişrîn û wiha berdewam kir: “Dagirkeriya Tirk dixwaze Kobanê jî dagir bike, lê şervanên me berxwedaniyeke bê hempa pêk tînin û destanên qehremaniyê dinivinîsin.”

Lîlav Hesen destnîşan kir ku îro dewleta Tirk a dagirker dixwaze tola DAIŞ`ê rake, bi hewildana dagirkina Kobanê, ji ber ku cara yekemîn DAIŞ`ê ket Kobanê ji hêla hêzên me têk çû, lewma careke din gefan dûbare dike.

‘Cîhan û Nazim xwestin têkçûna dewleta tirk raghînin’

Lîlav Hesen gotinên xwe wiha domand: “Da ku ev bûyer ji raya giştî re werin eşkerekirin, her du hevalên me Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan ji kêliya destpêka berxwedanê heya şehadeta wan, bi hemû derfetan hewildan vê rastiyê eşkere bikin, xwestin têkçûna dewleta tirk raghînin, ji ber ku şervanên me li wê herêmê derbeyên pir giran li dagirkeran xistin, hiştin ku pilanên dewleta tirk vala derbikevin, ev yek ne li gorî berjewendiyên dewleta tirk derket, lewma xwest raghandinê têk bibe ji ber vê yekê erebeya rojnamevanan kir hedefa balafirên xwe, di encamê de her du rêhevalên me gihiştin asta şehadetê.”

‘Ne cara yekemîne rojnamevan dibin hedef’

Lîlav Hesen îşaret kir ku ev ne cara yekemîne dewleta tirk a dagirker êriş û hedefgirtinên wiha pêk tîne, berê niha jî erebeya JIN tv kir hedef, herwiha li Drikê hevalê me Isam hate hedef girtin, wekê din jî li başûrê Kurdistanê Hîro û Gulîstan bûn hedef. Diyar dibe ku tirsa dewleta tirk ji rastiyê û çepemeniya azad heye, lewma jî dixwaze heqîqetê ji holê rabike û rojnamevanan dike hedef.

Di dawî de Lîlav Hesen wiha anî ziman:”Îro Cîhanek çû em ê hemû bibin Cîhan û em ê kamîreya wê rabikin, wê bi hezaran hevalên me bibin Nazim, wê riya wan tu carî nîvco nemîne. Em ê gavan paş navêjin û her dem şopdarên riya hevalên xwe bin, em hemû şagirtên dibistana Gurbetlî Arsoz in, em ê xeta wan berdewam bikin. Bi her şehîdekî soza me nû dibe, em ê dengê heqîqetê li bakur û rojhilatê sûriyê ji raya giştî û cîhanê re parve bikin, da ku hovîtiya dewleta tirk bibînin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.